​​​​​​​Ji destpêka heta dawiyê, Aldar Xelîl bersiva pirsên derbarê lihevkirina dawî ya kurdî-kurdî da

Interview with Aldar Xelîl

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD û endamê şandeya Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd Aldar Xelîl, ragihand ku lihevkirina di navbera aliyên kurdî li Sûriyê de, lihevkirinekî destpêkê ye û got di nêrîna siyasî ya aliyên kurdî têkildarî gelê Kurd û pêşeroja wî li herêmê, tu nakokî tune ye

Piştî ragihandina Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd û ENKS’ê ya nêrîneke siyasî ya hevpar û gihaştina lihevkirinên destpêkê der barê gelê Kurd li Sûriyê de, gelek pirs di mejiyê gelê Sûriyê de têkildarê lihevkirina aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyê ku di 17’ê vê Hezîranê de hatiye ragihand çêbû.

Her wiha li hember vê lihevkirinê jî, gelek hewldanên reşkirinê çêbûn, her wiha hin alî jî li hemberê bi hêrs bûn ku hewldana qutbûn an jî hegamoniya li rêveberiya hatiye avakirin û herêmê ye û hinan jî Kurd bi îxanetê bi nav kir.

Der barê hûrgiliyên ku di navbera aliyên beşdar de çêbûne û dê çêbibin jî, ANHA’yê bi endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê û endamê şandeya Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd Aldar Xelîl re hevpeyvînek çêkir ku tê de berisiva pirsên lihevkirina dawîn da.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

DI NAVEROKA DAXUYANIYÊ DE TÊ DIYARKIRIN KU HÛN GIHIŞTINE NÊRÎNEKE SIYASÎ DER BARÊ HELWESTA KURD DE, GELO XALÊN VÊ NÊRÎNÊ YÊN GIRÎNG ÇI NE?

Beriya her tiştî dixwazim balê bikişînim li ser hin tiştên girîng, wek hûn dizanin di destpêkê de diyalog di navbera PYD û ENKS’ê de çêbûn, ne di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî de bûn. Ji destpêkê de diyalog li ser nêrîna siyasî ya hevpar a her du aliyan li Sûriyê û pêşeroja wê de, çareserkirina alozî, doza Kurd, rewşa gelê Kurd, rewşa opozîsyonê, rewşa herêmên dagirkirî û helwesta her aliyekî ji van, hat nîqaşkiirn. Ji wê demê de lihevkirinek li ser reşnivîsa siyasî çêbû û her du aliyan erê kir.

Lihevkirina her du aliyan a li ser reşnivîsî ne nû ye, mîna danasîna Sûriyê, Sûriyê di pêşerojê de çawa be, her wiha tê zanîn ku tevahî aliyên Kurd dixwazin Sûriyeke demokratîk a nenavendî be, ne rejîmeke destpot, navendî û dîktator be. Her wiha doza Kurd li gorî peyman û mîsaqên navneteweyî biparêze, parastina mafên Kurd bike. Her wiha berê ev helwestên Kurd di civînên Hewlêr û Dihokê de hatin pêşniyarkirin, ji ber nêrîna siyasî nêrîneke siyasî ya hevbeş a dirêj û sapît e. Ji lew re tu nakokî di nêrîn û hedefên her du aliyan de tune bûn, ne jî aliyên Kurd ên dîtir.

Wê demê tu îmzekirin li ser nêrîn an jî biryarê nehat kirin û nebû lihevkirinek. Ji ber tu nêrîneke cûda der barê helwesta Kurd ji aloziya Sûriyê û pêşeroja wê de derneketin. Lê belê bû pêngaveke destpêkê di navbera her du aliyan de ku tun nakokî di nêrîna siyasî de tune ne. Lê belê piştre Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd tev li hedef û diyalogan bûn ku merheleya piştî wê bêyî ku PYD’ê bi tenê bidome.

Di dema tevlêbûna tevahî partiyan li diyalogê de, merheleya duyemîn a diyalogan dest pêk kir. Tu nakokiyên cihêreng li ser lihevkirina nêrîna PYD û ENKS’ê tune bûn. Ji ber tiştên hatine nîqaşkirin bi xetên stûr bûn ku bi yên nêrîna partiyên dîtir re ne cuda bûn.

Lihevkirina niha, lihevkirina destpêkê ye. Ew jî pêngaveke destpêkê ye ku fikra tevahî aliyan bi heman nêrîna li rêgezên sereke ne, bo nimûne peymana Dihokê. Ew jî lihevkirineke giştî ye. Lê belê dê di pêşerojê de hin nuqte derkevin û li ser bên nîqaşkirin, lê heke tu nêrîn an jî nakokiyên cuda tune bûn dê bi heman şêweyê bidome. Lê heke nakokî li ser hin hûrgiliyan derketin dê dem û nîqaşekê bixwaze.

Tevahî li ser nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên giştî yên hebeş ên tevahî bi armanca wê tev digerin mîna Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd û ENKS’ê, kom bûne. Li gel me tevan nêrînên hevbeş hene. Lê merheleya pêş merheleyeke diyalog û xebata li ser hûrgiliyan e û li vir nêrîna siyasî ya biarmanc derdikeve, ne weke ya li ser hatiye lihevkirin, her wiha dikarin navê bi bingeha destpêka merheleya pêş bi nav bikin.

GELO NÊRÎNA HER DU ALIYAN A SIYASÎ KU WAN LI SER PÊŞEROJA SÛRIYÊ HATIYE LIHEVKIRIN ÇI YE?

Ji ber ku mijar bi tememî bi dawî nebûne û tu îmzekirina dawî çênebûye, heke li ser hûrgiliyên wê biaxivin dibe ku bandorê li diyalog û nîqaşên pêşerojê bike. Ji lew re em nikarin li ser hûrgiliyan biaxivin. Lê belê di giştî de li Sûriyê ku em tevahî dixwazin Sûriyeke nenavendî, demokratîk û pirrengî hembe, her aliyek dikare nêrîna xwe bibêje û mafên Kurd e li ser xaka xwe bijî. Ev tevahî jî pîvanên sereke di nêrîna siyasî ya her du aliyan de ye. Lê belê niha li ser her xalekê biaxivin, ne pêkan e. Lê dema dem were û bigihînin lihevkirineke giştî dê ji raya giştî re bi awayekî fermî û rihetî ragihînin, ez bawerim wisa baştir e.

DI HEMAN ÇARÇOVEYÊ DE, GELO HELWESTA KURD JI NÊRÎNA SIYASÎ YA DAWÎN JI HIKUMETA SÛRIYÊ, ITÎLAFA SÛRIYÊ Û TIRKIYÊ DE ÇI YE?

Tirkiyê bo nimûne, belê cîranê me ye lê dagirker e. Efrîn dagir kir, beriya wê jî Ezaz, Bab û piştre Serêkaniyê û Girê Spî. Niha jî heke derfet jê re hebe dê gelek parçeyên dîtir dagir bike. Rastiya Tirkiyê eşkere, zelel û li gel her kesî agahî hene û bawer nakim ku tu kurdek ji bilî vê mijarê bifikire.

Lê hikumeta Sûriyê, bi hikumeteke destpot û navendî ji destpêka damezrandina wê li vî welatî û heta niha de tê nasîn. Tê de maf, azadî û demokratî ne tenê bi heqê Kurd lê belê heta bi heqê ereban jî tune û winda ye. Tu qanûnên partiyan nîn bûn, tu rihetbûneke di avakirina partî yan jî weşandina rojnameyekê yan jî kovareke siyasî yan jî xwendina helbesteke bi rihetî tune bû. Rastiya rejîmê ji tevan re eşkere ye. Heke li gel rejîm piçek demokratî hebûya û ji 2011’an ve li ser hin çareserî û xebatan bixebitiya Sûriye wiha wêran nedibû. Tiştên min bi bîr anîne rastiyên giştî ne û wê parçeyek ji nêrîna hevbeş bin.

Têkildarî opozîsyonê, li gorî nêrîna siyasî naaxivim. Lê belê me tevan û bi sed caran di çapemeniyê de bi bîr xistiye. Her kes opozîsyoneke dûrî DAIŞ’ê û ne tundraw, dûrî îslama siyasî, opozîsyoneke demokratîk, tu kesî û pêkhateyan înkar neke û ne şovînî be, dixwaze. Lê belê kesên dixwazin welat bi paş de bidin û zihniyeta wan paşverû ye ji zihniyeta hikumeta Sûriyê wêdetir e, bê gûman ne pêkan e pê re bixebitin.

Her tim xwestekên me dîtina opozîsyoneke demokratîk ku mafên gelê Kurd misoger bike, ji ber em xwediyê çand in, hebûna me heta niha înkar dikin. Ji lew re divê mafên me vegerin. Bila her kes bizane dema xwestekên xwe dixwazin ev ne tê wateya parçekirina Sûriyê û qutbûnê. Lê belê em dixwazin beşek ji vî welatî bin û azad bin, mafên me bên parastin û her herêmeke bibe Laziqiyê, Tertos, Şam, Heleb, Humis û Hema, dê çi zirarê li me bike.

Lê belê yê girîng nasnameyeke me tê de hebe, xwe îfade bikin, xwe bi rûmet, azadî, wekhevî û adalet bi rê ve bibin. Ev ne mijarên nû ne ku li ser li hev bikin. Ya rast her aliyekî ku li ser van rêgezan di nêrînê de li hev nekir ew nikare yekitiya xwe pêk bîne, her wiha texmîn nakim ku ev mijar dê bibin pirsgirêk û arîşe.

PEYMANA DIHOK A 2014’AN BÛ BINGEHA BERDEWAMA DIYALOG, DAN Û STANDINÊN HEYÎ, GELO NAVEROKA PEYMANA DIHOK BI HÛRGILÎ ÇI NE?

6 sal di ser peymana Dihokê re derbas bûn, merc û ew merheleya li Rojava ji yên niha cudatir in. Lê belê ruxmî wê di lihevkirina dawîn de me got ku divê peymana Dihokê bibe bingeha lihevkirinên pêşerojê. Ji ber peymana Dihok lihevkirina di navbera hêzên Kurd de bi xwe bû ku arîşeyên Kurd di nava hev de çare bikin û bigihînin biryar û yekhelwestê weke Kurd, bo nimûne peymana avakirina lêvegera siyasî ya Kurd ku bibe nûnertiya gelê Kurd li Rojava. Mînak di hilbijartin an jî hikumet an jî parlamento yan jî çi sazî yan jî çi diyalog bi rêjîmê re dibe yan jî guhartina Sûriyê de nûner bin, her wiha nivîsandina destûra Sûriyê de jî. Bi wê re jî helwest û mafên Kurd tê parastin, ew jî ji dêvla her aliyek nêrîna xwe dûrî ya din hebe.

Îro heke me xwe spart peymana Dihokê, yekitiya hêz û helwestan, dê çi di pêşerojê de ji bo Cinêvê yan jî nivîsandina destûra Sûriyê yan jî çareya li Sûriyê yan jî dan û standina bi rejîmê re yan jî berxwedana li hember dagirkeriyê yan çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li herêmê yan jî di hilbijartin û rêveberiyê de, were helwesta me yek be. Ji lew re divê yekitiya helwest û ref bê çêkirin da ku lihevkirin û xebateke bi hev re bimeşînin.

Di merheleya pêş de, mînak li pêşiya me Rêveberiya Xweser heye. Ev Rêveberiya Xweser jî tê de Kurd, Ereb û Suryan hene, em Kurd nikarin li şûna Ereb û Suryanan biryarê bigirin. Wek me berê dikir me girtina biryaran li şûna Kurd red dikir. Ji lew re divê her pêkhate mafên xwe bigire, divê di her tiştî de hevparî hebe. Lê belê di vir de em ê xwedî hêzeke mezin bin, ew jî di encama yekrêzî, yekhelwest, yekplan û yekbiryarî de.

Wê demê dê bi birayên xwe yên Ereb û Suryan re yên di rêveberiyê de li ser lihevkirina me weke Kurd ji biryar û nêrînên der barê herêmê de, biaxivin. Bo nimûne di peymana Dihokê de pêşniyara guhartina hevpeymana civakî ya ku 2014’an de hatiye nivîsandin a Rêveberiya Xweser, heye. Wê demê bi ENKS’ê bi rêya lêvegera siyasî madeyên dê bên guhartin pêşniyar bikin û pêşkêşî bira û hevkarên xwe Suryan û Ereb bikin da ku beşdarî biryarên guhartinê bin û nêrînên xwe bidin, da ku piştre nêrînên hevpar derxin.

Mînakeke din jî, heke hilbijartin li herêmê çêbûn, dê bi hev re derbasî hilbijartinan bin da ku nûnerên li parlamento yan jî meclisan bi yek nêrînê hebin, her wiha bi yek dengî hebin da ku dengên Kurdan parçe nebin an jî nûnertiya Kurd li Cinêvê hebe. Wê demê de rûnin û nûnerên xwe ji bo civînên navneteweyî diyar bikin û wan kesan ragihînin.

Gelek mijarên dîtir di civîna Dihok a 2014’an de li dar ketiye, hatin nîqaşkirin, jê mijara parastin û xweparastinê û aliyê leşkerî. Di wê demê de hat pêşniyarkirin ku komîteyeke ji her du aliyan ji bo lêvegera fermandariya leşkerî li herêmê bê avakirin ku nîqaşa mijarên leşkerî bike û pêşniyaran bike. Ji ber şandeya siyasî ji dêvla leşkerî nikare nîqaş bike. Bi daxuyaniya dawîn re hatiye ragihadin hat diyarkirin ku me hê dest bi merheleya bê nekiriye û ez nizanim heke dê vê mijarê nîqaş bikin an na. Gotinên min li gorî peymana Dihok ya 2014’an de, lê belê duh me got ku dê peymana Dihokê nuqteya piştdayînê û binesaziyê  be ku dê hewl bidin li gorî hin mijaran bixebitin.

DI SER PEYMANA DIHOKÊ RE 6 SAL DERBAS BÛN Û DI VÊ DEMÊ DE GELEK GUHARTINÊN MEZIN LI HERÊMÊ ÇÊBÛN, GELO DÊ  BENDÊN WÊ PEYMAN WEK WÊ BÊN NÎQAŞKİRİN LÊ DÊ HİN GUHARTİN Lİ GORÎ MERHELEYA NİHA TÊ DE HEBİN?

Bê gûman em li ser vê mijarê bi birayên xwe yên  ENKS’ê re diaxivin û ew jî vê baş dizanin ku rewşa beriya 6 salan ne wek a niha ye. Sala 2014’an cudatirî 2020’an e û vê eşkere dibêjin. Wê demê QSD’ê tune bû, tenê YPG û YPJ’ê hebû, rewşa Rêveberiya Xweser û rewşa Efrînê ne wek a niha bû yan jî rewşa herêmên di vê dawiyê de mîna Minbic, Reqa û Dêrazorê û yên nehatine rizgarkirin ne wek a niha bû, her wiha herêmên di navbera Cizîrê û Kobanê de di bin serweriya DAIŞ’ê de bûn.

Di gelek mijaran de guhartinên mezin hene. Ji lew re em nikarin bibêjin ku peymana Dihokê bingeh e û dê li gorî wî sedî sed be. Lê belê di merheleya bê ya diyalog, dan û standinan de dê li gorî pêşniyarên li ser vê mijarê nîqaş, dan û standinan bikin.

NÛNERTIYA HER DU ALIYAN DI VÊ LÊVEGERÊ DE LI GORÎ RÊJEYÊ YE, GELO DÊ EV LÊVEGER TENÊ BIRYARAN LI GORÎ KURD DI RÊVEBERIYA XWESER DE BIDE YAN JÎ BIRYARÊN JI BER RÊVEBERIYA XWESER VE WEKE TÊ WESIFANDIN BIDE?

Peymana Dihokê ya 2014’an naverok û rêjeya wê di tevahî torên çapemeniyê de û cihê wê, her wiha rêjeya beşdariya Kurdan tê de hat belavkirin, ew jî ji sedî 40 ji TEV-DEM’ê re, ji sedî 40 ji ENKS’ê re û ji sedî 20 ji partî û bilokên siyasî ya kurd ku tev li TEV-DEM û ENKS’ê nebûne, ye. Ev rêjeya ku hatiye diyarkirin ne ji bo rêvebirina herêmê ye û ne fermana dawîn li ser herêmê ye. Ev rêje dê tenê nûnertiyê bi navê Kurd di girtina nêrîna siyasî û leşkerî ya Kurd de yan jî civakî bi Kurdan li herêmê de bigire.

Min jî çapemenî û torên civakî şopandin, ev nêrîn û analîzên şaş der bar rêjeya diyarkirî de ji dema peymana Dihok a 2014’an de hatine der, şaş in. Min dît ku tevahî dibînin ku lihevkirina di navbera her du aliyan de çêbûye, li ser dabeşkirina tiştên di rêveberî yan jî hwd de ye, dê her du alî herêmê bi rê ve bidin û dê hin alî jî li derve bimînin. Ev nêrîn şaş in.

Mijar ne bi wî rengî ye, ev mijar nehatine nîqaşkirin û nayên nîqaşkirin jî. Ez nizanim sibe yan du sibe çi bê nîqaşkirin. ENKS’ê ji merheleya bê re ji reşnîqaşê re çi amade kiriye ne diyar e. Her wiha ez nikarim li ser tiştên ew dê nîqaş bikin biaxivim. Her wiha jî ez nikarim bêjim rêjeya ku li civîna Dihokê ya 2014’an de hatiye diyarkirin bi merheleyê re bê guhartin an jî wek xwe bimîne.

Lê belê rêje çi dibe bila bibe, ev rêje di çarçoveya lihevkirina Kurd-Kurd û nûnerên Kurd de ye. Divê birayên me Ereb û Suryan bizanibin ku ev rêje ne ji bo dabeşkirina her tiştê li Rojava ye. Ji ber tevahî di sazî, sandîqe û rêveberiyên li herêmê hatine avakirin de, hene, ne ji mafên me ye. Ji ber em bi demokratiyê bawer in. Ji ber bêyî derbasbûna hilbijartin û sîstemeke demokratî xweparastina dabeşkirina saziyan li dijî heypeymana civakî ya Rêveberiya Xweser e.

Ji lew re divê her kes bizane ku lihevkirin ne li ser bingeha dabeşkriina tiştên heyî ye. Ji ber li gel me rêgezên sereke hene ku ligel yekitiya Kurd û bidestxistina mafên gelê me, çareserkirina pirsgirêk û doza me lêkolîn dikin, bêyî ku li ser hesabê pêkhateyên dîtir be. Ji ber weke em hewl didin, aliyên dîtir jî hewl didin hebûna xwe li ser hesabê me biparêzin. Tişta em ji xwe re dixwazin ji yên dîtir re jî dixwazin û dixwazin bi hev re azad bijîn.

Di bingeh de herkes bixwazî bisepînî ku di rastiyê de azad î divê yê li cem te azad be, divê awateyeke rastîn bidin rûmet û azadiyê. Pêwîst e kesên bi me re dijîn azadiya wan biparêzin, mafên wan di rêveber û saziyan de misoger bikin û jê re hişyar bin.

BENDA DUYEMÎN JI LIHEVKIRINA DIHOKÊ KU BI RÊVEBERIYA XWESER Û ÇAWANIYA NÛNERTIYA ENKS`Ê WERE NÎQAŞKIRIN, GELO ÇAWA EV YEK DÊ PÊK WERE BI TAYBET PIŞTÎ KU 3 KANTON BÛN Û ÎRO NAV BÛYE RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ, GELEK MECLISÊN SIVÎLÊN ÊN DIN HENE (MINBIC, TEBQA, REQA Û DÊRAZOR?

Beriya her tiştî şêwazê rêjeyê tune ye. Ji ber em nehatine tu tiştê ku xwediyê wê tune ye li hev par ve bikin. Em di şoreşekê de ne. Gelê me yê berxwedêr heye. Gelê me bi hezeran  şehîd daye. Gelê me di rojên pir zehmet de ku nayê gotin, dijîn. Zehmetî dît, koçber bû, malên wan hatin hilweşandin û warê wan hate dagirkirin. Ev hemû zemhetiyên gelê me ne. Em fedî dikin ku van têgehan bikar bînin. Têgeha parvekirinê û em li gorî rêjeya parve bikin. Ev ne li gorî pîvanên siyaseta me ye.

Mînak kesê ku dixwaze nûnertiya Rêveberiya Xweser bike divê xwe bispêre bingeh, pîvan û sîstemên cîhanî û pîvanên demokratîk û ew jî hilbijartin in. Em Kurd divê di yekitiyê de lihev bikin da ku rêjeya xwe di Rêveberiya Xweser de ku ji kurdan re hatiye diyarkirin, bikin yek bêyî ku bandorê li nûnertiya pêkhateyan bike û bêyî ku bandorê li rêjeya nûnertiya pêkhateyên din bike.

BENDA SÊYEMÎN XWEPARASTIN, PARASTIN Û ÇAWANIYA TEVLÎBÛNA HÊZÊN LEŞKERÎ KU HEGER LI GEL ENKS`Ê HEBE, JI BO PARASTINA HERÊMÊ Û BI NÊRÎNA WE EV YEK DÊ DI PÊŞEROJÊ DE ÇAWA BE?.

Ji bo mijara leşkerî hê zû ye. Lê pîvanên giştî hene. Di pîvanên giştî de di çi dewletê de ji bo mirov karibe parastinê bike û divê mirov hêza xwe biparêze û xurt bike. Divê hêzeke leşkerî tekane hebe. Heger bibe du hêz ev rê li pêşiya tevlîheviya hundirîn vedike, lê heger bimîne yekhêz ev yek dihêle herêm li ber xwe bide.

Ji aliyê siyasî yan fikrî, pirrengî û zêdebûn baş e. Ew nêrînê dewlemend dike. Lê belê beşa leşkerî ne wisa ye. Divê parastina yekitiya hêzê were kirin. Ji ber wê jî bi nêrîna min divê birayên me heger em lihev bikin divê em di vê derê barê de hişyar bin. Ji ber ew dixwazin beşdarî sîstema herêmê bin. Ji berjewendiyên wê ye ku vê sîstemê biparêze û divê em bi hev re bixebitin da ku yek hêz bimîne.

HIN ALIYÊN SIYASÎ, LEŞKERÎ Û HIN JÎ YÊN HERÊMÎ VÊ LIHEVKIRINÊ WEKE PARÇEBÛN YAN JÎ SERWERIYIA LI SER HERÊMÊ Û PAŞGUHKIRINA ROLÊN DIN LI SER HESABÊ PÊKHATEYÊN DIN PÊNASE DIKIN, HER WİHA JÎ DAXUYANİYA DAWÎ YA TİRKİYÊ JÎ, GELO DÊ BANDORA VÊ LIHEVKIRINÊ LI SER HERÊMÊ, LI SER PÊŞEROJA SÛRIYÊ Û ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ ÇAWA BE?

Beriya her tiştî em li Sûriyê dijîn, welatiyên Sûriyê ne lê Kurd in, Kurdên Sûriyê ne. Em di hundir de ne. Em di nava xwe de ji bo pêşeroja xwe, pêşeroja welatê xwe  û mafên xwe dixebitin. Em wek hêzên heyî di vî welatî de li hev dikin. Lê belê Tirkiyê dewleteke dagirker e. Em her çiqas lihev bikin çi şaş û çi rast em li ser axa welatê xwe ne û di hundrîn de nîqaş dikin û ev ne parçebûn yan jî qutkirin e.

Parçkirin ew e ku sûcên ku Tirkiyê dike, Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê bi Tirkiyê ve girê dide. Dîwarê parçekirinê ava dike û di nava xaka Sûriyê de sînoran lêdike, pereyên xwe ferz dike, zimanê Tirkî ferz dike û Tirkiyê wê bi rê ve dibe. Ev parçebûn e. Guhertina demgrafî pêk tîne. Xaka Sûriyê ji gelê wê qut dike û dibêje parastina yekitiya Sûriyê dike.

Em di Sûriyê de ne. Tevî ku lihevkirina Kurdî ye û em bêjin ku kêm e, lê belê di hundirîn de li ser xaka Sûriyê nîqaş dikin. Em dixwazin parastina mafên gelê xwe bikin. Em sîstemeke domokratîk ji tevahî Sûriyê re pêşniyar dikin, lê belê me tu parçe ji xaka Sûriyê qut nekiriye.

Trikiyê xaka Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe qut kir û xaka Sûriyê parçe kir. Ji ber wê jî ne ji mafên tu alî ye ku behsa parçebûnê bike, ji bilî Tirkiyê ji ber ew berpirs e û axa Sûriyê parçe dike. Dixwaze xaka Sûriyê qut û parçe bike. Ji ber ew aliyê ku herî zêde li ser parçekirina hêzên Sûriyê yên mûxalif xebitî. Bandor li aloziya Sûriyê û kûrtir kir. Ji ber wê jî tu plan yan jî xwesteka me ji bo qutkirina ji Sûriyê tune ye. Lê belê û bê gûman em banga mafên xwe dikin û ev yek ji kirinên ku Tirkiyê pêk tîne, cûda ye.

Bê gûman lihekvirina ku di navbera kurdan de çêbû û lihekvirina yekitiya Kurdî dê alîkariya çareserkirina aloziya Sûriyê bike. Ji ber heger lihev bikin, aramî li herêmê pêk were,  sîstemeke demokratîk were avakirin û hêdî hêdî bi pêş de bibe ev yek dê banorê li tevahî Sûriyê û opozisyona Sûrî bi xwe bike. Dê aliyên demokratîk xurt bike, lê belê hindek aliyên şofînîst vê yekê qebûl nakin çi lihevkirin pêk were yan jî na. Ji ber ew dijberî demokratiyê ne. Kesên bi sîstemeke demokratîk difikirin dê bi vê yekê kêfxweş bin û wê weke hêza xwe bibînin. Heger çi hewldan ji bo çûyîna ber bi çareserkirinê ve hebe em ê destek bidin da ku bibin hêz. Ji ber destekdayîn, hêza wan aliyan zeyîf dike.

GELO ŞANDEYA PARTIYÊN YEKITIYA NÎŞTIMANÎ YA KURDÎ TÊKILDARÎ ENCAMÊN PÊŞEROJA DIYALOG Û LIHEVKIRINA DI NAVBERA HER DU ALIYAN DE KÊFXWEŞ E, PIŞTÎ GELEK LIHEVKIRINÊN BERÊ KU BIN KETIN Û ÇIMA KÊFXWEŞ E?

Her tim di hemû hewldanan de zehemtî û astengî hene. Hindek tiştên erênî û hindek jî neyênî hene. Hindek tişT alîkariya hev dikin da ku bin bikevin. Di hemû dewlet û şoreşan de ev yek çêdibe. Lê belê divê em ne xemgîn ne jî kêfxweş bin û divê em hêviyên xwe qut nekin. Heger hêviyên me di van diyalogan de tune bûna  me erê nedikir ku dest pê bikin.

Lê her tim em ji aliyê din dixwazin ku hêviyên xwe xurt bikin. Da ku em bi hev re parastina heviyên xwe bikin û li tiştên sereke di vê lihevkirinê de bigerin. Li vê derê ez nikarim bêjim ku her tişt ji sedî sed baş derbas dibe û em weke her du alî van tiştan erê dikin. Ji ber ne wisa ye. Gelek nêrîn hene, nêrînên me der barê wan de ne yek in û ew dê werin nîqaşkirin. Ev nayê wateya ku em dijmin in lê belê nêrîn û fikirandinên me cûda ne.

Gelek nêrînên me hevbeş hene û em bi hev re erê dikin. Em niha dikarin di destpêkê de ji bo rewşên girêdayî nêrînên me bixebitin, hêdî hêdî ji bo rewşên din jî bikin ji ber ew dem dixwaze û hemû hewldanên me di çarçoveya ku em bighêjin çareseriyê de ne.

Hêviya me ew e ku em bighêjin hêvî û armancên gelê xwe û pêk bînin. Em li gorî baweriya wan bin. Tişta ku di navbera her du aliyan de çêdibe em bi gelê xwe re parve dikin ku ew li bûyeran bandor nakin. Divê em tu tiştî ji ser gelê xwe veneşêrin. Ji ber ev ne rast e. Heta niha û li gorî derfetên xwe me agahî bi gelê xwe re parve kirine. Di pêvajoya pêş de divê em agahiyên zêdetir bidin gelê xwe û tişta ku em li ser li hev bikin dê bê gûman parve bikin.

fr-bx

ANHA