Li Reqayê çalakiyên pêngava “Em ê teqez bi serkevin

Di çarçoveya çalakiyên pêngava “Helbet em ê bi ser kevin” Yekitiya Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê pêşengeha hûnerên jinan û karên destan li hola Taj a li bajarê Reqayê li dar xist.

'Rapora NY’yê kêm e, divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin'

Jinên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, diyar kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê ya der barê herêmên dagirkirî de têrê nake, divê xebateke rastîn were kirin û sûcdar werin darizandin.

KJK’ê pêngava ‘Dema parastina jina azad û civakê ye’ ragihand

Koordînasyona KJK’ê ragihand ku destekê didin pêngava KCK’ê û parelel bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinên, dema parastina jina azad û civakê ye’ dest bi pêngavekê kir. KJK’ê destnîşan kir ku wê her du pêngav hevdu bihêz bikin.

Koordînasyona Kongreya Star: Em banga hesabxwestina ji Tirkiyê li ser sûcên şer dikin

Endama Koordînasyona Kongreya Star Perwîn Yûsif destnîşan kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê ji aliyekî ve erênî ye, lê belê ji aliyê din ve û li hemberî binpêkirinên li dijî jinên herêmên dagirkirî ne di asta tê xwestin de ye. Perwînê bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê rewşa dawîn a herêmê nirxand

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê geşedanên siyasî û bûyerên derxistina fitneyê li herêmê di civînekê de li taxa Mişleb nirxand. Her wiha di civînê de sînevîzyonek girêdayî sûcên ku li herêmên dagirkirî têne kirin, hate pêşendan.