"Bi yekitiya rojnaveman re dê çapemeniya kurdî bi ser bikeve"

Interview with FÎRAS İBRAHİM – MEDYA HENAN

Rojnamevan Ferhad Şamî bang li xebatên ragihandinê yên li Kurdistanê û derve kir ku li ser esasê doza Kurdî bikin û ragihandinê ji bo berjewendiyên hêzên desthilatdar bi kar neyînin.

22‘yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, anku salvegera derxistina yekemîn rojnameya Kurdî ye ku li Misirê ji aliyê Miqdad Mithet Bedirxan ve hate derxistin. Rojnamevan û nûçegihan Ferhad Şamî derbarê dîroka çapemeniya kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, gavên ku di warê ragihandinê de di nava 9 salên de çi bi xwe re anî û di halê hazir de erka dikeve ser milê rojnemevanekî Kurd.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

-Ji destpêka hejmara yekemîn a rojnameya Kurdistan û heta niha çapemeniya kurdî çi qezenc kir?

Despêkê em Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnemevanên Kurd ên li cîhanê pîroz dikin û hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin.Di dîroka gelê Kurd de rojên girîng hene, ji ber gelê Kurd ji aliyê çandî û civakî ve rastî gelek komkujiyan hatine lewma gelek şoreşên gelerî derketin û yek ji van şoreşana jî Şoreşa Çapemeniyê ye.

Em dikarin bibêjin ku yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kudistan li Qahîrayê di sal 1898`an derket û êdî ji rojê û şûn ve ev roj bû Roja Rojnamegeriya Kurdî, ev jî tê wateya wê çapemeniya kurdî gaveke nû avêt, ji ber di wê demê de Kurdistan hem ji aliyê neteweyî ve û hem jî ji aliyê çandî ve bi helandinê re rû li rû dima, li gel vê yekê hewldanên tunekirina zimanê kurdî xwe dida der, lewmanê derxistina vê rojnameyê û gelek wetên dûr wekî ceja rojnemevanên Kurd e.

Destpêkê rojnemevanên Kurd heta sala 1970`ê girîngî nedidan Roja Rojnamegeriya Kurdî lê piştî wê çend hejmarên rojnameyê derketin û tê de Roja Çapemeniya Kurdî hate diyarkirin, lewma çapemeniya kurdî rolek lîst û navekî xwe di rûpelên dîrokê de çêkir.

-Hûn rewşa ragıhandınê lı rojavayê kurdıstanê çawa dınırxînın?

Heke em rewşa çapemeniya kurdî ji wê demê û heta roja îro binirxînin, mirov dikare qala pêngavên tê re derbas bûye bike, ji van qonaxan jî destpêka rojnameya kurdî derket mirov dikar bi navê"Serdema Binemaliya Bedirxaniyan" bi nav bike ji ber wan bingeha zimanê kurdî danîn, her wiha bingeha çapemeniya kurdî, rojnameya Kurdistan a ku li Qahîrayê derket û paşê ji ber zextên şovînîstan hate rawestandin, di vir de mirov tê digihêje ku dîroka çapemeniya kurdî mîna dîroka gelê Kurd e, ji ber her du alî ji hev ne qut in bi çewisandin û zordariyê re rû li rû mane, lê dîsa pêş ve çû û li her çar parçeyên Kurdistna belav bû.

Qonaxa duyemîn jî ji sala 1919`an ve dest pê dike anku dema desthilata Osmaniyan ji ber Osmaniya rê li pêşiya nivîskar û rewşenbîran digiritin, rewşenbîr baweriya çi be bila biba ji tundî, darvekirinê û koçberkirinê xelas nedibû, lê tevî vê yekê jî gelê Kurd terka doza xwe nekirin.Lê heke mirov bixwaze ji vê salê heta 1925`an binirxîne, mirov dikara bibêje ku li her çar parçeyên Kurdistanê 15 rojnameyên kurdî bike, ku di wê demê de li Misirê û Ewropa ji ber siyaseta çewisandinê û qedexeyê rojnameyan tenê mijarên wêjeyî diweşandin.

Qonaxa din jî dema Kovara Hawarê derket ew jî sala 1932`an bû, paşê sal 1943`yan Kovara Ronahî derket û ev qonax ji bo çapemeniya kurdî qonaxeke girîng e.

Li gel vê yekê piştî hilweşandina dewleta Osmaniyan û avakirina dewleta Sûriyê rojnamegeriya kurdî di gelek qonaxan re derbas bû, li Sûriyê gelek rojnemevanên Kurd ji çapemeniya Sûriyê roleke pêşeng lîstin, isbata vê yekê jî di navbera 1920 û heta 1943`yan rojnamevanên wekî Nazik Abid ku bi eslê xwe Kurd e û ji bajarê Şamê ye, di sala 1920`an de rojnameyek taybet bi jinan derxist û navê Nûr El-Feyha lê kir, her wiha Xelîl Eyûbî, Ehmed Kurd, Mehyedîn şemdîn û kesên din, li milekî din jî li parçeyên Kurdistanê yên dîtir jî gelek kovar û rojnameyên wekî Azadiya Welat li Bakurê Kurdistanê derket her wiha li Başûrê Kurdistanê jî derket lê mixabin di çarçoveyeke teng de ma û piştî partiyên siyasî di sala 1975`an de hatin ragihandin, rojnameyên taybet bi partiyên derketin.

-Beriya Şoreşa Rojava çapemeniya kurdî yan jî çapemeniya azad çi halî de bû?

Di salên 80 û 90`yî ji sedsala borî de her wiha bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re gelek guhartin û veguhartin bi xwe anî, isbata vê yekê jî cara yekemîn bû ku qala parçebûna Kurdistanê tê kirin, her wiha behsa serxwebûna gelê Kurd û azadiya Kurdistanê tê kir, di heman demê de doza kurdî wekî dozeke hevbeş û yek doz hate dîtin.Paşê dema liv û tevgera siyasî xurt bû, gelek kovar û weşanên kurdî derketin, naveroka wan cudatirî weşanên partîtiyê bûn û çapemeniya kurdî bal dikişandin ser xwepêşvebirinê, bi vî awayekî heta ku MED TV hate vekirin, di vir de tevî ku dewletên şovînîst domdar hewldana xerabkirina tereduda weşanê dikirin û siyasetên çewisandinê li dijî temaşevanan dimeşand, lê dîsa jî nû ve yekitiya Kurdistanê ava kir, roleke sekere û kalîte lîst hişt ku civak bi berpirsyaritiya xwe beramberî şoreşa azadiyê bihise.

-Şoreşa Rojava ji çapemeniyê gaveke ber bi çav bû, gelo li Rojavayê Kurdistanê çiqasî karîbû bandorê li pêşvebirina çapemeniya kurdî bike?

Piştî Şoreşa Rojava tevgera çapemeniya kurdî berdewam kir û bixurtî tev geriya, isbata vê yek jî gelek radio hatin avakirin ji wan sala 2013`an Radyoya Cudî ku yekemîn radio bû hate vekirin, her wiha rojnameya Rohanî jî di sala 2012`an de hate weşandin paşê bi şeklekî rojane dihat weşandin, li milekî din jî Ajansa Nûçeya A Hawarê hate vekirin, paşê kanalên kurdî hatin vekirin û akademiyên taybet bi ragihandinê vebûn ev hemû dibin berdewamiya destkeftiyên çapemeniya kurdî.

-PIŞTÎ ŞOREŞA ROJAVA HÛN DI GELEK TECRÛBEYAN RE DERBAS BÛN, BI NÊRÎNA WE MIROV ÇAWA DIKARE QADA RAGIHANDINÊ PÊŞ VE BIBE Û DI HALÊ HAZIR DE ROL Û MÎSYONA WÊ AKTÎFTIR BIKE?

Bê guman çapemeniya Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê gihaştiye asteke bilind, êdî zehmet e hêzên hegemonic rê li pêşiya tevgera çapemeniyê bigirin ev jî têrê dike ku mirov bibêje di nava Şoreşa Bakurê Sûriyê de çapemeniya kurdî serkeftineke mezin e qecenz kiriye.

Di Şoreşa Rojava de hejmarek ciwan tev li qada çapemeniyê bûn, lê ji ber baweriyên wan ên neteweyî û girêdana wan bi doza kurdî pêşketina ciwanan paş xist, ji ber rojnemevan bi doza ya neteweyî ve girêdayî ne, siyasetên çewisandinê hîn zêdetir li ser wan têne meşandin, wek ku em dibînin hikumeta dewleta Tirk gelek kanalên çapemeniyê girtin û çend rojnemevan bin çav kirin, ev jî isbat dike ku dagirker ji çapemeniya kurdî ditirse.

Her wiha rejîmên destpotîzimê rê nade weşandina kanalên kurdî, hejmareke rojnemevan li gorî karînên xwe dixebitin û ev jî bandorê li pêşketina ragihandinê dike.

Li Rojavayê Kurdistanê gelek rojname û kovar derketin û bi zimanê Suryanî, erebî û kurdî dinivîsandin, di heman demê de gelek dezgehên çapemeniya cîhanî şaxên xwe li Bakurê Sûriyê vekirin, xebatkarên li van dezgehan dixebitin hem Kurd û hem Erebin û her rojnevemekî/ê Kurd divê xwedan exlaqekî rojnemevantiyê be, di xizmetkirina welatê xwe de serwext be, bi baldarî madeyên xwe hilbijêre û xizmeta dijminan bike, jixwe li Bakurê Kuristanê ev yek li pêş e.

-JI BO YEKITIYA KURDAN ROL Û MÎSYONA DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA KURDÎ ÇI YE?

Pêwîstiya dezgehên çapemeniyê bi dengvedana gelê Kurd ê her çar pareyên Kurdistanê heye, domdar em banga yekitiya gelê Kurd û hêzên Kurdan dikin û heke çapemeniya kurdî li her çar parçeyan yekitiya xwe ava neke dê bandorê li yekitiya Kurdan jî bike, her kes dizane bandora ragihandinê li vê yekê heye, lê mixabin hin dezgeh hene parçebûna gelê Kurd dikine karê xwe ji ber vê yekê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û nexasim li Bakurê Kurdistanê divê giraniya bidin ragihandina kurdî.

Heke mirov bi zimanê Kurdî biaxive nayê wê wateyê ku mirov nûnetiya dezgeheke kurdî dike, mînaka vê yekê kanala TRT 6 a ku dewleta Tirk serkêşiya wê dike bi zimanê kurdî bernameyên diweşîne lê nayê wateyê ku dezgeheke kurdî ye, her wiha ajans rojname û kovar hene bi zimanê kurdî berhemên xwe diweşînin lê temsîla dengê Kurdan nakin berevajî vê yekê xizmeta şerê çapemeniyê dike, ev li Rojava tê meşandin, isbata vê yekê jî hin dezgehên çapemeniyê têgehên parçebûna gelê Kurd bi xwe re tîne bi kar tînin, di heman demê li Rojavayê Kurdistanê dezgehên ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa dikin hene.

Li ser vî esasî û da ku em vê yekê derbas bikin divê dezgehên çapemeniyê hevbeş werin avakirin, hevpyemaneke nû û li ser bingeh û pîvanên exlaqî yên çapemeniyê were nivîsandin, anku dûrî birakujiyê be û hewldanên keysbaziyê bihetikîne, li milekî din jî rêzê ji sloganên Kurdan re bigire û têkiliyê bi dijminan re neke, lewma di em di qada çapemiya kurdî de ji bo yekitya Kurdan baş kar û xebatê bikin.

Di dawiyê de em bang li hemû rojnemevanan dikin ku baweriyên wan çi dibe bila bibe lê divê ji yekitiya kurdî kar û xebat were kirin, ji ber bi vê yekê mirov dikar planên dagirkeran bişkîne û di şoreşê de bibin dengê têkoşîn û berxwedanê.

ANHA