KJK`ê ji bo azadîkirina hemû jinên girtî banga çalakiyan kir

​​​​​​​KJK'ê bal kişande ser Zeynep Celaliyan û Suheyla Hîcab ku di girtîgehên Îranê de ketine girêva birçîbûnê û mamosteya Kurdî Zara Mihemed ku 10 sal ceza lê hatiye birîn û ji bo hemû jinên girtî werin berdan banga çalakiya aktîf û biplan kir.

‘Pergalên dîktator hewl didin vîna jinan bişkînin’

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbicê Sûzan Hisên, girtin û tundiya ku li dijî jinan a li bakurê Kurdistanê û herêmên dagirkirî tên meşandin, wek hewldanek ji bo ferzkirina hegemoniya mêrdestî li ser jinan wesifand. Sûzan bang li tevahiya jinan kir ku li hember van siyasetan serî hildin.

Rewşa jinan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de

Komîteya Lêkolîn û Serjimariyan a Kongreya Star dosyayekê bi navê "Jin di bin dagirkeriya dewleta Tirk de" amade kir. Di vê dosyayê de sûcên ku di du salan de li herêmên dagirkirî bi taybet li dijî jinan hatine begekirin, eşkere dibin.

'Rejîma Îranê dibêje qey dê bi girtinê bikare dengê jinan qut bike’

Endama rêveber a Komîteya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Hemrîn Hisên got  "Rejîma Îranê perwerdeya bi zimanê kurdî ya ji aliyê mamoste Zara Mihemedî ve sûc dibîne, dixwaze bi girtinan dengê jinên ku banga mafên xwe dikin, qut bike.”

Akademiya Jinan a Sûriye dewreya xwe ya 14`an bi dawî kir

Akademiya Jinan a Sûriye îro dewreya xwe ya 14`an bi dawî kir. Dewre bi navê şehîd Elîf Botan hate vekirin û endaman da zanîn ku wan bi rêya vê dewreyê felsefeya azadî û demokrasiyê nas kir.

Dûa Xazî: Divê destûra Tirkiyê were aktîfkirin

Çalakvana jin Dûa Xazî  got "Pêngavên ku banga wekheviya her du zayendan dikin li dijî siyaseta Tirkiyê ne.  Pêdiviya destûra Tirkiyê ya parastina jinan bi aktîfkirineke rasteqîn heye. Nabe dozên girêdayî tundiya li ser jinan û girtina çalakvanan werin paşguhkirin.  Sûcên ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyê tên kirin, mîna qirkirina Osmanî ya li hemberî Ermenan e."

​​​​​​​Aktîfkirina rola jinan li gundên Tebqayê

Rêveberiya Jinan a Tebqayê semîrner, panel û bi dehan serdanên ji malan re pêk anîn lê dîsa jî rêveberî van çalakiyan kêm dibîne û çalakiyên aborî zêdetir derketin pêş. Rêveberiyê ji bo pêşketin û avakirina aboriya jinên li gundan gelek plan danîn.