Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di 1’ê Adara sala 2013’an de ji aliyê çend rojnamevanên kurd ve li Belçîkayê hatiye avakirin. Lê li rex Ewropayê, di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li perçeyên din ên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn bûyer û geşedanên diqewimin, radigihîne.

Di serdema îroyîn a ku zîhniyeta desthilatdar bi amûrên teknolojiyê yên pêş ketî dezenformasyoneke gelekî mezin dide meşandin, qirêjiya agahiyan di afirîne û civakê bêpar dihêle, her wiha pirdengî û pir rengiyê tune dike, dîsa hewl dide ku hemû sazî û dezgehên çapemeniyê ji bo vê yekê bikar bîne de, ANHA armanc dike ku agahiyên rast ji çavkaniya bingehîn bigire û ragihîne civakê.

Bi vê mebestê ANHA hedef dike ku li hemberî desthilatdariyê di qada ragihandinê de tevlî têkoşîna jinû ve avakirina civaka exlaqî û polîtîk bibe. ANHA baweriya xwe pê tîne ku yek ji riyên bingehîn ên jiyanîbûna pîvan û rêgezên jiyanê û sekna kesayeta civaka exlaqî û polîtîk ku hemû reng, deng û bawerî cihê xwe tê de digirin jî têkoşîna di warê çapemeniyê de ye. ANHA di wê baweriyê de ye ku çapemenî ji bo avakirina civaka demokratîk hêmanek bingehîn e.

Di vê çarçoveyê de hedefa ANHA’yê ew e ku di serî de gelê kurd, ji bo danasîn û pêşketina nasname, ziman, çand û dîroka gelên bindest, yên têne înkarinkirin û bi komkujiyên fizikî û çandî re rû bi rû dimînin, bi riya çapemeniyê xebat bimeşîne. Her wiha azadiya jin û ciwanan ku hêmanên bingehîn ên civakê ne, lê hatine perçiqandin, dîsa bidestxistina mafên karker û kedkaran, parastina ekolojiyê yek ji hincetên sereke yên weşangeriya ANHA’yê ne. 

Yek ji armancên ANHA’yê jî ew e ku li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad di çapemeniyê de zîhniyeta desthilatdar ku ji civakê qut e û xwe dispêre baviksalariyê hilweşîne û ramaneke ku xwe dispêre civakê bi afirîne. Her wiha hedef dike ku çapemeniyê ji hegemonyaya desthilatdariyê derxîne, bixe xizmeta gelan û sazîbûna çapemeniya alternatîf kûr bike.

ANHA ji bo pêkanîna van hedefan, di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li perçeyên din ên Kurdistanê û welatên Rojhilatana vîn bi tora xwe ya nûçeyan, li ser esasê weşangeriyek rast, vijdanî, exlaqî û objektîf geşedanan radigihîne civakan.

Em di çarçoveya van armancan de têkoşîna xwe didomînin û ji bo dilsoziya nûçegihanên ajansa me yên şehîd; Dilîşan Îbîş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed heta ku em rastiyên di tariyê de hatine nixumandin ronî bikin, dê weşana me ya çapemeniya azad her bidome.