Li gorî hinek dezgehên çapemeniyê dengê teqînan li nêzî balafirgeha Hewlêrê hat bihîstin.
ROJANE
Greva li Lavrîoyê di roja 101’ê de berdewam dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Abdullah Ocalan li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê hatibû destpêkirin di roja 101’ê de bi koma 21’ê berdewam dike.
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik hate girtin
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik a di derbarê wê de biryara girtinê hatibû derxistin, hate girtin.
Droneke din a artêşa Tirk a dagirker li gundê Bênê hat êxistin
Vê êvarê li gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê, droneke artêşa Tirk a dagirker kete xwarê.
Êzidiyên Helebê Çarşema Sor pîroz kir
Bi dirûşma “Bi lehengiya şehîd Rûken Zeredeşt em ê dagirkeriyê têk bibin û Çarşema Sor vejînin” Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya Cejna Çarşema Sor pîrozbahiyek li dar xist.
Li Reqayê mayînek hate bêbandorkirin
Pisporên mayîn û teqemeniyan, îro mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê li taxa El-Derîyê ya bakurê bajarê Reqayê, bê bandor kir.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 248 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 248 kesên din bi Koronayê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hêzên Rûsya careke din vegeriyan nuqteyên ku vala kirbûn
Hêzên Rûsyayê ku duh nuqteyên xwe li herêma Şehbayê vala kiribûn, careke din vegeriyan nuqteyên xwe.
MSD'ê Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir
MSD`ê Cejna Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir û got parastina nasnameya civaka êzidî, dewlemendkirina parastina nasnameya neteweyî ya gelê Sûriyê ye
Li Lazîqiyê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
Li gundewarên Lazîqiyê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin kuştin. Hêzên hikumeta Şamê jî li gundewarên Idlibê nuqteyên çeteyan topbaran kirin.
Ji ber derbeya şervanan balafira bêpîlot a dewleta Tirk ji herêmê dûr ket
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê balafireke bêpîlot a dagirkeriya Tirk ku li asîmanê navçeyê digeriya, kir hedef û neçar kir ku dûr bikeve.
Li Cerabilusa dagirkirî mayinek teqiya
Li herêma pîşesaziyê ya bajarê Cerabilusê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, mayinek teqiya.