Lêkoler û femînîsta sûdanî Nîmet Koko Mihemed şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û destnîşan kir ku belavbûna wê şoreşê li deverên şer û kirîzan ên Rojhilata Navîn dê roleke girîng di avakirina tevgereke demokratîk a jinan de bilîze.
JIN
`rola têkoşîna jinan di birêxistinkirina civakan de`
Yekitiya Jinên Ciwan panelek bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî.. ser bixe azadî" li dar xist. Di panelê de rola jinan di rêxistinkirin û misogerkirina azadiya civakan de bi rêya beşdariya wan di hemû qadên jiyanê de nîqaş kir.
Şervana YPJ'ê Rîm El Casim şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku şervana bi navê Rîm Elî El Casim 20'ê Tebaxê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû û got: " Weke hevreyên Rîm, em ê herdem bi xurtkirin û bilindkirina yekitiya jinên Kurd û Ereb parastina axa xwe bikin."
`Divê tevgereke hiqûqî ya jinan hebe ji bo Rêber Abdullah Ocalan azad bibe`
Nivîskara ji Misirê Kerîma El Hefnawî destnîşan kir ku divê jin di aliyê aborî de xurttir bibin û tev li civakê bibin. Her wiha diyar kir ku divê tevgereke hiqûqî ya jinan hebe ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”
Rojnamevaneke tunisî: Tenê deng û tevgerên jinan wan diparêzin
Rojnamevana tunisî Zihûr El Meşriqî destnîşan kir ku tecrube îsbat kirin ku qanûn nikarin jinan biparêzin. Tenê dengê wan, tevgerên rastîn ên jinan û koordîneya sînornenas wan diparêzin.
Têkoşîna jinan bû serenava komxebateke jinan li Helebê
Jinan di komxebatê de têkoşîna jinan a ji bo têkbirina dagirkeriyê û rûniştandina demokrasiyê nîqaş kirin û destnîşan kirin ku çareseriya herî baş komkirina enerjiya jinên welêt û derveyî Sûriyeyê ye ku ew enerjî jî veguhêzin hêzeke rastîn ku pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê pêş bikeve.
`Helwesta beşdaran li hember pêwîstiya sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker erênî bûn`
Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Jinan Henen Osman parvekirina beşaran nêrînên xwe der barê mijarên di kongreyê de hatine pêşkêşkirin, bi erênî nirxand.
Encamnameya Kongreya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan eşkere bû
Kongreya Navneteweyî ya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan a bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de gelek biryar hatin girtin. Ji wan biryaran mîsaqeke jinan a herêmî ya hevbeş were avakirin, ji bo xurtkirina têkoşîna hevbeş a jinan kongreyeke herêmî were lidarxistin, her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngavên stratejîk werin avêtin.
Di kongreya jinan de banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
Jinan di Kongreya Navneteweyî ya Tecrubeyên Tevgerên Jinan de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir û got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîneke xurt were kirin.
Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan di roja duyemîn de ye
Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî di roja duyemîn de bi rûniştina sêyemîn dest pê kir. "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" tê nîqaşkirin.
Di kongreya navneteweyî de tecrûbeyên jinên Kurd hatin nîqaşkirin
Di rûniştina duyemîn a Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî de , tecrûbeyên jinên Kurd ên ji bo derketina ji aloziyan û girîngiya pergala hevserokatiyê hatin nîqaşkirin.
Kongreya jinan a li Beyrûtê didome
Di rûniştina yekemîn a Kongreya Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî de behsa bandorên destwerdana pergala global a hegemon a li jinên herêmê hate kirin.