​​​​​​​Silava Silêman: Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e

Interview with HESEKÊ – HINAR ÎBRAHÎM

Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li herêma başûrê Kurdistanê Silava Silêman got: “Armanca dewleta Tirk ji kiryarên derexlaqî qirkirina etnîkî ya Kurdan e.  Em bang li hêz û partiyên siyasî yên kurdî dikin ku xwedî yek peyam bin.”

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser hemû parçeyên Kurdistanê didomîne, ji beriya çend rojan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî didomîne.

Derbarê armanc û pilanên dewleta Tirk, endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li başûrê Kurdistanê Silava Silêman ji ANHA`yê re axivî. Silava armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser başûrê Kurdistanê, nirxand.

*ARMANCÊN DEWLETA TIRK JI ÊRIŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, BI TAYBET ÊRIŞÊN DAWÎ ÇI NE?

Siyaseta dewleta Tirk di çarçoveya siyaseta qirkirina gelan de ye. Dewleta Tirk ji bo vîna gelê Kurd bişkîne, sûcên dermirovî didomîne.

Dewleta Tirk di dîrokê de hertim plan kiriye ku hebûna Kurdan tune bike. Îro jî carke din êrişên li ser hemû parçeyên Kurdistanê zêde dike. Li Bakurê Sûriyê gelek herêm mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Bi alîkariya çeteyên xwe artêşa xwe li wan herêman bi cih kir. Ji ber wê jî herêm hilweşiyan her wiha komkujî  pêk hatin, mal û milkên wan talan kir û ew ji warê wan koçber kir.

Îro jî dewleta Tirk hêz û çeteyên li gundewarên Til Temir, Eyn Îsa û Zirganê bi cih dike. Li bakurê Kurdistanê jî êrişên li dijî HDP`ê bi awayekî rojan pêk tîne. Ev hemû di çarçoveya hemleya qirkirina siaysî de ne.

Heman sînaryo li başûrê Kurdistanê jî pêk tê. Dewleta Tirk bi rêya firehkirina êrişên xwe hewl dide herêmê dagir bike. Êrişî Şengal, kampa Mexmûr, herêmên Biradost, Zap, Heftenîn û herêmên din kir. Bi vê yekê pîvanên exlaqî û zagonên navnetewî binpê dike. Ev sûc hemû  diyar dikin ku armanc ji siyaseta dewleta Tirk qirkirina etnîk a Kurdan e, dagirkirina zêdetirîn xak û koçberkirina niştecihên wê yên resene. Li ser wê jî bi hemû derfetên xwe hewl dide serweriya xwe li ser herêmê ferz bike.

*GELO ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DÊ BANDORÊ LI YEKITIYA NIŞTÎMANÎ BIKE?

Dewleta Tirk bi hemû şêwazan dixebite da ku mala kurdî tevlî hev bike û nehêle yekitiya niştîmanî ya kurdî pêk were. Dewleta Tirk şerê gelê Kurd li her deverê dike. Daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê der barê hevdîtinên partiyên siyasî yên kurdî li Rojava tekez dike ku careke din dijmatiya ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP`ê dixwazin, derdixe hole.

*DIVÊ HÊZ Û PARTIYÊN SIYASÎ YÊN KURDÎ ÇI BIKIN DA KU LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BISEKININ?

Di encama êrişên dawîn ên li ser navçeya Şêladizê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ziyanên madî gihaşt mal û milên niştecihan. Tişta ku ez dixwazim bêjim ku hemû herêm dê bibin armanca dewleta Tirk heger helwestên me ne xurt bin.

Divê hêz û partiyên siyasî yên kurdî li Kurdistanê xwedî yek peyam bin û ew jî  ku li hember êrişên dagirkerî bisekinin, girêdayî yekitiya xwe li Kurdistanê bin û asta têkoşînê li hember siyaseta ku dewleta Tirk li dijî gel û siyasetmedarên kurd pêk tîne, bilind bikin.ANHA