Mihemed Nûredîn: Tirkiyê hewldana desteserkirina petrol û gazê dike

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Pisporekî karûbarên dewleta Tirk Dr.Mihemed Nûredîn got: “Tirkiyê bi hewldana bidestxistina serweriyên xwe û carede din li ser hesabên Rojhitala Navîn rûbera xaka berfireh bike. Hewldana dagirkirina herêmên bi petrol û gaza xwe têne naskirin, dike.”

Li herêma Rojihata Navîn anku(Eastern Mediterranean) nakokiyên siyasî û aborî yên di navbera aliyên rikber de zêde bûne û Tirkiyê liv û tevgera xwe li Lîbyayê zêde kiriye. Di vê mijarê de derbarê de ajnasa me hevdîtin bi pisporê karûbarên dewleta Tirk Dr. Mihemed Nûredîn re çêkir.

-Bi nêrîna we çima vê demê dewleta Tirk liv û tevgera xwe li herêmên deryaya Navîn zêde kiriye?

Deryaya Navîn bi xêr û berêra xwe tê naskirin, ev jî nîşana pêngaveke nû ya li herêmê ye. Lewma di qada siyasî de hêzên pêşbaz bi ser ket û Misr, Qubris, Tirkiyê,Yewnanî, Îtaliya û Jordan îsal li herêmên Rojhilata Navîn da ku xalîçeya deryayê di nava xwe de diyar bikin û gazê ber bi Ewropa ve hinarde bikin, kongreyê gazê li dar xistin. 

Di vir de Tirkiyê gihaşt encamekê ku dewletên beşdarî kongreyê bûne, dixwazin wê ji petrol û gazê bê par bikin. Lewma kifş kir ku di milekî wê ji ava Qubrisê bê par bimîne û di milekî din de sînorên herêmên deryayî yên Tirkiyê bin pê bikin. Ji ber vê yekê Tirkiyê bi rêya bidestxistina serweriyên xwe û li ser hesabên herêmên Rojhilata Navîn serweriya rûbera xaka xwe berfirehtir bike. Li ser vî esasî careke din dest bi liv û tevgeran kir û hewldana serweriya herêmên petrol û gazê dike.

-Di gelek nuqteyên girêdayî Rojhilata Navîn de, di navbera Rûsya-Tirkiyê de nêzîkatî hene, bi nêrîna we sedema vê nêzîkatiyê çi ye?

Nêzîkatiya di navbera Rûsya û Tirkiyê di esasê xwe de li ser xaka Sûriyê dest pê kir û her dewletekê ji bo berjewendiyên xwe  nêzî dewleta din kir.Di vir de Tirkiyê derbasbûna gazê ji Tirkiyê ber bi Ewropa erê kir û kirîna sîstema S-400 jî erê kir. Her wiha Rûsya pabendî avakirina baregehên Nukllerê li herêma Mêrsînê ya Tirkiyê ma, beramberî vê yekê Tirkiyê gelek destkeftiyên li Sûriyê desteser kirin. Mînaka vê yekê dema Rûsya îşaret da êrişên"Mertala Firatê û Şaxê Zeytûnê", her wiha bi rêya avakirina nuqteyên çavdêriyê Tirkiyê li Idlibê ma û Rûsya êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.

Rûsya projeyên bi Tirkiyê gaveke erênî dibîne û hewldana dûrxistina Tirkiyê ji Amerîkayê dike. Her wiha di navbera dewletên NATO`yê û YE`yê de nakokiyan derbixîne.Di rastiya xwe de Rûsya li ser van hesaban xwe dide meşandin û mirov dikare bibêje, ku di navbera her du welatan de berjewendiyên hevbeş hene û hişt di salên dawîn de nêzîkatî çêbibin.

-Tirkiyê behsa hevpeymanên nû yên li Lîbayayê dike, hun çawa vê yekê dinirxînin?Gelo piştî Sûriyê li herêmê dê hevpeymanên nû di navbera Rûsya û Tirkiyê de çêbibin?

Piştî Sûriyê ez nebawerim li herêmê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevpeyman çêbibin, lê belê mirov dikare bibêje, ku nakokî di navbera helwestên her du welatan de hene. Tirkiyê piştgiriya hikumeta Fayîz Alseraj ên îxwanî dike û Rûsya jî şerê vê hikumetê dike û piştgiriya şervanên muxalifê dike, lewa ev berteke xwezayî ye, li gel ku Rûsya ji bo li wir serweriya xwe berfirehtir bike, piştgiriya hêzên Hefter dike, di heman demê de beriya ku komên tundrew bigihêşin sînorê Rûsya, şerê wan dike.

Her wiha Rûsya ji bo destwerdana karûbarê Sûriyê bike, şerê komên tundrew ên li Sûriyê dike, lê ji bo Tirkiyê ew ne li hevpeymaneke nû ya Lîbayayê digere. Lê belê li nuqteya bicihkirina xwe digere, da ku li dijî hêzên di Rojhilata Navîn û herêma erebî yên wekî Misr, Erebistana Siûdiyê û Îmaratê şer bike. Li gel ku hikumeta Lîbayê di nava dewletên cîhanê yên nêzî komên Îxwan El-Mislimîn de xwedan statu ye.

Di vir de dewleta Tirk da ku têkiliyên xwe bi Îxwan El-Mislimîn re belge bike, sûdê ji vê nuqteyê werdigre û nîşana serketina wê jî dema hevpeyama xêzkirina sînorên deryayî yên di navbera her du welatan de hate mohrkirin û bi vê yekê derbe li dijî koalîsyona gaza Rojhilata Navîn xist. Her wiha hevpeymana hevbeş a leşkerî ya ku roleke sereke da Tirkiyê û kerta fîşara li dijî hêzên di herêma erebî de şerê wê dike, çêdike.

-NATO`yê nexasim Amerîkayê ji çûyîna Tirkiyê ber bi Rûyayê ve nerazî ye, bi nêrîna we helwesta rastîn a Amerîka ji liv û tevgerên Tirkiyê û hevpeymanên wê çi ye û têkiliya wê bi Rûsya têkiliyeke çawa ye?

Bê guman DYA`yê ji têkiliyên Tirkiyê bi Rûsyayê re ne rehet e û gelek caran xwest têkiliyên wan astang bike. Nîşana vê yekê jî dema cezayên aborî ferz kir. Nexasim cazeyên di kongresê dawîn de hatin birîn, cezayên leşkerî yên ku Rûsya vexwed û daxwaza dûrxistina Tirkiyê ji bernameyê balafiran ê F-35 xwest, dema li kongresê îtîraf bi qirkirina Ermeniyan kir. Dema piştgiriya dewletên Rojhilata Navîn kir û di vê çarçoveyê de zext li Tirkiyê kir û herî dawîn  jî qedexeya şandina çekan ji Qubrisê rakir.

Lewma gumanên ku DYA`yê ji reftarê Tirkiyê û têkiliyên bi Rûsyayê re aciz tune ne, berevajî vê yekê hewldanên dûrxistinê dike. Lê ne ku yekcarî xwe ji rejîma Tirkiyê qut bibe, ji ber di dawiyê de Tirkiyê alîgirê wê yê di Rojhilata Navîn de ye.

Derbarê destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re berdekên navdewletî hene, nexasim dewletan Ereban û Ewropî, lê tevî vê yekê Erdogan xwesteka xwe berdewam dike, gelo Rûsya dixwaze Tirkiyê bixe xefkê de?

Ez nebawerim ku Rûsya dixwaze Tirkiyê bixe xefkê û bi civaka navdewletî ya li Lîbyayê re bikeve nava şer de, ji ber berjewendiyên Rûsya rastî berjewendiyên Misr û Îmaratê hatine. Her wiha heta astekê berjewendiyên Amerîkayê rastî yên wan hatine, beramberî vê yekê berjewendiyên wan li hemberî yên Tirkiyê û Hikumeta Sîraj û çend dewletên Ewropa yên ku piştgiriya hikumeta Sîraj dikin, hatine.

Lewma dê Lîbya bibe qada şerê herêmî û gelek dewletan.

Herêma Rojhilata Navîn bûye herêma hevpeymanên di navbera hêzên cîhanî de, gelo berê Rojhilata Navîn ber bi ku ve diçe?

Her dem Rojhilata Navîn qada şerê di navbera hêzên navdewletî û herêmî de ye, ji ber vê yekê di baweriya min 2 xalên sereke hene ku vî şerê bi rê ve dibe hene, ew jî:Li piraniya herêmên Rojhilata Navîn û heta bi Kendav, Qezwîn û Îranê petrol heye û nuqteya duyemîn jî hebûna Îsraîlê ye, li gel ku dewletên Ewropa nexasim Amerîka domdar parastina ewlehiya Îsraîlê dikin û ew jî tekane hêza gefan li dewletên derdor dixwe ye.Lewma heke petrol ma dê domdar qada şer be.

ANHA