Wefaa El-Şazilî: Tunisa niha ne ya 2011’an e

Interview with GÎVARA ŞÊXNÛR

Parêzera tunisî Wefaa Hîzamî El-Şazilî diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê ji bo ku Tunis piştgiriya wî ji bo dagirkirina Lîbyayê bike, serdana Tunisê kir. Lê tişta em dixwazin balê bikşînin ser, gelên herêmê planên Osmaniya nû baş dizanin. Rewşa îsal a Tunisê ne wekî 2011`an e û em ê li dijî Osmaniyan bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker liv û tevgera  xwe ya li herêmên Rojhilata Navîn berdewam dike û hewl dide destwerdanî Lîbya, Tunis, Cezair û heta bi Misrê bike.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi parêzera tunisî Wafaa Hîzam El-Şazilî re çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:                                                                                                                

*Armanca serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji tevgerên li Tunus û herêmê çiye?

Erdogan ji mêj ve plana vegera desthilatdariya Tirkiyê li ser bajarên bakurê Afrîqayê dike.Tê zanîn ku bakurê Afrîqayê di bin serweriya dagirkeriya Osmanî de bû. Êdî li ser asta çandî dest bi weşandina rêzefilimên tirkî kir û di qada aborî de beriya 15 salan bi rêya hevpeymana bazirganiyê hewl da aboriya Tunisê têk bibe. Lê dîsa jî her kes dizane ku dewleta Tirk ji dema serdema dewleta Osmanî ve hewla dagirkirina aborî dike. Bi bê yeke jî dixwaze welêt dagir bike.

Me jî ji destpêkê ve berxwedana li dijî dewleta Tirk, destwerdana di qada aborî û çandî ragihand. Me li dijî amadekariyên avakirina dewletek Osmanî ya nû ku dê bi serkêşiya Selcûq El-Heremlek Erdogan be, şer kir.

Cihê mixabiniyê ye ku hebûna Îxwanan di hikum de destek da berjewendiyên Tirkiyê ku ji nû ve serweriya xaka bakurê Afrîqayê bike. Tê zanîn ku di roja îro de Erdogan ji bo daxwaz û xewnên xwe yên destxistina Tunisê, xwe dispart deshilatên ku Tunisê bi rê ve dibin. Ji ber di cîhanê de Erdogan serokê Îxwanan e û hevgirêdana wan jî li heman îdyolojiyê vedigere. Lewma ji bo serweriya desthilatdariya Tunisê bike, hem piştgiriya darayî û hem jî birêvebirin ji wan re pêşkêş kir. Bi vê yekê hewla serweriya Tunisê da.

Serokkomarê Tirkiyê ji bo ku Tunis piştgiriya wî ji bo dagirkirina Lîbyayê bike, serdana Tunisê kir. Tevî ku qet behs jî nekiribû. Li gel vê yekê Erdogan hewla pêkanîna hevpeymana di navbera xwe û hikumeta Sîrac a di her du lihevkirinên leşkerî û darayî de hatine diyarkirin, dike.

Tê zanîn ku welatê Tunisê li herêma bakurê Afrîqayê xwedan stratejî ye. Anku rêya derbasbûna hêz û teqemeniyan e. Li gel vê yekê sînorê di navbera Lîbyayê û Tunisê de bi dirêjahiya 500 km e û ava herêma Tunisê bi sînorê ava herêma Lîbyayê ve sînordar in. Di heman demê de di navbera Lîbya û Tunisê de li aliyê Rais Cidêr rêgeheke hevbeş a avê heye.

Gelên Tunisê ji serdana Erdogan bi hêrs bûn, di vir de meqseda min kesên bi komên Îxwanan ve negirêdayî ne. Lewma planên Osmaniyan an jî îxaneta Lîbyayê red kirin.

Ji ber vê yekê kesên ku gelên Tunisê nas nakin, bila bizanin ku pabîrên wan bi serkêşiya leheng Elî Bin Xezahim şoreşek bi rê ve birin û bacên ku ji Bab El-Alî yê li Tirkiyê re dihatin şandin red kir.Lewma kesên tunisiyan nas nakin, bila bizanin ku em gelê Osmaniyan red dikin.

Li gel vê yekê çalakgerên Tunisê dizanin ku Erdoganê Osmanî bi Fayîz Sîrac re hevpeymaneke bê bingeh mohr kiriye û ev jî destekê dide projeya talankariya Tirkiyê. Anku piştgiriya talankirina gaz û petrola li herêma Rojhilata Navîn, dike.

*Armanca hevpeymana leşkeri ya di navbera Erdogan û Sîrac de çi ye?

Gelo kî ji me nizane ku Erdogan ji bo kirîza aborî û enerjiyê ya li Tirkiyê derbas bike, sûdê ji dewlemendiya berhemên li Rojhilata Navîn digire. Her wiha dixwaze welatê xwe bike korîdora hawirdekirina gaza Rojhilata Navîn ber bi bazarên gaza Ewropayê ve. Nexasim ku ev yek dihêle Tirkiye bibe hêzeke hêrêmî û serweriya derdorê bike.

Lê hevpeymana Erdogan û Sîrac neqanûnî ye û madeya 8 îtîrafê bi hevpeymana Suxêriyat nake. Tê zanîn ku hevpeymana Suxêriyat îşaret dike ku serokê Wîfaqê nikare bi tena xwe hevpeymanên navdewletî mohr bike.

Lê di rastiya xwe de tevî hevpeymanên her du serokan û redkirina hêzên herêmî, navxweyî û navdewletî lê Erdogan israra siyaseta xwe dike.

Armaca vê yekê jî beriya ku hilbijartinên 2023`yan çêbibin, giraniya xwe di hundir de çêbike. Nexasim ku opozîsyona Tirkiyê hewl dide dengan qezenc bike. Ji ber her kes binketina partiya Erdogan di hilbijartinên şaredariyan ên li Stenbolê de dizane.

Li Tunisê alîgirên dewleta Tirk hene?

Li Tunisê em baş dizanin ku Îxwan alîgirên Tirkiyê ne û bi wan hewldanên bidestxistina armancên xwe dike. Di baweriya Erdogan de ku binketina hikmê Îxwanan li Lîbyayê tê wateya binketina hikmê Îxwanan li Tunisê jî. Ji ber ew baş dizanin ku şerê wan ê li Lîbyayê şerê dawîn e. An jî şerê hebûn û nebûnê ye. Nexasim piştî li Misr û Sûdan bi bin ketin.

Îxwan li Tunisê dizanin ku Tirkiye piştgiriya wan di şerê li dijî gelê Tunisê de kirine. Her wiha dizanin ku Tirkiye ji bo di hilbijartinên binketî de bi ser bikeve, navendên xwe yên îstixbata vekir kir. Lewma di rojên pêş  de dê gelek tiştên veşartî eşkere bibin.

Lê tişta em dixwazin balê bikşînin ser, gelên herêmê planên Osmaniya nû baş dizanin. Her wiha îsal rewşa Tunisê ne wekî 2011`an e û em ê li dijî Osmaniyan bisekinin. Di dawî de em serkeftinê ji gelê Kurd re dixwazin.