‛Serdana Erdogan a Washingtonê nameyeke nû ya qirkirina gel e’

Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê û Dirbêsiyê serdana Erdogan a Washingtonê şermezar kir û diyar kir ku tu peymanên ku hebûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigirin, qebûl nakin û destnîşan kir ku serdana Erdogan a Washingtonê, nameyeke nû ya qirkirina gel e.

‘Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne’

Bi slogana "Em hemû QSD ne, QSD zarokên me ne" bi hezaran gelê kantona Kobanê daket qadan û êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Gelên Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku Erdogan sûcdarê şer û komkujiyên li ser gelên Sûriyê ye, divê were cezakirin. Her wiha bang li gelê Amerîkayê kirin ku sibe serdana Erdogan ji Amerîkayê re şermezar bikin.

Li gundên Til Temirê şerê dijwar rû didin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku vê sibê êrişî gundê El-Qasimiyê û Reşîdiyê yên girêdayî navçeya Til Temirê kirin û şer derketibû, heta vê kêliyê şerên giran dewam dikin.

Şêniyên Tebqayê konê çalakiyê danî

Meclisa Sivîl a Tebqayê îro li bajarê Tebqayê ji bo şermezarkirina binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê li parka navenda çandê ya Tebqayê danî.

Li Kobanê nûçegihana JIN TV birîndar bûn

Dewriya artêşa Tirk a dagirker rojnamevanên ku nerazîbûna gel li dijî dewriya hevbeş a Rûsya û artêşa dagirker dişopand, hedef girt. Di encamê de, nûçegihana JIN TV Zozan Remedan Berkel birîndar bû.