Aldar Xelîl: Divê Rejîma Sûriyê rewşê baş bixwîne û li gorî wê helwesta xwe diyar bike

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN

Aldar Xelîl destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku projeya neteweya demokratîk a herêmê têk bibe. Her wiha diyar kir ku divê Rejîma Sûriyê rewşê baş binirxîne û daxuyaniyan li gorî wê bide. Xelîl destnîşan kir ku berxwedan û helwestên gel civaka navdewletî neçar kir ku helwsta xwe diyar bike û teqez kir ku wê encamên civînên komîteya destûrî ne li gorî hêviyên gelê Sûriyê be.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, helwestên navdewletî yên li hemberî wê, berxwedana gel, daxuyaniyê rejîmê û civîna amadekirina destûra bingehîn a Sûriyê bersiva pirsên ajansa me ANHA‘yê dan.

Hevpeyvîn wiha ye:

*21 roj di ser Berxwdana Rûmetê re derbas bûn, tevî ku Rûsyayê daxuyand ku QSD’ê ji nuqteyên xwe li gor lihevkirinê beriya demê vekişiye, lê dewleta Tirk a dagirker hê jî êriş dike, bi nêrîna we sedem çi ye?

Armanca dewleta Tirk a dagirker, têkbirina projeya demokratîk a ku li herêmê hatiye sepandin, rûbereke zêde ya axa Sûriyê dagir bike. Anku hewl dide bigihîne armanca xwe ya Mîsaqa Millî. Ji lewre mijar ne ku kî li ser sînor e û kî vekişe. Ev tenê îdîa ne, bi wê re jî dewleta Tirk hewl dide ajandeyên xwe derbas bike. Ew jî bi dagirkirina Cerablus, Ezaz, Bab û piştre Efrînê eşkere bû. Îro jî tevî hewldana Rêveberiya Xweser a qedexekirina şer, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êrişî gundewarên Serêkaniyê û Girê Spî, dikin. Lê xuya ye dewleta Tirk a dagirker der barê parçekirina xaka Sûriyê û dagirkirina wê de bi israr e.

*Di navbera QSD’ê û rejîma Sûriyê de lihevkirin pêk hat da ku parastina xaka Sûriyê bê kirin. Her du aliyan jî daxuyand ku lihevkirin tenê leşkerî ye û dê li hin tiştên girêdayî Rêveberiya Xweser piştre nîqaş bikin. Lê belê rejîma Sûriyê duh daxuyaniyeke da ku tê de bang li şêniyan dike ku li saziyên dewletê vegerin, hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin?

Divê rejîma Sûriyê bi şêweykî baş rewşê binirxîne, heta niha em li benda daxuyaniyeke fermî ne ku li gor pêşketinên li herêmê rû didin, bide. Ji ber ku Sûriyê tê parçekirin. Xaka Sûriyê zêde tê dagirkirin. Ji lewre divê têkoşîna xwe bilind bikin da ku Erdogan negihîje armancên xwe.

Aliyê herî girîgî, divê rejîm pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bike, ango bingehên mekanîzmaya çareseriya aloziya Sûriyê pêk bîne û li gor wê gavan bavêje. Ne pêkan e nêzîkbûna wê ji vê herêmê re weke herêmên dîtir ên mîna Dera û Humsê bin. Li vir rêvberî û sazî hene. Daxuyaniyên rejîmê nîşan dide ku naxwaze çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê bê dîtin. Bê gûman helwestên fena van nakevin xizmeta çareseriya aloziyê.

Lihevkirina bi rejîma Sûriyê re pêk hatiye li ser bingeha parastian xaka Sûriyê ji dagirkeriyê bû. Mijar jî ne Rêveberiya Xweser û pêşeroja wê bû. Di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker de, diviya bû rejîm berpirsiyartiya xwe pêk bianiya. Lê divê îro rejîm zêdetir bi hesasiyet nêz bibe, bi taybet der barê parastina xaka Sûriyê de. Ji wê zêdetir jî çawa li mafên gelê kurd dinêrin. Dê bibe sedemeke ku zêdetir xaka Sûriyê bê dagirkirin û aloziya Sûriyê girêktir bibe, ango tişta dixwazim diyar bikim, ew e ku daxuyaniya rejîmê rewşa heyî baş nanirxîne. Divê rejîm li hesabên xwe vegere û helwestên xwe sererast bike.

*Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî daxuyaniyên rejîmê îro daxuyanî da. Lê pirsa ku xwe dide pêş ew e ku hûn ji Rejîma Sûriyê çi dixwazin?

Beriya her tiştî divê rejîm ew zihniyeta ku xwe pê ji gel nêz dike berde. Pêkhateyên vê herêmê di dirêjahiya salên derbasbûyî de herêmên xwe parastine. Ew in ku DAIŞ`ê tune kirine. Niha jî di Berxwedana Rûmetê de mezintirîn destanên lehengiyê li hemberî dagirkeriyê û çeteyên wê nîşan didin. Hêzên Rejîmê hatin herêmê lê nikarîn li berxwe bidin. Heta ku çekên pê re hatine şandin herêmê ji dagirkeriyê naparêze. Ev diyar dike ku helwesta Rejîma Sûriyê ji parastina axa Sûriyê re ne cidî ye. Tenê daxuyanî ne. Divê zanibin ên ku yekitiya axa Sûriyê parast û hîna diparêze Hêzên Sûriye Demokrat in. Rêveberiyên me yên ku ji pêkhateyên herêmê ava bûne rêveberiyên nimune ne. Di bingehê de divê em bifkirin çawa em vê projeyê li tevahiya herêmên Sûriyê belav bikin.

Niha girîng e li ser masayê rûnin ji bo ku dest bi pêvajoya diyalogê were kirin. Eger pêk hat, em dikarin nêrînên xwe girêdayî destûra welêt diyar bikin û dê çawa ev welat were birêvebirin. Wê demê em dikarin xwezaya van rêveberiyan û karê wê nîqaş bikin.

*Hûn, Rejîma Sûriyê, civaka navdewletî û heta Tirkiyê dibêjin armanca me parastina yekitiya axa Sûriyê ye. Lê di warê piratîk de Tirkiyê axa Sûriyê dagir dike, tu kes helwestek bi bandor girêdayî vê nîşan nade. Her wiha Rejîmê jî mîna ku we bi bîr xistiye hewl nade axa Sûriyê biparêze. Wê demê çima hemû daxuyaniyan didin û dibêjin armanca wan parastina axa Sûriyê ye?

Ya bingeh ne daxuyaniyên ku didine, lê ev siyaset e. Rastî ew e ku dewleta Tirk axa Sûriyê parçe û dagir dike. rewşa li ser erdê jî vê îsbat dike. li Efrîn, Cerablus û Babê tişta sûrî ku maye çi ye gelo? Gelo tiştek tê de maye îsbat dike ew herêmên sûrî ne? Tirkiyê çawa yekitiya axa Sûriyê diparêze û ew gel qir dike, demografiya herêmê diguhere û komkujiyan pêk tîne. Gelo bi vê rêbazê yekitiya axa Sûriyê tê parastin. Amerîk jî yekitiya axa Sûriyê ne xema wê ye. hûn dibînin ku her du rojan hewlstekekê nîşan dide. Eger armanca Amerîka parastina yekitiya axa Sûriyê bûya, rê nedida Tirkiyê ku êriş bike.

Rûsya jî li gorî berjewendiyên xwe dixebite. Bi Tirkiyê li ser agirbestê li hev kir. Lê ev agirbest pêk nehat, Tirkiyê êrişîn xwe didomîne. Hêzên Rejîmê hat li ji bo parastinê yektiya xaka Sûriyê en amade bûn, çeteyan ew dîlgirtin û kuştin. Îsbat bû ku tenê şervanên li çepberên berxwedanê xaka Sûriyê diparêzin ew ji vî gelê ne. yên din bi îradeya gelan dilîzin da ku siyasetên xwe pêk bînin û xaka Sûriyê parçe dikin.

Berxwedana gelê me û çalakiyên ku li tevahiya cîhanê li dardikevin, veguherîn zextekê û bû hêzek, dewletên cîhanê neçar kir ku helwesta xwe li hember vê berxwedanê nîşan bike. Ne ji berxwedana ku daye û raperîna gel li her derê bûye, dibe ku me ev helwestên navdewletî nedîtibana. Lê piştî helwestên gel û berxwedanê ew xwe li hember berpirsyariyek dîrokî dîtin. Lewra em dibînin ku hemû diaxive û helwesta xwe nîşan dike. lê heta niha tu gavek dîrokê tune ye, mînak di perlamana fransî de cara yekemîn ku tevahiya endamên wê tek helwestek nîşan dan û gotin em bi berxwedanê re ne. her wiha helwestên xwe li hember dagirkeriyê jî nîşan dan. lê gavên piratîk kanî ne? ev me dide pêşiya rastiyeke ew e ku eger em dixwazin bi serkevin, divê hemû bizanibin ku berxwedan bingeh e. divê em asta berxwedan xwe mezin bikin. em hêviyan li ser hêzên navneteweyî ava nekin. Lê di asta siyasî û dîplomasî de kar bikin ji bo ku helwestên xwe diyar bikin û bi erkên xwe rabin. Bê guman ev jî karek baş e yanî dostên me hebin. Lê ev ne esas e ya esas berxwedana me ye. eger berxwedana me bi hêz û serkeftî ye hêzên navneteweyî mecbûr in helwestên xwe diyar bikin.

Civaka navdewletî diviyabû ji vê cidîtir bûye. Amerîka li vê herêmê ye û di rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê alîkariye me kirin. Şênî vegerandin warên wan. Erkek wan a exlaqî li hember gelê herêmê hebû. Lê hemû helwesta wê ya dudilî dît. Ew nabêjin gel tê qirkirin, tenê dibêjin em li vir in ji bo ku DAIŞ`ê tune bikin û carekê din dibêjin em li vir in ji bo ku petrolê biparêzin. Girêdayî petrolê yan jî mijarên aborî tu pirsgirêka me tune ye. Armanca me şoreşa demokratîk e û em bighêjin mafên gelê xwe. Rûs jî îdia dikin ew bi Sûriyê re ne, lê di rastiyê de wan êrişî leşkerên Sûriyê kirin û hejmarek ji wan girtin, lê dîsa jî Rûsya tu helwest nîşan neda. Rûs tenê digot eger artêşa Rejîmê li sînor be Tirkiyê êriş nake. Lê Tirkiyê kir. Tevî wê jî Rûsya wek şirîkê Erdogan di êrişê de tê hesibandin. Ev tişt jî diyar dike ku berjwendiya gelê Sûriyê ne armanca wê ye. heta Rejîmê jî hewl dide çawa desthilatdariya xwe biparêze. Ji cîhanê bêje vaye ez vegeriyam. Çi bi serê gel tê ne xema wî ye.

Li vir dibêjim helwesta civaka navdewletî têrê nake. Li gel mezinkirina berxwedana me divê helwestên wan li ser erdê pêk werin.

*Helwesta gelê Kurdistanê diyar e. Cara yekemîn e helwestek gel hevpar a Kurdistaniyan çêdibe. Heta li Başûrê Kurdistanê jî kelûpelên Tirkiyê hatin boykutkirin, hûn çawa helwestên kurdistanî dinirxînin. Rola ku divê hêz, partiyên siyasî yên kurdî di vî warî de bilîzin çi ye?

Divê em li berxwedanê ji aliyekê ve nenêrin, aliyek wê yê leşkerî heye û berxwedenek destanî heye. Ev berxwedan berdewam e. Lê berxwedan li tevahiya warên siyasî, aborî û dîplomasî de jî heye.

Yek ji wan aliyan, a aborî ye. Çendîn tu aboriya dijminê xwe têk bibî, tu êrişên wî zaîf dikî. Bi pêşketina aboriyê re çek pêş dike û asta êrişan mezin dibe. lewra dema gel me kelûpelên Tirkiyê boykot kirin, ev helwestek mezin û serfiraz e. Dê rola wê di hilweşandina aboriya Tirkiyê hebe. Ew jî dê asta êrişên wê kêm bike. Her pêşketinek di aboriya Tirkiyê de tê wateya pêşketina çekên ku di qirkirina me de bikar tînê ye. Lewra divê em asta boykutkirina kelûpelên Tirkiyê mezin bikin. Bi taybet kelûpelên şîrketên girêdayî navendên şerê taybet û saziyên leşkerî. Careke din em dibêjin em van însiyatîfên gelêrî teqdîr dikin. Divê gelê me li her derê van kelûpelan boykut bikin û xwedî li van helwestan derkevin.

Aliyê din jî yê ku dixwazim behsa wê bikin, berxwedana ku yekitiyek neteweyî pêk aniye. Mezinkirina berxwedanê Kurdistaniyan kir yek. Ew niha xwedî yek helwest in. Heta hêzên navneteweyî yên ku nakok bûn, li rex vê berxwedanê sekinî. Gelek partiyên siyasî di navbera me û wan de cudabûna nêrînan hebûn bi rêya vê berxwedanê em gihaştin hev, helwestên erênî nîşan dan û diyar kirin ku piştgiriya vê berxwedanê dikin.

Niha ya girîng, veguherandina van helwestan ji mekanîzmeya yekkirina xîtab û helwesta me. Li ser w em bang li tevahiya hêzên kurdistanî dikin û dibêjin Berxwedana Rûmetê me kir yek, lewra divê em bicivin, û refên xwe yên siyasî bikin yek. Banga min ne tenê ji bo vê pêvajoyê ye. Lê belê ji bo yekitiya xîtabê û yekrêziyê ya herdem e. Ji bo ku desteftiyên ku gelê kurd bi dest xistine biparêzin. Ev destkeftî bibin destkeftiyên kurdistanî. Lê eger dijmin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt armancên xwe, divê em bizanbin ku destkeftiyên gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê wê bikevin xeteriyê. Yanî ez dixwazim bêjim rûdanên ku niha rû didin, dê çaranûsa Rojhilata Navîn bi giştî û kurdan bi taybet diyar bike.

*Em dixwazim behsa mijareke din bikin, di van rojan de bê tevlibûna we civînên komîteya destûrî li Cinevê li dardikevin. Gelo hûn texmîn dikin ku encamên van civînan erênî bin?

Hêvî ew bû ku ev civîn li gorî rastiya navê wê bihatana lidarxistin; nûnerên gelê Sûriyê yên rastîn û nûnerên şoreşa Sûriyê yên rastîn tev lê bûna. Lê mixabin wan kesên ku bi mafên gelê Kurd îtîraf nakin vexwendine. Em wan nas dikin, ew qebûl nakin heta navê kurdan û demokrasiyê bibihêzin. Ew muzeyîka gelê Sûriyê qebûl nakin. Heta ku di nav wan de di bin navê opozîsyonê de hinek ji Rejîmê paşketîtir hene. Beşa din jî nûnertiya Rejîmê dikin, tevî kesayetên bê bandor an jî nikarî tiştekî biguherin. Li rex wê jî nûnerên gel ên rastîn nehatin vexwendin. Yên ku dikarin Sûriyeyek demokratîk ava bikin. Ev jî îsbat dike ku kesên vê civînê orgenîze dikin bi awayekî cidî û hesas nêzî mijarê nabin. Tenê ew dixwazin bêjin ew karîn tevahiya sûriyan di cihekî de kom bikin û destûrek ji Sûriyê re amade bikin. lê bi vê şiklî destûrek demokratîk nayê saz kirin.

Di bingehê de ev civîn li dar ket ji bo ku diyar bike ku opozîsyon banga çûyîna Beşar El-Esed nake û ew Beşar El-Esed dipejrînin. Her wiha rêyek ji bo vedîtina çareseriyek navîn vekin û ji Rejîmê re bêjin ew bi tenê bû û ew li hev kom kirin. Ka em hinek guhertinan çêkin. Lê ev hemû nayê wateya avakirina Sûriyeyek demokratîk.

Mijara me ya bingehîn, ne beşdarbûna yan nebaşdarbûn me ye. Lê gelek sûriyên demokratîk hebû û navên wan di lîsteyan de jî hebû, tevî civînê nebûn, gotin wê tu encamên serkeftî ji van civînan dernekevin. Em jî dema van civînan dinirxînin, mijar nebeşdarbûn anjî amadebûna me ye, lê belê em dixwaz zelal bikin ku dema mijar li ser vê bingehê be wê ti çareserî tune be. Ev tê wateya ku wê Sûriyeyek demokratîk nayê avakirin. Têkoşîna me ji bo Sûriyeya demokratîk e. Lê helwestên hinek kesayetan ji yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve ne dûr in. Ê ku di nav wan de nermtir e ixwan muslimîn in. Lewra em dibjin bi vî şiklî serkeftin an jî çareserî ne pêkane. Wê neghêjin encamên erênî. Komkirina wan hemûyan ji bo ku çaranûsa gel diyar bikin, der heqê gelê Sûriyê de şaştiyek mezin e.

*Li gorî we herêm ber bi ku ve diçe?

Niha hemû li ser vê axê ne. Ajande û nakokiyên her yekî hene. Me berê bi "Şerê cîhanê yê sêyemîn" bi nav kir. Di van şerên cîhanî de hemû hewl didin pîvana mêzînekê bikşîne cem xwe. Ji ber wê ev şer dijwar e. Lê encamên wê ne mîna şerên cîhanê yên berê ne. Pêwîstiyek heye divê em berxwedan xwe mezin bikin. Ji rûdanan re hişyar bin. Ji ber ku komploya rastîn xeter e. Di şerê cîhanê yê yekmîn de Ermen hatin qirkirin. Tirkan derfet bi kar anîn û ermenan qir kirin. Di şerê cîhanê yê duyemîn de cuhî hatin qirkirin. Di vî şerê de hewl didin mîna her carê kirine, kurdan qir bikin. Divê em vî tiştî bibînin. Ew dixwazin me qir bikin, lê em nahêlin ew armanc û planên xwe pêk bînin. Em bi hewcedariya girêdan, yekitiyê ne û divê bi aqil tev bigerin. Divê em asta berxwedana xwe mezin bikin. Em mecbûr in van xeteriyan bidin ber çavên xwe. Ji ber ku eger me li berxwe neda wê me qir bikin. Mîna ku bi gelên din kirine. Ew me ji nexşerêya nû dûr dixin, lewra hewl didin me qir bikin.

Ji ber wê û ji bo parastina Sûriyê û gelê kurd ji me berxwedanî tê xwestin. Bila her kes bizanibe ku bersîva me ew be; Ne her tiştên ku hûn hewl didin pêk bînin hûn ê pêk bînin, wê rewş ne mîna ku we plan kiriye be. Bi vî şiklî em ê ji cîhanê re tiştek nû diyarî bikin. Em ji cîhana Rojhilata Navîn re ya tijî nakokî û şer dibêjin projeyek demokratîk, projeya biratiya gelan heye û em ji we re pêşkêş dikin.

ANHA