Yekitiya Jinên Ciwan yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya yekemîn salvegera destpêkirina serhildana Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê hate gotin; “Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ emê jinên ciwan ên cîhan û welat azad bikin, ji bo vê jî pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Divê bi herkes bi şêwazek herî bihêz tevlî çalakiyên ji bo salvegera serhildanê bibin.”
JIN
Li Reqayê li ser ′girîngiya xebata dilxwazî′ jinan civînek hate li dar xist
Çalakgreên jin ên li Reqayê diyar kir ku ji bo xizmetkirina civakê û avakirineke hevgirtî pêdivî bi xebateke dilxwazî heye. Jinan got fikra komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina xwe îsbat kir û divê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê pêk bê.
TJK-E: Di salvgera qetilkirina Jîna Emînî de li qadan bin
TJK-E'yê bang li her kesî kir, bi taybetî jî bang li jinan kir ku di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de dakevin qadan û got, "Em qadên çalakiyê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin."
`Ji bo serxistina xwepêşandanên li Siwêdayê divê projeyek bê danîn`
Aktîvîsta femînîst Sîlvart Selûm bal kişand ser beşdariya jinan di xwepêşandanên li Siwêdayê de got, ′′Divê beşdarbûneke xurt di qada bîrdozî de jî hebe û ji bo serxistina xwepêşandanan divê projeyek bê danîn.′′
Li Efrînê 5 salên tije îşkence
Dayika ku li gel zarokên xwe bi îşkenceya çeteyan re rû bi rû maye û keça wê hatiye revandin, piştî 5 salan ji hovitiyê xilas bû, lê agahî ji keça wê nayê girtin.
`Wekhevî û hemwelatîbûn banga me ye`
Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca pêşxistina asta fikrî ya jinan û têgeha azadiya rastîn, komxebatek bi dirûşma “Girîngiya rola jinan di çêkirina biryarê de”
Rêxistinên jinan piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê
Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da xwepêşandanên şêniyên Siwêdayê yên bi pêşengiya jinan û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê banga hevgirtinê kir.
Çîroka Wehîbe ya ku xewna xwe veguhastiye rastî
Wehîbe piştî kedeke mezin xewna xwe pêk anî û dîwana xwe ya yekem bi zimanê Kurdî bi navnîşan "Êş û kul ji kaniya dil" çap kir.
`Rêbertî hêza me ye û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê têkoşîna me ranaweste`
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan destnîşan kirin ku ramana Rêber Abdullah Ocalan, gihaşt cîhanê û dijmin ji felsefeya wî ya azad ditirse. Endaman, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Li Qamişlo der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de semîner
Parêzerên Herêma Cizîrê der barê rastiyên qanûnî yên girêdayî doza Rêber Abdullah Ocalan de semînerek li dar xist û destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo doza wî bixebitin.
Kongra Star şehîdên Xelîfanê bi bîr anîn
Kongra Star a Qamişlo şehîdên komkujiya Xelîfanê bi bîr anîn û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.
Tevgerên jinan: Hewldanên fîtneyê dê li hember piştgiriya gel a ji bo QSD'ê têk biçin
Tevgerên jinan û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bang li şênî û eşîrên Dêrazorê kir ku piştgiriyê bidin QSD'ê ji ber tenê ew nûnera gelên herêmê ye û destnîşan kir ku hewldanên fîtneyê dê li hember piştgiriya gel a ji bo QSD'ê têk biçin.