Artêşa Lîbyayî sewqiyeteke leşkerî ya milîsên girêdayî Tirkiyê kir hedef

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li başûrê Lîbyayê 7 maşîmeyên leşkerî yên milîsê girêdayî Tirkiyê kirin hedef.

Artêşa Lîbyayî sewqiyeteke leşkerî ya milîsên girêdayî Tirkiyê kir hedef
5 tîrmeh, 2020   16:57
NAVENAD NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî lîbyayê ji Sky News'ê re got, maşîneyên milîsan li projeya çandinî ya "Dîbwat" ku 40 km dûrî bajarê Birak ê beravî ya li aliyê rojavayê bi cih bibûn.

Her wiha diyar kir ku artêşa Lîbyayê tevgerên milîs û çekdarên girêdayî Tirkiyê bi taybet li başûrê Lîbyayê yên dişopîne ku yek ji armancên sereke yên Tirkiyê ye da ku dest deyne ser bîrên petrolê yên li başûrê Lîbyayê, her wiha terorîstan ji Afrîkyayê ber bi Lîbyayê ve bişîne an ji Lîbyayê ber bi Afrîkyayê ve bişîne.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê êrişî baregeha Wetiya ya li rojavayê welat ku milîsên li Terablusê serwer kirine, di encamê de peragala parastina asîmanî ya Tirkiyê rûxiya.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Helusi Akar û serokerkanê artêşê Yaşar Guler roja îna borî serdana paytexa Lîbyayê Terablusê kirin û bi reyedarên hikumeta Fayiz El-Serac re civiya.

Hemwextî serdanê serok komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan teqezî li ser domandina tevkariya xwe ya bi hikumeta El-Serac re kir.