Kongreya Star bi boneya salvegera dameziranda xwe ya 16’an daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku “Em piştrast dikin ku derketina rêxistina me bersiveke rêxistinî û hişyarkirinê bû li beramberî înkar û marjînalkirina dîrok û nasnameya jinên Kurd, Ereb û Suryan.”
JIN
Zelîxa Ebdî: Girtina Leyla Guven niyetên dewleta Tirk ên dijî aştiyê eşkere kirin
Cîgira seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê Zelîxa Ebdî diyar kir ku girtina Leyla Guven ji aliyê desthilata Tirk ve, armanc jê lawazkirina hêviyên peydakirina çareseriyên demokratîk û aştiyane yên ji bo doza kurdî ye.
Dayikên gerîla êrişên dagirkeran ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
Dayikên gerîla êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li aliyên garantor kir ku li hemberî binpêkirinên li herêmê, berpirsyariyên xwe pêk bînin.
Li Reqayê civîna salane ya dayik û hevjînên şehîdan hat lidarxistin
Dayik û hevjînên şehîdan ên Reqayê civîna xwe ya 2020’an li dar xist û tê de astengiyên ku tê re derbas bûne, nirxandin.
Kongreya Star qonaxa 2'yemîn a pêngava xwe ragihand
Kongreya Star di komxebatekê de ku li Qamişlo li dar xistibû, qonaxa duyemîn a pêngava "Na ji dagirkerî û qirkirinê re..bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" ragihand.
Komîteya Jinên Kedkar: Girtina Leyla Guven azadî û mafên mirovan binpê dike
Komîteya Jinên Kedkar bang li civaka navneteweyî kir ku der barê girtina Leyla Guven de erkên xwe bi cih bîne û piştrast kir ku girtina Leyla Guven azadî û mafên mirovan binpê dike.
Bi beşdarbûna jinan, pergala hevserokatiyê bû projeya herî serkeftî di cîhanê de
Rola jinan di pergala hevserokatiyê de sedemek bingehîn e ku Rêveberiya Xweser di çaksazkirina civakê de û damezrandina hevsengiyek di hemû qadan de rolek pêşeng bilîze. Tu pergalên demokratîk wekî vê pergalê nikare bandorê bike.
Kongreya Star li Şamê şehîd Sakîne û hevalên wê bi bîr anîn
Kongreya Star li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê ya Şamê, her sê şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.
Jinên Dêrazorê piştgirî da berxwedana Eyn Îsayê
Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê piştgiriya xwe ji jinên navçeya Eyn Îsayê re nîşan da û bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên jinan kir ku dewleta Tirk ceza bikin.
Li Şehbayê navenda Jineolojî hate vekirin
Li kantona Şehbayê navenda Jineolojiya piştî 3 salan careke din deriyê xwe vekir.
Jinên Reqayê: Leyla Guven rihê berxwedan û serkeftinê ye
Jinên ku beşdarî greva birçîbûnê li bajarê Reqayê bûne piştgiriya xwe bi Leyla Guven re anîn ziman û piştrast kirin ku sûcên dewleta Tirk ên dijî jinên siyasetmedar tenê ji bo ku dengê jinan tune bike.
TAJÊ`yê der barê bûyerên li kampên Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da: Xwekuştin ne çareserî ye
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê bûyerên xwekuştinê yên ku li kampên li Başûrê Kuristanê de pêk tên daxuyanî da û banga mezinkirina têkoşînê kir.