Li Eyn Îsa û Girê Spî bîlançoya êrîşên mehekî

Di meha Adarê de êrişên dagirkeriyê yên li dijî Eyn Îsa û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam kir. Li gorî daneyên nefermî, hêzên dagirker 18 caran êriş kir û hêzên xweparastina meşrû jî bersiv da û di pevçûnan de 9 çete hatin kuştin, balafireke bêpîlot a dewleta Tirk hate xistin, erbeyeke ku çeka doçka li ser, hate îmhakirin. Di êrişan de sivîlek û şervanekî QSD’ê jî şehîd bûn.

Ji berxwedana Şêxmeqsûdê heta Berxwedana Rûmetê serpêhatiya Fedekar

Li Rojava qadên berxwedanê dişibin hev mîna ku cêwî ne. Berxwedana Şêxmeqûsdê, Efrînê, Kobanê û Serêkaniyê cêwiyên hev in. Yek ji lehengên şoreşê Rizgar Weqas jî cêwî tê dinê,  dema mezin dibe xeta têkoşînê hildibêjre ji taxa Şêxmeqûsdê bigire heta herêma Serêkaniyê li hemberî dagirkeran têdikoşe.

Koçber: Artêşa Tirk raste rast sivîlan dike hedef

Koçberên gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên ji ber êrişên arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warê xwe derketine gotin: “Sedema koçberbûna me dagirkeriye. Ji bo wî jî gundên ku sivîl tê de ne dike hedef.”