Kobaniyan cenazeyên sê şehîdan spartin axê

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê şehîdên ku li deverên cuda şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Kobaniyan cenazeyên sê şehîdan spartin axê
2 Jul, 2018   06:42

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê di merasîmekê de cenazeyê gerîlayê HPG'ê Derwîş Mêran (Edîb Ehmed) ku li Colemêrgê şehîd bûye, endamê Hêzên Dîsîplînê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî Sidqî (Sidqî Elî) û şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Bedir Reqa (Bedirxan Çîçan) ku li bajarê Reqayê şehîd bûye, spartin axê. Di merasîmê de her wiha şehadeta şehîd Agirî Zagros (Zozan Îbrahîm), Zinar Kobanê (Zinar Edhemkor) û Silava Kobanê (Silava Ehmed) ku li deverên cuda gihaştibûn asta şehatê, hat aşkerakirin.

Merasîmê bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG'ê û YPJ'ê ve û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê malbatê Bedirxan Cemal Bedirxan, li ser navê YPG'ê Ferdûn Kobanê, bi navê Hêzên Dîsîplînê Şêro Koban û Rêveberiya Sivîl a Reqayê Mistefa Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin ku ew ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û dê asta xebatên xwe yên xwebirêxistinkirinê bilindtir bikin.

Di merasîmê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşe Efendî axivî û wiha got: "Gelê welatparêz, divê hûn bizanibin ku me di hundir Şoreşa Rojava de me şoreşa jinan ava kir, di aliyê leşkerî de em rojane şehîdan radikin, em dibêjin bila şehîd nebe rûtîn, ji ber ku her kes nikare bibêje ez şehîd im, ji ber ku şehîd pîroz e.”

Eyşe Efendî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hin dost û hevalên gelê kurd di aliyê fermî de hê jî gelê kurd nas nakin û wiha domand: "Divê gelê me xwe ji dijmin biparêze û her tim haydar be. Dijmin ku nikare li hemberî hêzên parastina gel derkeve komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne. Em ê Efrînê ji destê dagirkeran rizgar bikin." Eyşe Efendî bi gotina "Em Apocî ne, serkeftin ya Efrînê ye" axaftina xwe bi dawî kir.

Di dawiya merasîmê de belgeyên şehadeta şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

ANHA