​​​​​​​El-Bihbah: Peymana Qahîra misogeriya çareseriya Lîbyayê ye

Interview with Remadan El-Bihbah

Dr.Remadan El-Bihbah got: “Peymana Qahîra ya ku serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî ragihandiye destnîşan dike ku çareseriya leşkerî li Lîbyayê rewşa welêt girêktir dike û tu bedîl li şûna çareseriyek siyasî ku Lîbyayê xilas dike, tune ye.”

Balyozê Lîbya yê berê li Hindistanê û endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Niştîmanî ya Gelêrî ya Lîbyayê Dr.Remadan El-Bihbah di hevdîtinek taybet de bi ANHA`yê re got: “Hişyariya ku El-Sîsî daye, ger aliyên din agirbest binpê bikin, tê wateya ku Misr dê li rex artêşa Lîbyayê tevbigere. Bi texmîna min cenga niha cenga parastina Sirtê ye. Mudexeleya balafirên şer ên Misrê nîşaneya rêgirtina li pêşiya mudexeleya Tirkiyê û bêrêziya wê ye.”

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

*HÛN ÎSIYATÎFA QAHÎRA JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Bi texmîna min qanatek çêbûye ku çareseriya leşkerî piştî mudexeleya Tirkiyê ya yekser, êdî zehmet e. Vedîtina çareseriyek siyasî bi şêwazekê ku berjewendiyên dewletên ku berjewendiyên wan di aloziya Lîbyayê de dijber in, dabîn dike çareseriya herî guncew e.

*ÇIMA PEYMAN DI VÊ DEMÊ DE HATE RAGIHANDIN?

Ji ber ku ew alî berdewamkirina çareseriya leşkerî dê rewşê aloztir bike, dihesbînin. Kesek ji berdewamkirina wê sûd nagire.

*BERIYA RAGIHANDINÊ, FERMANDARÊN ARTÊŞA LÎBYAYÊ SERDANA QAHÎRA KIRIN Û HIKUMETA EL-SERAJ SERDANA RÛSYA Û TIRKIYÊ KIR. GELO EV HER DU SERDAN BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE?

Tevgerên siyasî û dîplomasî di vî warî de bi hev ve girêdayî ne. Hemû dizanin ku Misir destekera bingehîn a hêzên çekdar ên ku Haftar pêşengiya wê dike. Misir tenê dikare Haftar îqna bike. Her wiha misogerkerê her encamek danûstandinan e. Bi taybet piştî ku Rûs îqna bû ku gelek dijwar e Haftar bi çareseriya siyasî îqna bibe, piştî ku kete ferqê ku şerê li dijî terorê tenê bi hêzê bidawî dibe.

*GELO NIRXÊ VÊ PEYMANÊ ÇI YE, DÊ ÇAWA PÊK WERE Û KÎ DÊ ÇAVDÊRIYA PÊKANÎNA WÊ BIKE?

Ev peyman misogerkera çareseriya siyasî li Lîbyayê ye, bi taybet li cem hêzên çekdar ên ku çareseriyê tenê di warê leşkerî de dihesbînin.

Bi texmîna min, hevoka ku serokê Misirê El-Sîsî ya ku dubare kiriye; hişyariya ku daye ger aliyê din agirbest binpê kirine, misogerkerê pêkanîna wê ye. Yanî Misir dê li rex artêşa niştîmanî mudexele bike. Bi texmîna min şerê parastina Sirtê niha ye. Mudexeleya balafirên şer ên Misirê nîşaneya tunekirina mudexeleya Tirkiyê û bê rêziya wê ye.

*GELO ROLEK NAVDEWLETÎ Û HERÊMÎ DI VÊ PEYMANÊ DE HEYE?

Helbet Misir piştî hevdîtinên bi dewletên têkildarî karûbarên Lîbyayê tevgeriya. Lihevkirin li ser vegera hêzên çekdar ji cihên guncew re çêbû bi şêwazekê ku heqerat li her du aliyan neke. Hêzên çekdar jî li gorî lihevkirinê vekişîn. Lê aliyê Tirk û milîsên El-Seraj binketinek dîtin. Ji ber wê êrişî hêzên çekdar kirin û cihên ku jê vekişîne kontrol kirin. Bajar wêran kirin û balafrinê dron ên Tirkiyê nuqteyên leşkerî û sivîl kirin hedef. Di encamê de malbatên ku ji bajaran koçber bûne hatin kuştin. Alên Tirkiyê li ser tevahiya sazî û kolanan hatin hildan û dirûşmeyên ku Erdogan wek xilasker bi nav dikin hatin berzkirin. Ev bandor li rewşê kir û diyar bû ku Tirkiyê dixwaze ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ev jî destnîşan dike ku bersîvandek herêmî û navdewletî pêwîst dike ger Tirkiyê agirbest binpê kir, tevgara balafirên dron û keştiyên xwe di deryayê de li gel tevgera çete û milîsên wê li ser erdê ranewestandin.

(şx)

ANHA