Aldar Xelîl: Dewleta Tirk aştiyê naxwaze, divê têkoşîn bidome û hê jî xetere heye

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN - DILŞAD CÛDÎ

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku ew li gorî agirbestê tev digerin lê dewleta Tirk li gorî wê tev nagere. Ev jî nîşane ye ku aştiyê naxwaze. Xelîl bal kişand ser ku dewleta Tirk, piştî berxwedana gel û helwestên navdewletî neçar ma agirbestê ragihîne û ev jî serkeftineke şoreşê ye. Her wiha Xelîl got peymana agirbestê, li pêş lihevkirina wan bi rejîmê re nabe asteng û piştrast kir ku divê berxwedan û têkoşîn bidome, ji ber ku hê jî xetere heye.

Ajansa me ANHA’yê bi endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl re der barê pêşketinên dawîn de ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ragihandina agirbestê û helwestên navdewletî der heqê herêmê de, hevpeyvînek çêkir.

* Duh ji hêla DYA’yê û hikumeta Tirk ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirbestek hat ragihandin. Bi nêrîna we çima agirbest di vê demê de hat ragihandin û sedema gihandina vê peymanê çi ye?

Beriya her tiştî, berxwedaneke mezin li dar e. Îro roja xwe ya 10’emîn e. Ev berxwedan ji destkeftiyên şoreşa me ye. Ev jî bi rêya helwestên gel û dostên me û helwestên cîhanê aşkere bû. Di vî warî de gelê xwe û tevahî kesên piştgiriya vê berxwedanê û şoreşê kirine, silav dikin. Her wiha şehîdên ku canê xwe di oxira serkeftina şoreşê û berxwedanê de daye, bi bîr tînin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Gel bi tevahî li qadan bû û helwestên xwe der barê berxwedanê de aşkera kirin. Lê divê gel bizane ku ev ne tenê ragihandina agirbesta ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêk hatiye. Dema ku ev hêz neçar dimînin agirbestê ragihînin, ew bi xwe serkeftina herî mezin a vê berxwedanê ye. Lê belê ne serkeftina dawî ye, anku hê xetere bi dawî nebûye. Lê tişta ku divê bizanin ew e ku ne ji vê berxwedanê, helwestên gel, dostên li derve û hundir û çalakiyên der heqê berxwedanê de bûya, dijmin neçar nedima ku agirbestê ragihînin.

Dema ku ev gav hat avêtin, tê wateya ku em gihaştin nuqteyeke serkeftinê. Ev gav baş e. Lê belê careke din dubare dikim ku ev tenê agirbest e, dema wê 5 roj in û niha 4 roj mane.

Di vê demê de dê li ser her tiştî nîqaş bikin. Ji ber ku şandeya Amerîkayê, fermandarên QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi naveroka peyman û bingehên wê hatiye agahdarkirin.  Me jî ji aliyê xwe ve û ji ber ku aştî çanda me ye, agirbest qebûl kir. Lê belê bend û şaxên vê peymanê hene û hin jî dê çawa rêveberiya vê herêmê bê kirin? Pêşeroja wê çi ye? Bo nimûne, ew dibêjin “herêma ewle”, lê Tirkiyê bi nêrîn û şîroveyeke dîtir li vê herêmê dinêre. Tirkiye dibêje rûbera wê heta 440 km û nêrîna Amerîka jî heye. Her wiha nêrîna me jî ji mijarê re cuda ye. Amerîka, fermandarên QSD’ê agahdar kir ku agirbest di navbera bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de ye. Li vir jî dîsa nakokî heye. Anku li vir hin têgîn hene ku divê li ser wê lihevkirin pêk were. Ji lew re dê di rojên pêş de bi amerîkiyan re hemû mijar bên nîqaşkirin û li gorî encamên nîqaşan dê lihevkirin pêk bê.

Li gorî wê, ji gel re dibêjin, divê nesekinin û nebêjin her tişt bi dawî bû. Niha dijmin bi sedema çalakî û helwestên gelê me ketiye krîzekê û neçar ma agirbestê ragihîne. Ev jî hemle û pêvajoyek bû. Ji lew re divê gelê me têkoşîn û çalakiyên xwe bi rihê berxwedanê bilind bike, da ku li gor soza şehîd û berxwedana mezin a ku di eniyên şer de tê kirin, derkevin.

* Piştî bi çend saetan ji agirbesta ku hatiya ragihandin, dîsa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmê kir. Bi taybet bajarê Serêkaniyê û nexweşxaneya yekane ya bajar. Hûn van binpêkirinan çawa dinirxînin û sedemên wê çi ne?

Ev tê sepandin ku dewleta Tirk di berjewendiyên dagirkirinê de berdewam e. Qebûlkirina wê ji agirbestê re, qelbûkirineke neçarî ye. Ew naxwaze êrîşan bisekinîne. Ne ji helwest û berxwedana gelê me bûya, dibe agirbest jî qebûl nekira. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker dê hewl bide şer bidomîne. Vê jî ji tevahî cîhanê re hişt ku em bi agirbest û gihandina lihevkirinê re ne. Lê neqebûlkirina wan, nîşaneya zîhniyeta wan e. Di rastiyê de niha bi hemû hovîtiya xwe êrîşî bajêr dikin û heta niha şer nesekinandine. Heke êrîşên wan berdewam kirin, bêguman dê agirbest jî tune bibe.

Dewleta Tirk û Amerîkayê li ser agirbestê li hev kir, QSD jî li gorî agirbestê tev diğere. Lê belê dewleta Tirk, wek diyar e li gorî wê tev nagere, ji lew re divê aliyê sêyemîn çi bike anku helwesta Amerîkayê der barê wê de divê çi be?

Niha QSD yekser bi DYA’yê re peywendîdar e û van binpêkirin û êrîşên bênavber ên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji Amerîkayê re tên aşkerekirin ku Tirkiye sozên xwe pêk nayne. Ji lew re erka ku dikeve ser milê tevahî hêzên piştevan, daxwazên aştî û ewlehiyê, ne tenê Amerîka, divê helwestên xwe aşkere bikin. Her wiha jî divê aşkere bikin ku yê ku lihevkirinê binpê dike û aştiyê naxwaze, dewleta Tirk e ne ku QSD.

Ji destpêka êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hewlestên navdewletî beramberî berxwedan û êrîşan hene. Hûn çawa van helwestan dibînin, gelo ji rawestandina êrîşan re dibin bersiv?

Tişta ku ez dixwazim bibêjim ew e ku heta ku tenê li ser asta daxuyaniyan be jî, lê belê cara yekê ye ku têkildarî rewşa Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim gelê Kurd helwestên navdewletî derdikevin holê. Berî niha guhartinên demografîk çêdibûn, lê belê yekitiyeke bi vî rengî çênebû. Hewlestên Komkara Erebî, YE, Meclisa Ewlehiyê, Kongreya Amerîkayê, siyasetmedar û rewşenbîr, her wiha helwestên gelên her 4 parçeyên Kurdistanê, tevî ku nakokiyên siyasî lê belê gelê kurdistanî her tişt li milekî danî û helwesta xwe nîşan da. Ev jî nîşana gotina min e û gaveke erênî ye. Di gel ku aliyekî serkeftinê ye, lê belê divê ev helwest ji xurttir û zêdetir bin.

Têkildarî vê yekê û tişta ku ez dixwazim balê bikişînim ser, ew e ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê hevpeymana agirbestê erê kir, ev jî nayê wateya ku QSD bi aştî û aramiyê re ye û êdî gumanên tu aliyan namînin, heta kesên ku ji sedî yek texmîn dikirin ku Tirkiye sûcdar e yan na. Niha rewş û helwest zelal bû, ji ber vê yekê divê civaka navdewletî beramberî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwestên cidî be.

Berî çend rojan têkildarî parastina sînor ji êrîşên artêşa Tirk, Fermandariya QSD`ê hevpeyman bi rejîma Sûriyê re mohr kir. Niha jî hevpeymana agirbestê derket hole. Li gorî geşedanên dawîn gelo çarenûsa hevpeymana bi rejîma Sûriyê re çi ye?

Tevî her tiştî, me berî jî gotiye û niha dubare dikim ku em bi hevpeymana bi rejîm û Rûsyayê re ne. Her wiha em bi parastina artêşa Sûriyê ji sînorê Sûriyê ne û tişta ku ez dixwazim destnîşan bikim, girêbest e. Dê li pêşiya yekitiya gelê Sûriyê da ku bigihîjin çareseriya aloziya Sûriyê nebe asteng. Ji ber ku dewleta Tirk berjewendiyên gelê Sûriyê naxwaze û armanca wan tenê dagirkirin e. 

Me ji rejîma Sûriyê re gotiye ku artêşa Sûriyê dê ji parastina herêmên li ser sînor beşdar bibin û careke din em dibêjin ku divê rejîm bi erka xwe rabe. Lç belê heta niha dixuye ku rejîma Sûriyê biryar cidî negirtiye, muhtemel e bi Rûsan re li hev nekiribin an jî pirsgirêk hebin û em vê nizanibin. Tişta girîng ew e ku vê mijarê bi cidîyet bigirin, her wiha parastina xaka Sûriyê di ser her tiştî re be, divê xwedî helwest bin.

Îro karwanekî din ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi Serêkaniyê ve diçe. Nameya we ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çi ye?

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, berxwedaneke bêhempa  nîşan da. 24 saetan di nava kar û xebatê de bûn. Em gelê xwe silav dikin û israra berdewama berxwedanê radigihînin. Îro karwanekî din ber bi Serêkaniyê ve diçe, tişta ku niha dikeve ser milê me, berdewamiya berxwedanê ye, her wiha lidarixstina çalakiyan e.

Ez nabêjim tenê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê hemû herêmên Sûriyê, gelên li derveyî welat, çi li Ewropa be û çi jî li Amerîka û dewletên erebî be, her kes divê beşarî berxwedan û têkoşînê bibe. Di heman demê de li dijî artêşa Tirk çalakiyên xwe berdewam bikin. Di gel ku parlamenter, rayedar û siyasetmedarên hevalbendên me dibêjim ku helwestên we baş bûn û divê neyên lîstokan û nebêjin ku agirbest hate ragihandin û xelas. Berevajî vê yekê hêj metirsî berdewam e û pêwîstiya me bi yek helwestê heye.

ANHA