RJAK’ê ji encama lêkolîna xwe ya li ser rewşa jinên cîhanê bi giştî, rewşa jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd bi taybetî broşorek bi navê ‘Lêkolînek li ser rewşa jinan’ çap kir. Di broşorê de daxwaz ji rêxistinên jinan tê kirin ku bi rêya karên hevbeş zextan zêdetir bikin da ku dawî li bêdadiya li beramberî jinan heyî were anîn.
JIN
`Divê em bi şev û roj kar bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin`
Welatiyên ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku ramanên rizgariyê yên Rêber Abdullah Ocalan ne li gor siyasetên pergalên serdest in ku li ser kuştin, wêraniyê û înkarkirina gelan ava bûne. Ji ber wê banga meşandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
KCDP: Di meha Tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
KCDP’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin bi destê mêran hatine qetilkirin.
Jinên Reqayê piştgirî da jinên Siwêda û Derayê
Jinên Reqayê piştgiriya xwe ji jinên Siwêda û Derayê re nîşan da û banga lidarxistina şoreşeke nîştimanî ya wijdanî kir ku hêviyên tevahî jinên sûriyeyî pêk bîne.
Pêşangeheke berhemên destan li Helebê
Bi dehan jin li pêşangeha berhemên destan hazir bûn ku Nivîsgeha Jinan a Êzidî ya Helebê li dar xistiye.
'Ji her kesî zêdetir divê jin xwedî li Rêbertî derkevin'
Dayik û xwişkên şehîdan diyar kirin ku bi girankirina tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan re fikarên wan zêdetir bûne û gotin: “Ji her kesî zêdetir divê em jin xwedî li Rêberê xwe derkevin.”
Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan bûn rojeva penalekê
Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê panelek li kampa koçberên Girê Spî li dar xist. Di panelê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan û girîngiya rola wan di avakirina civakê de hatin şîrovekirin.
Fewziya Ebdî: Plana Tirkiyeyê li ser penabaran gef e
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî destnîşan kir ku bicihkirina penaberên sûriyeyî li deverên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û avakirina avahiyên mêtingeriyê berdewamiya planên wê yên guhertina demografiyê ne û tunekirina dîrok û çanda herêmê ye.
Pêşbirka duçerxeyê ya jinên ciwan li Reqayê
Meclisa Werzîşê ya Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan pêşbirka duçerxeya jinên ciwan bi dirûşma “Azadî dê bi jin, jiyan, azadî bi ser keve” Stada Beledî ya bajêr li dar xist.
Jinên ciwan û şêniyên Qamişloyê dijî tecrîdê meşiyan
Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û diyar kirin ku ew dê li derdora dirûşma “Kes nikare Roja me tarî bike” kom bibin.
Jinan qala girîngiya perwerdeyê kir
Jinên ku tev li dewreyeke bîrdozî bibûn der barê rola dewreyê de di guhertina kesayeta wan de axivîn û destnîşan kirin ku perwerde ber bi xwe rizgarkirinê ve, gaveke mezin e ji bo ku tevahî aliyên jiyanê baş nas bikin û kar û barên xw birêve bibin.
Çalakvanek ji Siwêdayê: Doza jinên sûriyeyî yek e
Çalakvaneke sivîl a ji Siwêdayê destnîşan kir ku beşdariya jinan di xwepêşandanan de tiştekî normal e û got: "Xwîna Hevrîn Xelef li Siwêdayê geş dibe, ji ber ku doza jinên sûriyeyî yek e."