Hevserokê berê yê PYD`ê Enwer Muslim got dê partî ji bo misogerkirina naskirina kurdan di destûra Sûriyeya pirreng a nenavendî de kar û xebatan bike û dê li hember hemû lihevkirinên li dijî gelê Kurd û gelên Kurdistanê bisekine.
POLÎTÎKA
Îbrahîm El-Xelîl bang li hikumeta Şamê kir: Erka parastina sînorên welat bîne cih
Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Nîştimanî Îbrahîm El-Xelîl welatî li ser planên dewleta Tirk a dagirker hişyar kir û bang li hikumeta Şamê kir ku bi erka xwe ya parastina welat rabe.
Luqman Ehmê: Divê tavilê rê li PDK`ê bê girtin
Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê bang li hêz û partiyên kurdî kir ku li hemberî hevbeşiya PDK`ê di êrişên li dijî HPG`ê de, helwesteke cidî û zelal nîşan bidin û got: "Divê tavilê rê li PDK`ê bê girtin."
Mihemed Berkel: Hişyarî li ser Lîwa Skendoreke din li Sûriyê da
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbic û Gundewarên wê Mihemed Berkel, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze li herêmên herî ewle yên Sûriyê " herêmeke ewle" ava bike û hişyarî li ser parçekirina Sûriyê da.
‛Armanca projeya vegerandina penaberan sirgûnkirina Kurdan e‛
Siyasetmedar Bekir Hec Îsa da zanîn ku projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine, projeya herî xeternak li dijî kurdan e. Her wiha bang li partî û hêzên siyasî yên kurdî kir ku li dijî projeya niştecihbûnê bisekinin.
Siyasetmedar: Tirkiyê dixwaze li ser hesabê Sûriyê û Iraqê projeya xwe pêk bîne
Siyasetmedarên Kurd ên bajarê Reqayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo vegerandina serdama osmanî, li Iraq û Sûriyê şerekî qirker dide meşandin.
‘DYA dê zêdetir derfetê bide Tirkiyê ku li Rojhilata Navîn tev bigere’
Li gorî pêşbiniyên pisporan, bandorên tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê dê Ewropayê derbas bike û bandorê li herêma Rojhilata Navîn jî bike. Lêkolîner Nicholas Heras got DYA difikire ku mafê azadiyê bide Tirkiyê ku hîn zêdetir li herêmê tev bigere û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê vê yekê nîşan didin.
Nivîskar, siyasetmedar û pisporên Ereb: Divê rê li ber Tirkiyê were girtin
Nivîskar, siyasetmedar û pisporên Ereb, der barê xeteriya dewleta Tirk a li ser welatên Ereb bi taybet li ser Iraq û Sûriyê de hişyarî da û gotin: "Dewleta Tirk sûd ji şerê li Ukrayanayê digire û hewl dide wan her du welatên Ereb dagir dike." Her wiha bang li Kurd û Ereb kir ku li dijî planên Tirkiyê helwesteke hevpar bidin.
Nûrî Mehmûd: Divê em xwe biparêzin, şer bikin û bi ser bikevin
Tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dagirkirina herêmê Nûrî Mehmûd, anî ziman ku ger ev êriş wiha berdewam bikin beguman wê hêzên wan jî bêdeng nemînin.
Wayil El-Beyatî: Xebata hevpar dikare dawî li planên Tirkiyê bîne
Têkildarî êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Wayik El-Beyat got, baweriya gelên Sûriyê û Iraqê bi çarenûsa wan a hevpar dikare dawî li planên dagirkirinê bîne.
Moskoviyan: Tirkiyê alava qirkirinê ye, divê sînorek ji xayînan re were dayîn
Rojnamevan û nivîskarê lubnanî Hamo Moskoviyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker alava wêrankirin, koçberkirin û qirkirinê ye. Her wiha anî ziman ku divê sînorek ji xayînan re were dayîn.
Fernaz Etiye: Têkoşîna PKK'ê rewa ye, divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê
Lêkolînera zanistên siyasî Fernaz Etiye, diyar kir ku xistina navê PKK'ê di ''lîsteya terorê'' de mijareke siyasî ye û ne qanûnî ye. He wiha got, li şûna PKK'ê ya ku ji bo projeya neteweya demokratîk têkoşîn dike, divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê.