​​​​​​​Elî El-Tetkbalî: Heke hikumeta Wîfaqê însiyatîfa Qahîreyê red bike, tenê vebijêrka şer dimîne

Interview with ​​​​​​​Elî El-Tetkbalî

Endamê Komîteya Parastin û Ewlehiya Netewî ya Parlamantoya Lîbyayê Dr. Elî El- Tetikbalî diyar kir ku aloziya li Lîbyayê hîna berdewam e û got: "Heger Tirkiyê hikumeta Wîfaqê neçar bike ku însyatîfa Qahîreyê red bike, wê ji bilî şer vebijêreke din lê pêşiya me tune be."

Ji zêdeyî salekê ve asyonê şerê domdar ê li Lîbyayê hate guhertin. Hêzên hikumeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayiz El-Serac a ku dewleta Tirk, çek, leşkerên xwe û çeteyên sûrî jê re dişîne li ser erdê bi pêş ket. Piştre herdu aliyan domandina diyalogên agirbestê ya di çarçoveya Cinêv 5+5 de qebûl kirin. Di rojên dawî de nêrînan li ser însyatîfa Qahîra ya ji aliyê Misirê ve hatiye ragihandin li hev dikin.

Piştî du rojan ji însyatîfa Qahîreyê ya çareseriya "Lîbî-Lîbî" bi sponseriya serokê Parlamantoya Lîbyayê şêwirmend Aqîla Salih û fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar Xelîfe Hefter îro saet 6 sibeha agirbesta ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ragihand dest pê kir. Lê diyar e ku hikumeta Wîfaqê bi desteka Tirkiyê agirbestê qebûl nake û êrişên li ser bajarê Sîrtê ragihand.

Têkildarî geşedanên li ser erdê, endamê Komîteya Parastin û Ewlehiya Netewî ya Parlamantoya Lîbyayê Dr. Elî El-Tikbalî ji ANHA‘yê re axivî.

Hevpeyîna bi Dr. Elî El-Titkbalî wiha ye:

General Ehmed El-Mismarî ji ragihandinê re daxuyand ku hin dewlet hene dest ji Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê berdan. Gelo ev dewlet kijan in û çawa dest ji wan berda?

Bi nêrîna min hin dewlet hene,  di destkdayîna çekan a ji bo artêşa Lîbyayê da ku derbasî Terablusê bibe texsîr kir. Wan dewletan ji bo dawîbûna şer li gorî ku dihat xwest destek nedan artêş. El-Mismarî bawer kir ku dewletên ku destek didan artêşê dest ji wan berdan.

Hêzên Fanger a Rûsyayê li dijî hikumeta Wîfaqê ya li Terablusê ket şer. Lê ji nişka ve vekişiya û tevliheviyek di hevsengiyan hêzên de çêbû. Gelo sedemên vê vekişînê çi ne?

Her kes behsa Fanger dike mîna ku artêşa sor a Rûsyayê ye, lê ya rast hin şêwirmendên girêdayî hêzên Fanger a Rûsî hebûn, ku rêxitineke navdar e, çeteyan ji her deverê cîhanê tînin. Lê bandora vê yekê ne xurt bû, delîlê vê yekê evnan ne di refa yekemîn de bûn, tu kes ji wan nehatin kuştin û nehatin dîlgirtin. Lê hikumeta Wîfaqê îdia dikir ku hêzên Fanger ên Rûsî û hêzên dîtir hene. Em lîbî em tu kesî naxwazin, artêşa Lîyayê heye ku hejmara wê zêdeyî 80 hezar leşker in, lê em desteka çekan dixwazin.

Li gorî we gelo tu lihevkirinên Rûsî- Tirkî derbarê Lîbyayê de jî hene?

Tirkiyê dewleteke mezin e, plan û berjewendiyên wê li her deverê cîhanê, di nav de Lîbyayê hene. Berjewendiyên Tirkiyê bi Rûsyayê jî êdî eşkere ne lê nakokiyên wan ji berjewendiyên wan zêdetir in. Piştî ku projeya xeta gazê di navbera Rûsya  û Tirkiyê de hate pêkanîn, êdî hewedarî bi vê tevkariya navdewletî ya mezin nema. Lê dibe ku ev yek wekî kaxeza zextê li dijî dewletên mezin be yên ku dê mudaxeleya Lîbyayê bikin were bikaranîn. Lê wekî em dizanin çi dibe Tirkiyê fermanên Amerîkayê red nake.

Gelo têkiliyan rewşên ku li Sûriyê û li Lîbyayê rû didin çi ne?

Sûriye û Lîbyayê di helwest û sedema êrişan de dişbihin hev. Em dizanîn ku li cem Sûriyê îhtiyateke mezin a gazê di Deryay Spî de heye. Sûriyê dewletek li dijî Îsraîlê ye û li hemberî hev in. Îsraîl dixwaze Sûriyê lewaz bibe û dixwaze kesên îdia dikin ku rizgarker in û ji bo rizgariya Sûriyê hatine derbas bibin, lê bi xwe Cebhet El-Nusra û DAIŞ in, ku li Sûriyê desthilatdar in, dizane vê yekê û pereyan didin wan

DAIŞ demeke dirêj li Sûriyê ma bêyî ku tu kes karibe wê jê derxîne, lê ya rast tiştek çênebû ta Rûs hatin û lêdana rasteqîn dest pê kir, artêşa Sûriyê jî bi pêş de ket. Li Lîbyayê em dizanîn ku aloziya çêkirî heta niha berdewam e, ev yek şibiheta di helwestan de diyar dike.

Gelo lihevkirineke Rûs-Tirkî li ser vekişandina çeteyan ji Sûriyê û şandina wan ji bo şerê Lîbyayê heye da ku ji wan xilas bibin? An jî ev planeke Rûsî da ku ji çeteyên ku li Sûriyê şer wan dikin û nakokiyan di navbera wan û Tirkiyê de çêdikin derdixînin?

Bawer nakim ku Rûsya bi Tirkiyê re li ser veguhestina çeteyan ji bo Lîbyayê li hev kiribe da ku wan çeteyan tune bikin. Lê ya rast e ew ku li tiştek bi qîmet li cem Tirkiyê nîne. Ne peyam û ne jî mîsaq tune ye. Di dirêjahiya dîrokê de me Tirkiyê bi vî rengî dîtiye. Lê Rûsyayê jî tiştek wiha nake. Heger Rûsya gavek wiha bavêje ev komployeke mezin li Lîbyayê, divê Rûs ji wan çeteyan xilas bibe

Ev bi kêmanî mantiqa exlaqî ye, ji wan tê xwestin ku bi gel re wefdar be ku vî gelî ew hembêz kir û bi dirustî nêzî wê bû.

Gelo însyatîfa Qahîra dê çawa bandore li çareseriya aloziya Lîbyayê bike?

Însyatîfa Qahîreyê hêz da însyatîfa parlamanatoyê ya ku beriya du salan pêşkêş kiribû. Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî jî ewlehî da vî însyatîfê  û ew gihand guhê cîhanê. Xuya ye ku rê ji vê însiyatîfê re hatibû dayîn. Eva cudahiya di navbera me û Misirê de ye. Misir di cîhanê de xwedî hêz û cih e. Weke ku em zanin Amerîka û dewletên mezin ev însiyatîf erê kirine û em ê di pêşeroja nêz de encamên wê bibînin.

Heger hikumeta Wîfaqê diyaloga siyasî qebûl neke, sînaryoyên muhtemel çi ne?

Hikumeta Wîfaqê ya li Terablusê dê hinekî red bike, lê piştre heger dît ku hemû dewlet însyatîfê erê dikin ew ê erê bike, wê demê Tirk ji bilî qebûlkirinê tişekî din nabîne.

Lê heger tirkan di serî wan de xwend û hikumeta Wîfaqê neçar kir ku vê însyatîfê red bike wê demê ji bilî şer ti vêbijêrk li pêşiya ma namînin, Divê cîhan alîkariya me bike, ji ber ku em ê nehêlin ku Tirk li Lîbyayê bimînin, her wiha em qebûl nakin ku bajarê Marqa mîna Terablusê ne di benda Lîbyayê de be.

ANHA