Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parlamentereke Almanyayê re hevdîtin pêk anî

Şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parlamentera Almanyayê Catherine Hanenberger re hevdîtin pêk anî. Di serî de êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin. Catherine Hanenberger diyar kir ku divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îstiqrar pêk were.

 Partiya Lîwa ya Sûrî: Hikumeta Şamê tênagihêje û dixwaze alozî li Siwêdayê bidome

Endamê Polîtboruya Partiya Lîwa ya Sûrî ya li Siwêdayî da zanîn ku nakokiya li herêma başûrê Sûriyê bi dawî nabe, ji ber ku hikumeta Şamê tênegihîştiye û tu tawîz nedan ku sûrî bibin xwedî jiyaneke azad û rûmet. Her wiha got, divê welatiyên herêmê, bi xwe herêmê bi rê ve bibin heta çareseriyek ji tevahî sûriyan were dîtin.

Partiyên siyasî: Dijminê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijminê tevahî Sûriyê ye

Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji çeteyên DAIŞ'ê re bûne stargehên ewle û gotin: “Divê hikumeta Şamê li gorî zagonan parastina sînorê xwe bike, ji ber ku dijmin ne tenê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê dijminê Sûriyê bi gistî ye.”

Jinên siyasetmedar: Bêyî projeya Rêveberiya Xweser tu çareserî tunene

Jinên siyasetmedar diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dike û temenê wê dirêj dike. Jinên siyasetmedar anîn ziman ku bêyî projeyên demokratîk mîna rêveberiya xweser tu çaresriyên din tune ne.