Radestkirina hemwelatiyên Ozbekistanê hat paşxistin

Ji ber ku girtekên radestkirinê temam nebûne Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestkirina hemwelatiyên Ozbekistanê ji hikumeta wan re heya demeke ne diyar paşde xist.

HPG: Li Avaşîn û Serhedê 14 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin. Li Serhedê jî wesayîta zirxî ya Kobra ji aliyê gerîlayan ve hate îmhakirin û 6 leşker mirin.

‘Têkoşîn berdewam e heta tecrîd rabe‘

Di roja 8‘emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Qamişlo de, hate gotin dê xeta têkoşîn û berxwedanê bidomînin heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Şandeyek ji Ewropayê serdana MSD`ê û Rêveberiya Xweser kir

Şandeya ji Ewropapyê ku duh gihîşt Bakurê Sûriyê, serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê kir û bi berpirsan re civiya û gelek dozen girîng nîqaş kirin.

Li Tebqayê planên sala bê ya xwendinê

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê piştî ku sala xwendinê bi dawî kir, xwe amade dike da ku mamosteyan ji dewreya perwerdeyê re amade bike.

Koçberên li Sûriyê vedigerin warên xwe

Bêrîvan Xalid got ku xebata jinûvevegerandina koçberan dê li ser jin û zarokan be. Her wiha dê Rêveberiya Xweser li ser beşan beriya cejna Remezanê koçberan vegerîne.

Şêniyên Girê Spî ji ber buhabûna kel û pelan bi gilî ne

Şêniyên bajarê Girê Spî ji ber ferqa buhayên madeyên xwarinê di navbera dikanan de bi gilî û gazinc in. Şêniyan bang li Komîteya Zimhêrê kir ku pirsgirêkê çareser bikin. Komîteyê jî diyar kir ku xwediyên dikanan bi buhayên diyarkirî firotinê nakin.