Bîlançoya Covid-19 li Misirê giran dibe: 359 kes mirine, 5042 kes ji nexweş ketine

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê  li welêt heta niha 5 hezar û 42 kes bi şewba Koronavîrusê ketine, di nav de hezar û 304 kes rewşa wan baş bûye ji nexweşxaneyê hatin derxistin û 359 kes jî mirine.

Bîlançoya Covid-19 li Misirê giran dibe: 359 kes mirine, 5042 kes ji nexweş ketine
28 nîsan, 2020   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê Dr. Xalid Mucahid daneyên dawî yên girêdayî Koronavîursê (Covid-19) li welêt parve kirine. Li gorî daneyan hejmara rewşên ku encamên testên wan ji pozîtîf veguherîne negative bû hezar û 669 di nav de hezar û 304 kes baş bûne.

Her wiha 260 kesên din ku piraniya wan misirî ne bi Koronayê ketine û 22 jî mirine.

Bi van daneyan li Misirê heta roja îro 5 hezar û 42 kes  bi Koronayê ketine, hezar û 304 baş bûne ji nexweşxane û karantînayê hatin derxistin û 359 kes jî mirine.

Mucahid diyar kir di nava 48 saetan de 17 kes beriya ku bighêjin nexweşxaneyan mirin.