​​​​​​​Şêx Baqî: Êrişa Tirkiyê ya li ser başûrê Kurdistanê komployek navnetewî ye

Interview with Cemal Şêx Baqî

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî got: “Êrişa dewleta Tirk a  li ser başûrê Kurdistanê komployek navdewletî ye. Armanca wê tengavkirina tevgera Kurdî ye.”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî di hevpeyvîneke bi ANHA‘yê re, armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê, zêdekirina hêza xwe li bakurê Sûriyê, girtina siyasetmedar û parlementeran li bakurê Kurdistanê, êrişên li ser wargeha Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî), Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

Gelo armanca Tirkiyê ya ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdekirina hêzên xwe li herêmê çi ye?

Ji destpêka şoreşa Rojava ve gelê herêmê serkeftinên mezin di qadên siyasî, civakî û leşkerî de bi dest xistin. Dewleta Tirk van serkeftinan dişopîne, hertim hewl dide rê li serkeftiya  projeya gelê Kurd bigire. Ne tenê gelê Kurd, di heman demê hewl dide hemû tevgerên ji bo azadî û demokrasiyê dixebitin tune bike. Ji ber ku hêviyên wê yên taybet hene, dixwaze li gorî fikirê tundraw pêk bîne û Osmaniyan vegerîne.

Dewleta Tirk di her êrişeke xwe ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewqa kesk ji hin dewleta digire. Piştî 2 mehan ji berxwedaniyê kantona Efrînê dagir kir, piştre berê xwe da bajarê Girê Spî û Serêkaniyê ku ew jî bi komployeke qirêj bi alîkariya hin dewletan wekî Amerîka, Rûsya û rejîma Sûriyê dagir kirin.

Tirkiye niha jî hewl dide herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê dewletên wekî DYA û Rûsya gihaştin encamekê ku pêwîste çareseriyeke ji aloziya Sûriyê re were dîtin. Ev derfet nade Tirkiyê. Ji ber ku hêzên Kurdî di herêmê de hêzek sereke ne û planên Erdogan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ketin. Vê carê jî berê xwe da başûrê Kurdistanê. Ev yek piştî civîneke veşartî di navbera serokê îstîxbarata Tirkiyê, Kazimî û rayedên ku tê texmînkirin îranî ne, de pêk hat. Civîn li Bexdayê pêk hat û rojekê dewam kir. Encam, ev hemû planeke navdewletî ye.

Di mijara yekîtiya Kurdî de pêşketin hene, gelo eleqeya êrişên Tirkiyê bi vê gavê re hene an ne?

Helbet, dewleta Tirk ne tenê şerê PKK‘ê dike, heman demê de li kuderê be bila bibe şerê gelê Kurd dike. Ji ber vê divê hêzên siyasî ji tevahî cîhanê re diyar bikin ku peyam û daxwaza wê yek e. Em ji hêzên Kurdî hêvî dikin ku ji niha û şûnde bi gelê xwe re cidî bin û ji bo berjewendiyê gel kar bikin.

Li hemberî siyasetên Tirkiyê heta niha hikumeta herêma başûrê Kurdistanê dengê xwe nekiriye. Gelo ev bêdengî çawa xizmeta dagirkeriya Tirk dike?

Hikumeta herêma başûrê Kurdistanê hertim hebûna PKK‘ê li herêmê dike hincet û hincetên besît û ne di cih de derdixîne. Lê bila li xwe vegere, ku li başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên Tirkiyê hene û bi sedan endamên îstîxbarata Tirk li Başûr belav bûne. Ev mijarek ne normal e û hincet ne hebûna PKK‘ê ye.

Hikumeta herêma başûrê Kurdistanê dizane ku aloziyên di nava dewletan de bi awayekî aştiyane çareser dibin. Hêzên Parastina Gel û Rêber Ocalan hertim banga çareseriya aştiyane ji bo pirsgirêkan dikin. Çima hikumeta başûr mudaxele nake û ji dewleta Tirk naxwaze ku aloziyê bi vî rengî çareser bike. Gelê Kurd gelekî berxwedêr e û doza xwe ji dewleta Tirk re nahêle.

Çima li hemberî projeya Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn helwestên cidî nayên dayîn?

Aqûbeta serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan mîna aqûbeta Seddam Hisên e. Seddam Hisên jî di serdema Mele Mustefa Barzanî de hertim dixwest gelê Kurd tune bike.  Ji ber vê armancê pêk bîne gelek tawîz dan Îranê û 8 salan pêre şer kir. Piştre derbasî Kuwêtê bû û li wir jî şer kir. Van tecawizan dawiya wî anîn. Erdogan niha li Sûriyê gavên xwe dirêj dike, êrişî Lîbyayê kir û dixwaze Lîbyayê jî mîna Sûriyê bike. Ez dibînim ku ev hemû zêdegavî dê dawiya Erdogan bînin.

Hemwextî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên başûrê Kurdistanê bi taybet Heftenînê, Îran herêmên li ser sînor topbaran kirin, ev çi dide nîşan?

Ev tê wateya lêkirina dîwarekî di navbera Îran û Başûr de, di navbera Îran û Tirkiyê de.

Yanî dîwarek di navbera Îran û Tirkiyê de. Hemû tiştên ku Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine, ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, êrişên li ser Şengal û Mexmûr ji bo dagirkirina herêma Zînî Wertê, Hec Umran heta Dihok û Şengalê ye. Yanî herêmên Parastinê yên Medayê ji başûrê Kurdistanê ezil bike û rêya wê ya li milê Îranê qut bike. Her wiha rêya Zaxo û Şengalê qut bikin û Şengalê ji Rojava qut bikin. Qutkirina rêya Zînî Wertê tê wateya dorpêçkirina Hêrêmên Parastinê yên Medya û Rojava.

Ji bo rawestandina pêngavên qirkirinê yên li ser gelê Kurd, ji hêzên siyasî yên Kurdî çi tê xwestin?

Divê hêzên siyasî û gelê Kurd dest û dengek bin. Divê gelê Kurd hertim li dijî hêzên ku ewlehiya wê dixe xeteriyê be û di nava çalakî û xwepêşandana de be. Divê peyama gelê Kurd yek be, bersiva hemû hêzên hewl didin wê qir bikin, bide.

ANHA