Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi êrişên piralî re rû bi rû ye, her wiha destnîşan kir ku ev dê rê li ber naskirina siyasî ya bi rêya berfirehkirina peywendiyan, bi taybet bi welatên Ereb re negire.
POLÎTÎKA
Siyasetmedar Iyad Xetîb: Hebûna DAIŞ'ê xizmeta hêzên hegemonîk dike
Cîgirê serokê nivîsgeha Lêkolîn û Pêşxistina Fikirî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Iyad Xetîb diyar kir ku hikumeta Şamê, Tirkiyê û hêzên cîhanê sûdê ji hebûna DAIŞ`ê werdigirin. Xetîb îşaret pê kir ku QSD`ê ji bo parastina cîhanê ji xeteriya DAIŞ'ê bi erkeke mirovî û exlaqî rabû û berdêlên giran dan.
‛Xeteriya DAIŞ’ê berdewam e divê civata navneteweyî bi erkên xwe rabe’
Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê da zanîn ku hîna xetereya DAIŞ’ê heye û zêdetir dibe û bang li civata navneteweyî kir ku li hember dosyaya darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi erka xwe rabe.
Xerîb Hiso: Tirkiyê ji bo tolhildana binkeftina DAIŞ'ê ji Dêrikê heta Şengalê bombebaran kir
Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso diyar kir ku dewleta Tirk binkeftina DAIŞ'ê ya li girtîgeha Sînaa tehemul nekir, ji ber vê yekê bi balafiran Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengal bombebaran kir.
Dilbirîn Kobanê: Ew surprîz li Erdogan zivirî
Fermandara YPJ`ê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku plansaziya êrişa DAIŞ’ê li bajarê Rihayê beriya demekê hatiye çêkirin û got “Ger plana DAIŞ’ê pêk bihata, dê her kesî para xwe ji komkujiyê bigirta.”
Hiqûqnasek: Hiştina DAIŞ'ê bê darizandin binpêkirinana qanûnê ye
Hiqûqnasê pisporê qanûna navneteweyî da zanîn ku divê civata navneteweyî çeteyên DAIŞ’ê di dadgehên navneteweyî de darizîne û got, heke heta niha çeteyên DAIŞ’ê nehatine darizandin ew yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ne û reva ji erkên exlaqî û qanûnî ye.
Yasir Silêman: Hikumeta Şamê piştgiriyê dide şaneyên DAIŞ`ê
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman got, hikumeta Şamê sivîl û axa Sûriyê neparastin û têkildarî bûyerên ku li Hesekê rûdane roleke neyînî lîst û piştgiriya şaneyên DAIŞ`ê kir.
'Dema hatiye ku Kurd û Ereb li hember zêdegaviyên Tirkiyê bibin yek'
Mihemed Ebû Sebha got dem hatiye ku Ereb û Kurd ên li Sûriyê bi hev re çarenûsa xwe diyar bikin û got: "Divê parçebûnê bi dawî bikin ku di encama destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê de çêbûye."
Dilşa Osman: Divê gelên Rojhilata Navîn li sîstema jiyana hevbeş bigerin
Endama Koodînasyona Kongra Star a Ewropayê Dilşa Osman got divê gelên Rojhilata Navîn li koka xwe ya dîrokî vegerin û li sîstema jiyana hevbeş bigerin. Her wiha got berdewamkirina diyalogan ji bo Kurd û Ereban girîng e.
Cemal Şêx Baqî: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê berpirsên bûyerên li girtîgeha Sinaa ne
Sekreterê Giştî yê P.D.K.S'ê Cemal Şêx Baqî got, şaneyên DAIŞ'ê bi tenê nikarin êrişî girtîgeha Sînaa bikin û destnîşan kir ku yên ku plana vê êrişê danîne dewleta Tirk û hikumeta Şamê ne.
Dr.Mistefa Selah: DAIŞ hewl dide ji nû ve serweriya xwe ferz bike
Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Mistefa Selah da zanîn ku êrişên şaneyên DAIŞ’ê dê bandoreke mezin li belavbûna fikirê DAIŞ’ê li herêmên Sûriyê bike. Selah got, DAIŞ hewl dide ji nû ve serweriya xwe ferz bike.
Hemdan El-Ebid: Ma Şamê sûcên li girîgehên Tedmur û Sêdnaya ji bîr kir!
Hemdan El-Ebid bertek nîşanî daxuyaniyên rejîma Şamê yên ku QSD’ê sûcdar dike, da û sûcên rejîmê yên li girtîgehên Palmîra û Sêdnaya anîn bîra hikumeta Şamê.