​​​​​​​Mistefa Qeleçî: Civînên Astanayê Sûriye parçe kir

Interview with MIHEMED ABDO-ARIF SILÊMAN

Sekreterê giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qeleçî îşaret bi civînên Astanayê kir û got “Civînên Astanayê ji bo parvekirina xaka Sûriyê navgîna dewletên garantor e. Gelên Sûriyê di civînan de ne xwedî rol in. Ger ne bi erêkirina Amerîka û civînên Astanayê bûya, Erdogan li dijî Sûriyê êriş pêk nedianîn.”

Der barê civînên Astanayê, aloziya Sûriyê û çareserkirina aloziyê de sekreterê giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qeleçî ji ajansa me re axivî.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

*Astanayê di 14 gerên xwe de çi ji gelên Sûriyê re kir?

Destpêkê divê ez balê bikişînim ser sedema lidarxistina civînên Astanayê, jixwe di wê demê de civînên li Cinêvê û bi beşdariya gelek sûrî û însiyatîfa navneteweyî dihatin lidarxistin, lê rêgeha Astanayê cuda bû û tenê parvekirina serweriyan di navbera dewletên garantor (Rûsya, Tirkiye û Îran) de bû û li gorî berjewendiyên wan bû. Ji ber vê yekê em jî wekî gelên Sûriyê em vê yekê red dikin, ji ber ku bi îdiayên mîsogerkirina mafên gelên Sûriyê kongreyan li dar dixin.

Astana xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a ku xaka Sûriyê dagir kiriye, wekî Efrîn û herêma qaşo aram e ya di navbera Serêkaniyê û Girkê Spî de dike. Li gel ku herêmên Carablus, Bab û heta bi Ezazê jî dagir kirine. Di vir de mirov tê digihîje ku ev rûber du qatî rûbera Lîwaa Îskenderona dagirkirî ye.

Lê der barê Îranê de dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû yên bi ser ketin Meclisa Ewlehiyê ava kir. Paşê Îran ji mafê lêgerîna gazê ya li Deryaya Xezarê bê par ma, lê bi lidarixstina civînên Astanayê re dîsa Îran parek ji xêr û bêrên Deryaya Xezarê stand.

Lê Rûsya serkeftineke girîng bi dest xist û petrol an jî gaz a Kendavê û Îranê nehîşt bigihîje Deryaya Navîn û ji wir jî ber bi Ewropayê ve. Di encamê de qencîneya xwe ya bazirganiya gazê û rola xwe ya siyasî li herêmê parast. Tê zanîn ku di 2015`an de Rûsyayê destwerdana Sûriyê kir. Ev jî ji parastina berjewendiyên xwe bû, ne ku piştgiriya gelên Sûriyê bike yan jî parastina gelan bike.

Dewleta Tirk mixabin tiştên ku xeyal nekirin pêk anîn, li piraniya xaka Sûriyê dewriyeyan bi rê ve dibin, Erdogan xeyalê dagirkirina xaka Sûriyê dike û da ku bi ser xaka Tirkiyê veke. Jixwe herêmên ku hewl dide wan dagir bike, wekî ku Osmaniyan digot wîlayeta Heleb a ku ji bajar û bejahiyên Helebê, Reqa, Idlib, bakurê bejahiya Hema û Rojhilatê bejahiya Laziqiyê û bakurê rojavayê Dêrazorê, herî dawî jî êrişên li dijî Helebê îsbata berjewendiyên Tirkiyê ne.

Opozîsyona Sûriyê û şandeya ji dewleta Sûriyê beşdarî kongreyê bûn, êdî em baş dizanin ku di her 14 gerên Astanayê de ne ji muxalefê û ji aliyê dewleta Sûriyê daxuyaniyek sûrî derneket, wê demê em ê çawa vî kongreyê bikin kongreyê taybet bi rewşa Sûriyê? Heke em beşdarî nivîsandina daxuyaniya kongreyê nebûne û heta beşdarî ragihandina wê jî nebûne. Ji ber vê yekê Astana tenê ji girtina wêneyên wekî biranîn dimînine.

Hin kes dibêjin heke ne ji Astanayê bûna dê herêmên qaşo bêçek derneketa holê, lê ev herêm çi bi xwe re anî? Terorîst ji herêmên wekî Xûta, bejahiyên Şamê, Himis, Heleb derxistin û ew li Idlibê bi cih kirin, tevî ku Tirkiyê di civînên Astanayê de soza bibawîkirina van koman de lê mixabin wan zêdetir kir û navên cuda yên wekî "Artêşa Wetenî ya Sûriyê" li wan kir. Ew çawa wetenî (nîştimanî) ne û ala Tirkiyê bilind dikin? Di slogana sibehê de ala Tirkiyê û Erdogan silav dikin û navê Sûriyê ji bin û cih ve ji bîr kirin.

*Hûn rewşa heyî çawa dinirxînin û destwerdanên dewletên derve hîn zêdetir di kar û barên Sûriyê de derketiye pêş?

Daxuyaniyên dewletên garantor domdar banga yekîtiya xaka Sûriyê dikirin, lê em ê ji ber dagirkeriyên wan bêjin çi? Derbarê derketina DYA`yê zêde ji bo gelê ne tiştekî girîng bû, ji ber Amerîkî li herêmê ji barageha Incirlik heta bi Iraqê û Dewhayê belavbûne û balafirên şer ji van baragehan hate bigihên asmanê Sûriyê tenê 5 deqan dirêj dike. DYA`yê re da artêşa Tirk û berê Erdogan bi avakirina"herêma ewle"vekirin, ev jî tenê ji bo teqemeniyên nû çêbike û li herêmê biteqin, êdî em bi hev re rast bin, heke Erdogan biryar ji Amerîka û hevkarên wî yên wekî Astana negirtibûna dê bikarîba êriş bikira.

Belavkirina berhemên dewlemendî yên sûrî ji mafên gelên Sûriyê ye, ez behsa hemû kel û pelên ji Eyn Dîwar heta Xirbetewat dibin û ji beravên Sûriyê derbasî sînorê Iraqê dibin dikim. Divê berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên giştî re be, her wiha divê dev ji hevalbendan berdin da ku dest bi diyalogên Sûrî-Sûrî bikin.

Sedem çi dibe bila bibe em nikarin vegerin wekî berî 2011`an, ji ber li ser xaka Sûriyê milyon û nîvek qurbanî hene, binesaziya welat hate wêrankirin, aboriya welat 18 qatan paş de vegeriyaye û ev bi serê xwe karaset e. Li gel ku bêewletiya aboriya dewletên cîran bandora xwe li aboriya Sûriyê, dewletên Astanayê û DYA`yê dixwazin rewşa wiha bimîne û ji bo mane li ser xaka Sûriyê ji xwe re bike buhane.

*Tevî daxuyaniyên Rûsyayê yên dawîn, der barê rewşa Idlibê de bi Tirkiyê re li hev kirin hene, li gorî baweriya we pêşeroja herêmê dê çawa be?

Tiştên  li ser erdê pêk tên encamên kongreya wezîrê karê derve yê Amerîka wê demê John Kerry û Wezîrê Derve yê Rusya Sergey Lavrov in. Ji ber forma çareseriya aloziya Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsya de hate diyarkirin û di nêrîna min de ku Rûsya ne dewleteke mezin e wekî em pê bawer in lê beşek ji peywira Amerîka ya li ser xaka Sûriyê birin.

Da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin 2 pirsgirêkên girîng hene, ew jî hebûna hêzên leşkerî li Idilbê, divê xwe radest bin. Li gorî mentiqê hikumeta Sûriyê tev bigerin, an jî li herêmê çareseriya leşkerî were hilbijartin, di encamê de gelên Sûriyê dibin qurban û divê her kes bizanibe ku Erdogan û civaka navdewletî alîkariya me nakin berevajî wê me ji xwe re dikin derfet.

Di milekî din de em ê çawa beşdarî komîteya destûrê bibin, komîte ji 150 kesan pêk tê, 50 ji wan ji komên çeteyan ne û ji bo nivîsandina hevpeymana civakî hatine erkdarkirin. Li gel ku bi ajandeyên derve ve girêdayî ne, ji ber vê yekê divê hevpeymana civakî ji aliyê kesên berjewendiyên neteweyî dane ber çavên xwe were nivîsandin.

*Gelo çareseriya aloziya Sûriyê bi çi awayî dê mîsoger bibe?

Mudaxele, nakokî û şer û pevçûnên di van 9 salên dawîn de li Sûriyê çêbûne, mirov nikare wekî ku hema di rojekê de pêk hatibin, binirxîne.

Dewleta Tirk, Rûsya, Îran û DYA bi tenê dikare bi diyalogê ji Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin derxistin.

 (eh)

ANHA