Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dîsa erd hejiya

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de bi pileya 5,8 erd hejiya.

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dîsa erd hejiya
23 sibat, 2020   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rasatxaneya Kandîllîyê saet di 19.00’an de bi pileya 5,8 erd hejiyaye.

Di nava rojê de jî bi pileya 5,9 erd hejiyabû û 10 kes miribûn, bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Tê diyarkirin ku bi hezaran heywan jî di bin xirbeyan de mane.

Di 24’ê Çileyê de li Xarpêtê bi pileya 6,8 erd hejiyabû û 41 kes miribûn.