​​​​​​​Cemal Raêf: Erdogan hewl dide berhemên binerd ên Lîbyayê talan bike

Interview with Cemal Raêf

Lêkolînerê siyasî yê Misrî û pisporê karûbarên Ereb û navdewletî Cemal Raêf got: “Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan mêtîngerek hov e. Hewl dide berhemên binerd ên Lîbyayê talan bike.”

Bertekên li hemberî Peymana Qahîra ya girêdayî Lîbyayê û berdewamkirina mudexeleya Tirkiyê di Lîbyayê de didomin. Girêdayî vê mijarê ANHA’yê hevpeyvînek bi lêkolînerê siyasî yê Misrî û pisporê karûbarên Ereb û navdewletî Cemal Raêf re çêkir.

Navaroka hevpeyvînê wiha ye:

*GELO ÇIMA ÎNSIYATÎFA QAHÎRAYÊ DI VÊ DEMÊ DE HATE RAGIHANDIN?

Peymana Qahîre li gel girêkbûna aloziya Lîbyayê û israrkirina Tirkiyê di mudexeleya xwe de ji bo xirabkirina tevahiya gerên siyasî yên ku armanc dikin, aloziya Lîbyayê çareser bikin, hate ragihandin. Erdogan di vê dawiyê de mijulbûna cîhanê bi pandemiya Koronavîrusê bikar anî û bi hezaran çeteyên Sûriyê şand Terablusê. Her wiha hêzên leşkerî sewqî Lîbyayê kir û arêtşa Lîbyayê li pêşberî du berbijarkan hişt; yan wê derbasî Terablusê bibe û bi awayekî dijwar şerê milîsên El-Seraj bike. Di vê rewşê de ger ve şer pêk bihata wê gelek sivîl di nav bajêr de bibûna qurban. Bi taybet ji ber ku çete sivîlan wek mertal bikar tînin.  Ev jî fermandariya artêşa Lîbyayê qebûl nekir û vekişî di hewldanekê de ji bo ku dijmin bikişîne qada şer li derveyî bajêr. Piştî vê Qahîrê dît dema çareseriya siyasî hatiye. Mirov dikare bêje ku Misirê bêtirsiya leşkerî ya Tirkiyê ber bi Terablusê ve bi kar anî û li beramberî wê çareseriyek siyasî rastî li gorî encamên tevahiya kongreyên di vî warî lidar ketine û li gorî biryarên NY`î danî. Ev çareseriya siyasî ya ku Misirê pêşkêş kiriye dê li hemberî Tirkiyê bibe asteng û timayên Erdogan di Lîbyayê de eşkere bike.

Yanî însiyatîfa Misirê di demek guncew de hat. Ew kêliya eqlane ye ji bo vedîtina çareseriyek siyasî ji aloziyê re, ger aliyên din agirbest red kir an jî tev li gerên aştiyane nebûn. Ev jî dê helwesta wan li pêşberî civaka navdewletî zaîf bike û niyatên rastîn ên Lîbya li binîhev xistine eşkere bike.

*BERIYA RAGIHANDINA PEYMANÊ FERMANDARÊ ARTÊŞA NIŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ SERDANA QAHÎRÊ KIR Û HIKUMETA EL- SERAJ SERDANA TIRKIYÊ Û RÛSYAYÊ KIR. GELO EV HERDU SERDAN BI HEV VE GIRÊDAYÎNE?

El-Seraj piştî ku bi xeteriya tevgerên dîplomasî yên Misirê beriya ragihandina peymanê hesiya, çû Tirkiyê. Rêveberiya Misrê bi aliyên herêmî yên ku di aloziya Lîbyayê de çalak in çi yên ewropî yan jî afrîkî yan jî erebî, gihaştin lihevkirinekê. Ev jî nîşan dike ku tevgerek siyasî ji hêla Qahîra ve heye, ji bo ku piştgiriya hêzên niştîmanî ya Lîbyayê di şerê wê li dijî terora ku Erdogan desteka wê dike bikin. Mîna her car Fayiz El-Seraj bi xeteriyê hesiya û çû Tirkiyê. Tawizên dîtir da, da ku xwe xilas bike. Bi rastî jî peymanek nû ji Erdogan re pêşkêş kir. Bi taybet girêdayî ji nû ve avakirina Lîbyayê, ya ku bi rêya wê Tirkiyê zêdetirî 16 milyar dolar bi dest dixe. Helbet Erdogan ne tenê ji bo van peymanan li Lîbyayê şer dike,  ew mêtîngerek hov e. Bi tevahiya rêbazan hewl dide berhemên binerd ên gelê Lîbyayê çi yên petrolê yan jî madî talan bike. Ji vir em dibînin ku têkiliyek di navbera çûyîna El-Seraj ji Enqereyê re û tevgera Haftar ber bi Qahîra ve heye. El-Seraj alîkariya Erdoganê ku dixwaze derfetên din li Lîbyayê bi dest bixe, xwest û Haftar çû Qahîra di hewldanekê de ji bo ku aştî pêk were. Bi texmîna min ger li gel El-Seraj zireyek welatparêzî heye divê vekişe û rê li pêşiya vîna gelêrî ya ku desteka artêşa niştîmanî û parlamantoya niştîmanî dike, veke. Lê ew vê yekê qebûl nake û diçe Tirkiyê û ji Erdogan re tawizan dide da ku di cihê xwe de bimîne.  

*GELO GIRINGIYA VÊ PEYMANÊ ÇÎ YE, DÊ ÇAWA PÊK WERE Û DÊ KÎ ÇAVDÊRIYA WÊ BIKE?

Peymana Qahîra rolek di avakirina Lîbyaya nû de piştî aloziyê dilîze. Nexşerêyek diyar li gorî demên diyarkirî eqlane didîne. Her wiha NY`î wek çavdêrê xebatên avakirina navendên hilbijartinan û gavên din ên ku pêkanîna vê peymanê û temamkirina saziyên dewletên armanc dikin, tev li vê peymanê dibe. Di serî de saziya rêveber. Her wiha dayîna çarçoveyek destûrî nû ji dewleta Lîbyayê ya nû re.

*GELO ROLEK HERÊMÎ Û NAVDEWLETÎ DI VÎ WARÊ DE HEYE?

Helbet dewletên herêmên û erebî peymana Qahîra bi erênî nirxandin û desteka wê kirin. Çi bi rêya rêxistinan yan jî bi rêya dewletên ku di karûbarên Lîbyayê de çalak in. Ev destek dê bi awayekî mezin rolek di bilezkirina pêkanîna peymana Qahîra  de bilîze. Her wiha dê civaka navdewletî neçar bike ku li dijî aliyê ku dê tevliheviyê çêbike tev bigere. Mebesta min El-Seraj û Erdogan e.

*GELO TIRKIYE DÊ PEYMANÊ PÊK BÎNE?

Êdî navê rejîma Tirkiyê li ser asta siyasî bûye cihê şermê. Tu soz û girêdana wê bi peymanên navdwletî tune ye. Mînakên wê jî pir in. Girêdyaî karûbarên Lîbyayê Erdogan lihevkirina Berlînê binpê kir. Tiştek din jî niha ne girîng e ku Tirkiyê sozdar be yan na. Bi taybet ji ber ku Tirkiye di vê peymanê de  ne alî ye. Lê divê serhildanek rastî ji hêla gelê Lîbyayê ve hebe ku desteka vê peymanê dike û dehf dide hêzan ji bo ku ji êrişkera Tirk xilas bibin û Lîbyayê ji azarên şerek navdweletî nû piştî bilindbûna asta nakokiyê di navbera Rûsya û Amerîka de, biparêze.

(şx)

ANHA