Îslam Fikrî Necmedîn got divê êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ji gelek aliyan ve were şopandin. Her wiha diyar kir ku di vê mijarê de lîstivanek din heye ku destekê dide DAIŞ’ê xeta parastinê ya girtîgehê bişikîne û çeteyan derxe, ji ber ku bêyî çavdêriya hewayî êrişeke wiha ne mimkun e.
POLÎTÎKA
Riyad Derar: Êrişa li ser girtîgeha Sînaa plankirî bû
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar da zanîn ku êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê plankirî û koordînekirî bû, armanc jê ew e QSD’ê û hêzên ewlehiyê reş bikin.
Dr. Xalid El-Izî: Kongreya li Urdunê bingeha têkiliyên Erebî-Kurdî ava dike
Diktorê Ragihandina Siyasî li Lubnanê Xalid El-Izî diyar kir ku kongreya diyaloga kurdî-erebî ya li Urdunê hate lidarxistin, bi armanca avakirina têkiliyên di navbera van her du aliyan de ye. El-Izî bal kişand ser rola rewşenbîran û got: "Nîqaşên wiha têkiliyên stratejîk û girîng bi pêş dixe."
Zêdan El-Asî: Êrişên DAIŞ`ê pir xeter in, divê civata navneteweyî bi erka xwe rabe
Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî got, êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sîna, gelek mezin û xeter in û da zanîn ku destên dewleta Tirk û hikumeta Şamê di van êrişan de hene.
Alfred Riachi: Pêwîstiya Sûriyê bi tecrubeya Rêveberiya Xweser heye
Serkreterê Giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal Dr.Alfred Riachi diyar kir ku pergalên zordest di birêvebirina pirrengiyê de bi bin ketin. Her wiha got, pêwîstiya Sûriyê bi tecrubeya Rêveberiya Xweser heye ku dişibe modela Swîsreyê.
Hesen Koçer: Heger em herêmên dagirkirî rizgar nekin wê Sûriyê were parçekirin
Hesen Koçer têkildarî siyasetên yekalî û redkirina diyalogan ji aliyê hikumeta Şamê ve hişyar da û got: "Li gel hebûna dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê, domandina van siyasetan wê bibe sedema parçekirina welat."
Mistefa Qalecî: Bicihkirina biyaniyan li Efrînê gelek xeter e
Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê Mistefa Qalecî banga betalkirina peymana Edeneyê ya di navbera Şam û Enqereyê de û vegerandina mafên Sûriyê kir. Her wiha têkildarî xeteriyên guhertina demografiya herêmên dagirkirî hişyarî da.
Fîras Qesas: Armanca lihevkirinan ew e ku Sûriyê vegerînin rewşa beriya 2011'an
Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê Fîras Qesas lihevkirinên ku hikumeta Şamê behsa wan dike wek xefik bi nav kirin û got "Armanc ji van lihevkirinan ew e ku Sûriye vegere rewşa beriya 2011'an."
Emîn Elîko: Berjewendiyên bi Tirkiyê re nahêlin welat erka xwe pêk bînin
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê qirkirina gelên azadîxwaz e û got "Berjewendiyên welatan ên bi Tirkiyê re, nahêlin ew welat erka xwe pêk bînin."
Çolistana Sûriyê bûye qada hevrikiyê ya di navbera Rûsya û Îranê de
Rikberiya Rûsya û Îranê li ser çolistana Sûriyê (Badiyê) zêde bûye, piştî ku Îranê hebûna xwe ya leşkerî li wir xurt kir, bû sedem ku Rûsya dest bi hemleyeke berfireh bike komên alîgirên xwe yên di na hikumeta Şamê de xurtir bike. Gelo girîngiya stratejîk a vê herêmê çi ye?
Foza Yûsif: Li pey îdiayên derew ên Tirkiyê 3 armancên sereke hene
Foza Yûsif diyar kir ku armanca sereke ji îdiayên Tirkiyê yên ku QSD'ê êrişên wan dike ew e ku sûcên ku li dijî herêmê pêk tîne, binixumîne û zemînekê ji bo pêkanîna êrişên nû biafirîne.
Ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê bang li Konseya Ewlehiyê kirin
Siyasetmedar û welatiyan bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku di civîna xwe ya ku tê payîn îro li dar keve de biryarê bide ku deriyê Til Koçer were vekirin. Her wiha hişyarî da ku girtina deriyê sînor dê bandore neyinî li 5 milyon kes û milyonek penaber û koçber bike.