​​​​​​​Salih Muslim: Pêvajoya duyemîn a diyalogê dê di demek nêz de destpê bike

Interview with EHMED SEMÎR-BOTAN HISÊN

Salih Muslim got: “Pêvajoya yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd erênî bû û di demek nêz de dê pêvajoya duwemîn destpê bike. Dê pêkhatina yekîtiyê bandorê li rewşa Sûriyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku gava yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd bi serkeftî derbas bûye û derbasî pêvajoya duyemîn bû.

Ji bo naskirina deteyên pêvajoya yekemîn û mijarên ku dê di pêvajoya duyemîn de werin nîqaşkirin, ANHA`yê hevdîtinek bi endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re çêkir.

Muslim  got: “Mijarên danûstandinên pêvajoya yekemîn girêdayî mijarên siyasî yên hevbeş bûn, ew nîqaş jî erênî bûn. Dê hêz û partiyên nû tev li pêvajoya duyemîn bibin. Her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji parçeyên din ên Kurdistanê re bibe nimuneyek.”

Navaroka hevpeyvînê wiha ye;

Niha tê axaftin ku diyaloga Kurd-Kurd derbasî pêvajoya duyemîn bûye, gelo di pêvajoya yekemîn de çi çêbû?

Mijara herî girîng di pêvajoya yekemîn a diyalogê de ew bû ku danûstandina di navbera aliyên siyasî yên li  Rojava de pêk hat. Bê guman hinek di dema borî de dûrketin di navbera partiyên siyasî de hebû. Nêrînên cuda, ne bawerî di navbera aliyan de û hinek aliyan rolek neyînî lîstin û bi zanabûn hewl dan Kurdan parçe bikin.

Gava yekemîn a diyalogê, di navbera PYD û ENKS’ê de bû. Di vê pêvajoyê de, em gihaştin encaman ku gelek nuqteyên hevbeş di navbera me de hene. Mirov dikare li ser wan lihev bike û deriyê nîqaşan vebike. Niqaş jî bi awayekî erênî meşiyan.

Tişta balkêş di danûstandinan de ew e ku cudahî di navbera nêrînên siyasî de tune bûn. Bi taybet mijarên sereke mîna têkiliyên bi rejîma Sûriyê û çi jê tê xwestin. Hêzên opozîsyona derve û têkiliyên derve.

Di danûstandinên pêvajoya yekemîn de herî zêde û girîng, mijarên siyasî yên hevpar hatin nîqaşkirin û ew jî erênî bûn.

Girîngiya pêvajoya yekemîn di ku derê de nixumandiye, ji bo aliyên diyalogê çawa bû?

Tenê PYD û ENKS’ê hinek çavdêrên ku tenê nêrînên xwe girêdayî mijarên gotubêjkirî dan, tev li diyalogê bûn. Nêrînên kesên tev li diyalogê bûne erênî bûn.

Dê mıjarên pêvajoya duyemîn a diyalogê çi bin û çima diyalog li ser pêvajoyan lidar dikeve?

Pêvajoya yekemîn li ser daxwazana ENKS`ê pêk hat. Wan got gelek mijar hene divê bi PYD`ê bêne nîqaşkirin. Wan dixwest nêrîna me nas bizanin. Beriya niha jî gelek diyalog lidar ketin, mîna Hewlêr 1 û 2 û Dihok di 2014`an de.

Di nîqaşên dawîn de hate pêşniyarkirin diyalog li gorî peymana Dihokê 2014`an werin meşandin. Lê ji ber rewşa heyî, divê ew peyman hinekî were guhertin. Ji ber ku ew lihevkirin beriya 6 salan bû. Piştî wê gelek guhertin li herêmê çêbûn. Her wiha di wê demê de lihevkirin di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê, ENKS û partiyê de bû.

Nîqaş dê di navbera hêz û partiyên ku dê lêvegereke Kurd ava bikin û herêmên li gorî peymana Dihokê were birêvebirin de be.

Gelo partiyên din dê tev li pêvajoya duyemîn a diyalogê bibin?

Erê, nûnerên  25 partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd dê bi rêya avakirina komîteyekê tev li diyalogê bibin. Ew li benda bersîva ENKS`ê ne da ku tev lê bibin. Li gorî agahiyan, ENKS amadekariyên xwe di vî warî de temam kirine û ew amade ye.

Li gorî texmînên min danûstandin dê di demek nêz de destpê bikin.

Gelo pêkhatina yekîtiyê li Rojava ji bo çareserkirina doza Kurd têrê dike?

Rewşa Rojava hesas e. Pêkhatina yekîtiyê li ser asta Kurdistanê pêwîstiyek bi lez e. Niha em hewl didin di vî warî de li Rojava gavan bavêjin. Lihevkirina di navbera partiyên siyasî de têrê nake. Lê dîsa jî gavek baş e. Di pêşerojê de dibe ku kongreyek an jî konferansek bi tevlibûna tevahiya çînên civakê lidar keve. Ji ber ku partiyên siyasî beşek ji civakê ne.

Gava yekemîn; pêkhatine lihevkirinê di navbera partiyên siyasî de ye. Gava duyemîn jî avakirina lêvegerek niştîmanî bi tevlibûna tevahiya çînên civakê ye. Ger ev lêveger ava bû, dê li tevahiya Kurdistanê fireh bibe.

Bi nêrîna min her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji tevahiya Kurdistanê re bibe nimune.

Gelo bi lhevkirina du partiyan doza Kurd çareser dibe, yan jî pêwîstî bı yekîtiyeke li ser asta Kurdistanê bi tevlıbûna tevahiya çînên siyasî û civakî heye û çima?

Şaştiyek heye; ya ku behsa wê têkirin ne yekîtî, tenê lihevkirinek di navbera aliyên siyasî de ye. Yanî partiyên siyasî li ser nuqteyên hevbeş lihev dikin mîna xebat, berxwedan û siyaset. Ev nuqte dê wek xetên bingehîn ji gelê Kurd re werin hesibandin. Yanî em çi ji gelê Kurd re dixwazin, em azadî dixwazin lê na, gelo em xeta berxwedanê dipejrînin lê ne, gelo pergala ku divê em pêk bînin çi ye, gelo pergala herî guncew ji gelê Rojava re çi ye, têkiliya di navbera gelê Kurd û pêkhateyên din de çawa ye?

Tişta dixwazim bînim ziman, em hewl didin gelê Kurd komî ser hev bikin. Ev gelê ku bi sedan salan berbelav bûye. Ev berbelavbûn jî bandorê li gelê Kurd û pêkhateyên din jî kiriye. Ji ber ku dijimin Kurd ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar anî. Mînak, îşê Kurdan li şerê li Lîbya û Yemenî çi ye?

Ev hewldan dê rê li pêşiya nakokiyên Kurd-Kurd bigire.

Gelo asta bondora lihevkirina Kurd li ser pêşeroja kurdan li Sûriyê  û aloziya Sûriyê bi giştî çi ye?

Pergala li herêmên me niha tê meşandin, Kurd herikbarê wê ye. Pergalek ku her kesî hemêz dike hate avakirin. Ger yekîtî pêk hat û pê hate îtîrafkirin, dê bi awayekî yekser bandorê li rewşa Sûriyê bike. Dê hemû hesabê Kurdan bikin. Her wiha dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike.

Bi texmîna min ger Kurd bi awayekî rast û dirust li hev bikin, dê li Rojhilata Navîn bibin pêşengê projeya demokratîk. Gelê Kurd ji aliyên siyasî, ideolojî û fikrî ve xwedî karîn e ku vê yekê bike.

Mayîna ENKS`ê di îtîlafê de gelo li pêşiya yekîtiyê nabe astengî?

Ev mijar bi ENKS`ê ve girêdayî ye. Biryar a wê ye. Bi nêrîna min ger lihevkirinek Kurd pêk hat, wê demê têkilî bi hemûyan re, gelê Tirk, gelên din û hêzên herêmê re pêkan dibe. Lê divê ev têkilî ne li dijî lihevkirina Kurd be. Berovajî wê divê siyaseta Kurd a ku hêzên Kurd li ser lihevkirin e were meşandin û parastin.

(şx)

ANHA