Îranê keştiya petrolê ya Brîtanyayê berda

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Ribêî ragihand ku Tehranê keştiya petrolê ya Swêdê ku ala Brîtanyayê rakiribû, serbest berda.

Îranê keştiya petrolê ya Brîtanyayê berda
23 îlon, 2019   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev ji du mehan zêdetir e ku Îranê keştiya petrolê ya ku ala Brîtanyayê rakiribû, li tengava Hurmiz girtibû. Îro Elî Ribêî ragihand ku Tehranê ew keştî serbest berdaye.

Ribêî di civîneke çapemenî de wiha got: “Tedbîrên qanûnî bi dawî bûn û li ser vî esasî zemîna berdana keştiya petrolê çêbû û êdî dikare biçe.”

(kc)