`Civaka saxlem, malbateke saxlem ava dike`

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya bi dirûşma “Na ji tundiya li dijî jinan re û na ji zewicandina zarokan re” semînerek li Minbicê li dar xist.

Jinên Efgan name ji TAJÊ re şand

Jinên Efgan name ji TAJÊ re şand. Di nameye de gotin “Bi îlham û hêza ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û tevgera Kurdistanê girtiye, em serbilind in ku mil bi mil tê dikoşin.”

Konferansa jinên ji pêkhate û baweriyên cûda bi dawî bû

Konferansa jinên ji  pêkhate û baweriyên cûda bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de tê gotin; “Li hemberî hovîtiya ku li ser jinên êzidî hatiye meşandin, bersiva herî baş hevgirtin û birêxistinkirina jinan di asta gerdûnî de ye. Em bang li hemû jinên cîhanê jî dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.''

Jinan rola xwe ya parastina baweriyan nîqaş kir

Di konferansa jinên ji bawerî û pêkhateyên cûda de îşaret bi rola jinan a di nava gel, pêkhate û baweriyan de hat kirin. Hat gotin, rolek bandorker a jinan di veguhestin û parastina nasname, çand û baweriyan de heye, ji ber vê yekê hertim jin bûne armanca yekem ya êrişan.