Li Danîmarkayê li nêzî navenda polîsan teqîn

Îro li nêzî navenda polîsan a paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê teqînekê rû da. Di vê hefteyê de ev teqîna duyemîn e pêk tê.

Li Danîmarkayê li nêzî navenda polîsan teqîn
10 tebax, 2019   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê li ser zimanê polîsan ragihand ku îro li Danîmarkayê li paytext Kopenhagenê li nêzî navenda polîsan a herêmî teqînek qewimî, lê tiştek bi tu kesî nebû.

Di sêşema derbasbûyî de jî di saetên derengiya şevê de teqîneke xurt li Kopenhagenê rû dabû. Lê tiştek bi tu kesî nehatibû û tu aliyan ev êrîş negirt ser xwe.

(eh)