Kesên nenas li rojavayê Helebê gule li nuqteyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker reşandin. Di encamê de leşkerekî Tirk birîndar bû.
ROJANE
Li Sûdanê 48 kes hatin kuştin û 97 birîndar bûn
Di encama şerê li bajarê El-Cenîniye yê paytexta wîlayeta rojavayê Darfor a Sûdanê de 48 kes hatin kuştin û 97 kes jî birîndar bûn.
Qebîleya Zubeyd: Hevgirtina di nava pêkhateyên de xwezayî ye û divê em piştgiriya QSD’ê bikin
Şêxê qebîleya Zubeyd diyar kir ku armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere bûn û wiha got: "Hevgirtin û yektiya di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwezayî ne û divê gel parastina wê yekê bikin û piştgiriya QSD’ê bikin."
Artêşa Tirk gundewarên Minbicê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirekr bi çekên giran gundê Yalnelî yê bakurê rojavayê Minbicê topbaran dike.
Tirkiyê li baregeha leşkerî ya li nêzî Eyn Îsayê bircekî din ava kir
Dewleta Tirk a dagirker di nava du heteyan de li ser rêya M4 ya rojavayê Eyn Îsayê, li baregeha xwe ya leşkerî bircekî din a çavdêriyê, ava kir.
Li Hecînê civînek ji bo nîqaşkirina dozên ciwan û werzîşê hat lidarxistin
Meclisa Ciwan û Werzîşê ya Hecînê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê, civînek ji bo nîqaşkirina dozên girêdayî ciwan û werzîşê bi hevkariya şandeya Yekitiya Wezîşê ya Dêrazorê li dar xist.
Parlementerekî Katalonyayê: Em ê zexteke siyasî li dewleta Tirk bikin
Parlementerekî herêma Katalonyayê serdana kampa Waşûkanî kir û diyar kir ku ji bo zexteke siyasî li ser dewleta Tirk were kirin ew kar û xebatê dikin, her wiha got ew têkildarî sûcên dewleta Tirk belgefilimekê amade dikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Firatê di civîna salane de îşaret bi karekî baştir kir ku bikeve xizmeta malbatên şehîdan û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya berdêlên ku dane hatine bidestxistin da.
Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
Îro bi sedean şêniyên herêma Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li kantona Şehbayê li dar xist. Xwepêşandan ji bo şermezarkirina siyaseta hikumeta Şamê û Rûsyayê ya ferzkirina dorpêça li ser şêniyên herêma EFrînê û qedexekirina derbasbkirina madeyên bingehîn ji kantonê re, li dar ket.
Li Reqayê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, darên zeytûnan hatin çandin
Endamên Meclisa Herêmê û Şaredariyan a gundewarên rojhilatê Reqayê, bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê, zêdetirî 100 darên zeytûnan li goristana Şehîdan çandin.
Li Şehbayê dagirekeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin
Bi durişmeya "Sonda me, em ê faşîzmê têk bikin û Efrînê rizgar bikin", Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, li dijî dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê ku ket sala xwe ya sêyemîn de meşek li dar xist.