‘Dibe ku Amerîka Tirkiyê li Sûriyê bixe xefikê’

Interview with EHMED SEMÎR

QAMIŞLO

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer got dibe ku Amerîka Tirkiyê ber bi Sûriyê ve bikişîne da ku wê bixe xefikê û wiha axivî: “Ji ber ku Amerîka dizane ku Tirkiye şerê DAIŞ‘ê nake. Tirkiyê di nava 2 salan de li ser sînor fîşekek jî neavêt DAIŞ‘ê.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer têkildarî gefên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û geşedanên dawîn ên girêdayî aloziya Sûriyê bersiva pirsên ajansa me ANHA’yê dan.

- Hûn gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin?

Piştî hevpeymanên Sykes-Picot, Lozan û Sevrê anku beriya sed salan, Tirkiye gefan li gelê Kurd ê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dixwe û van gefan dubare dike. Her wiha siyasetên Tirkiyê li ser bingeha înkarkirina hebûna Kurdan tê meşandin. Yanî dewleta Tirk hebûna gelê Kurd qebûl nake.

Piştî avakirina Komara Tirkiyê di serdema Kemal Ataturk de û heya niha îtîrafê bi kesekî Kurd nake. Her tim hewl didin hebûna Kurdan tune bikin. Bi salan li ser Kurdên li bakurê Kurdistanê komkujî û qirkirin hatin meşandin. Li aliyê din jî civaka navdewletî çavê xwe ji van komkujiyan re girtiye.

Bi pêvajoya şoreşa Rojava û damezirandina rêveberiya parastina van herêman re, Tirkiye dibîne ku ev herêm li hember berjewendî û planên wê yên mêtingeriyê asteng in. Tirkiye her projeyeke demokratîk wek xeteriyekê ji bo siyasetên xwe dibîne. Li ser vê yekê siyasetên xwe di nava gel, bi taybet di nava partiyên neteweyî yên tirkî de belav kir. Ji vir ve em dikarin bibêjin gefên wan ne tiştekî nû ne.

- Armancên gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ne?

Di nêrîna min de hin hêz hene, di serî de Tirkiye, naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe. Ji ber vê yekê Tirkiye dixebite ku şer bidomîne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe û herêmê ber bi xirabî û aloziyê ve bikişîne.

 - Serokê Amerîkayê Donald Trump di rojên dawîn de daxuyanî dabû ku heger were xwestin ew dikarin baregeha leşkerî ya leşkerên Amerîkayê li Iraqê ji bo êrîşên li Sûriyê bi kar bîne. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Trump ji berpirsyariya xwe ya dîrokî dûr dikeve. Amerîkayê li gel şervanên YPG, YPJ‘ê û Hêzên Sûriya Demokratîk gavên girîng avêtin, lê erka xwe tam pêk neanî û nîvco hişt. Hîna gelek erk jê tê xwestin ku pêwîst e pêk bîne. Ji ber ku ev biryar dê DAIŞ‘ê li baregeha wê ya dawîn ji nû ve geş bike. Hêna zêdetirî 3 hezar çete li baregeha dawîn a Dêrazorê mane û 3 hezar esîr di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ne. Her wiha hîna bi hezaran jî li herêmên rojavayê çemê Firatê û Palmîrayê hene. Hucreyên veşartî li herêmê hene. Biryara vekişandina DYA’yê ne zelal e û tu kes sedema wê nizane.

- Her kes dizane ku Tirkiyê destek da DAIŞ’ê, Amerîka ji Tirkiyê re dibêje biçe şerê DAIŞ‘ê bike. Gelo li ser vê mijarê nêrîna we çi ye?

Di nêrîna min de, Amerîka jî dizane ku Tirkiye destekê dide DAIŞ‘ê. Bi sedan raporên li ser desteka Tirkiyê bi DAIŞ‘ê re gihîştin ber destê Trump. Lê Trump li ser têlan dilîze. Amerîka ji Tirkiyê re dibêje me Sûriye radestî we kir. Beriya niha Amerîkayê çembereke giran li ser Tirkiyê ferz kiribû.

Dibe ku Amerîka Tirkiyê ber bi Sûriyê ve dikişîne da ku wê bixe xefikê. Ji ber ku Amerîka dizane ku Tirkiye şerê DAIŞ‘ê nake. Tirkiyeya cîran, di nava 2 salan de li ser sînor fîşekek neavêt DAIŞ‘ê. Tirkiyê her tim bi çek û perayan destek da DAIŞ’ê û her kes jî detayên vê rastiyê dizane. Raporên belgekirî ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên navdewletî ve diyar dikin ku bi sedan DAIŞ‘î di rêya Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne. Her wiha Tirkiyê balafir, erebe, keştî û sînorên xwe xistin xizmeta DAIŞ‘ê heya bigihîjin Sûriyê.

Amerîka her tim hewl dide ji cîhanê re bide diyarkirin ku ew hevalbendê Tirkiyê ye, lê dibe ku tiştekî veşartî li piş perdeyê hebe. Trump her tim hewl dide Tirkiyê ji Rûsyayê dûr bixe, lê ev yek ne mimkun e. Tirkiye wê bikeve xefikê, Erdogan ne wekî serokê Koreyeyê ye ku ji Amerîkayê re dakeve û tazîmatan bide. Di sala 2003‘yan de dema ku Amerîkayê şer li dijî Seddam Hisên da destpêkirin, Tirkiyê destûr neda Amerîkayê ku di rêya Tirkiyê re derbasî Iraqê bibe. Ji ber ku xwezaya sîstema Tirkiyê li ser esasê tehdîtkirina derdorê pêş ketiye. Wekî tê zanîn Tirkiye bi mijara penaberan dewletên Ewropayê tehdît kirin û 3 milyar dolar ji wan wergirt.

- Heger Tirkiye êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, di nêrîna we de wê encamên vê yekê çawa bin?

Heger Tirkiyê bi hevkariya Amerîka û hevalbendên wê NATO’yê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe, dibe ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû bide. Derbasbûna Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê ne hêsan be. Ji ber ku gelek dewletên cîhanê li ser vê mijarê fikarên wan hene.

Fransa, Brîtanya, Hollanda, Siwêd, Balçîka, Norwec ku di nava Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê de ne, helwesta xwe ji biryara Trump re diyar kir û biryar wekî xeleteyekê bi nav kirin. Fransa, Hollanda û Almanyayê got "Şervanên ku li şûna cîhanê şerê DAIŞ‘ê kirin nabe radestî Tirkiyê werin kirin, hiştina wan ji bo me xiyanetek e.”

Piştî biryarê Tirkiye û Rûsya tevlihev bûn, beriya çend rojan Erdogan êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi paş xistin. Rûsyayê jî got “Em nizanin, gelo dê Tirkiye vekişe yan na”. Ev mijar pir tevlihev e û ne zelal e, dibe ku bi meh û salan dewam bike. Di sala 1923‘yan de dema Fransayê biryara vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê da, sala 1946‘an anku piştî 20 salan hêza xwe vekişand. Amerîka jî ji beriya 15 salan ev biryara vekişandina hêzên xwe ji Afganistanê dabû, lê heya niha biryar pêk nehatiye. Hinek taybetmendiyên saziyên leşkerî yên Amerîkayê hene, nabe werin paşguhkirin.

ANHA