Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK'ê diyar kir ku kuştinên siyasî yên li dijî jinan zêde bûne û bang li jinên li tevahiya cîhanê kir ku karekî hevpar û têkoşîneke bi hev re bimeşînin.
JIN
Kongreya Star: Em ê têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin
Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera sêyemîn a êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê got:"Em soz didin ku asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin da ku em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, destkeftiyên şoreşê û ewlehiya Rojava biparêzin."
‘Rêjeya sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, ji ya belgekirî zêdetir e’
Rêxistinên jinan piştrast kir ku asta sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, ji asta ku rêxistinên hiqûqî yên li wir çalak in, belge kirine, zêdetir in. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku komîteyên lêpirsînê ji bo belgekirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin, bişînin wan herêman.
Netewî Xemgîn: Tekane rêya li ber dewleta Tirk, qebûlkirina daxwazên Leyla Guven e
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgin girtina Leyla Guven ji hêla dewleta Tirk ve, şermezar kir û got "Îro, heke dewleta Tirk a faşîst nikare tehemulî vîna jinan a bi pêşengiya Leyla Guven bike, ji ber ku ew şopdara Sara, Zîlan, Leyla, Bêrîtan û xeta azadiya jinan e."
'Divê civaka navneteweyî gavên berbiçav li dijî dagirkeriya Tirk biavêje'
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku dest bi gavên berbiçav ên li dijî dagirkeriya Tirk bike.
Tevgera Jinên Komunîst: Hêzên emperyal destekê didin êrişên dewleta Tirk
Tevgera Jinên Komunîst a Şoreşger li kantona Hesekê û Kobanê banga têkoşîna li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kir.
Komîteya Jinan a Dêrazorê: Girtina Leyla Guven azadî û vîna jinan dike hedef
Endama Komîteya Jinan a Meclisa Firatê ya Gundewarên Dêrazorê piştgiriya xwe ji grevên li zindanên dewleta Tirk re anî ziman û piştrast kir ku girtina Leyla Guven azadî û vîna jinan dike armanc.
Foza Yûsif: Kongreya Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir
Foza Yûsif bi boneya salvegera 16`emîn a Kongreya Star anî ziman ku Kongreya Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir. Foza behsa rewşa herêmên dagirkirî jî kir û got: "Divê yekser komîteyek ji aliyê NY`yê ve were avakirin û derbasî herêmên dagirkirî bibe, ji ber ku li wan herêman sûcên mezin têne kirin."
Koordînasyonên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna salane ya duyemîn li dar xist
Koordînasyonên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya duyemîn a 2020’an li dar xist, tê de xebatên par hatin nirxandin û planên 2021’an danîn. Ji civînê gelek pêşniyar û projeyên taybet bi jinan û erêkirina wan derketin.
Komîteya Jinan a Dêrazorê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, îro Komîteya Jinan a Dêrazorê li herêma Meamil konê protestokirinê vegirt.
Rêveberiya Jinan a Reqayê civîna xwe ya salane ya 3’yemîn li dar xist
Rêveberiya Jinan şaxê Reqayê civîna xwe ya salane ya 3’yemîn li dar xist û tê de karên par nirxandin û plansaziya îsal diyar kir.
Şêniyên Til Koçerê salvegera damezirandina Kongreya Star pîroz kir
Bi dehan şêniyên navçeya Til Koçerê salvegera 16'an a damezirandina Kongreya Star pîroz kir.