Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê têkildarî têkiliyên Şamê bi dewletên herêmî û erebî re got: "Eger ev têkilî li ser bingehê berjewendiyên gelê Sûriyê û mafên wê be, em pê re ne."
POLÎTÎKA
Piştî 12 salan wezîrekî Misirê li Şamê ye
Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî gihaşt Balafirgeha Şamê. Piştî 12 salan ev serdana yekemîn a rayedarên Misirê bo Sûriyeyê ye.
ʹErdhejê derfeteke nû ji bo guhertina demografîk da dewleta Tirkʹ
Siyasetmedar Bekir Hec Îsa anî ziman ku erdhej derfeteke nû ji bo dewleta Tirk a dagirker e da ku plana xwe yên guhertina demografîk temam bike.
Peyama Rêveberiya Xweser a Cizîrê ya ji sekreterê NY′yê re bê bersiv ma
Peyama ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres ji bo vekirina deriyên sînor, bi taybet deriyê Til Koçerê, nehat bersivandin.
Beşar Esed serdana Umanê kir
Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Beşar Esed serdana Umanê kiriye û bi sultan Heysem Bin Tariq re civiya.
Hevserokê KNKʹê: Biryara rawestandina çalakiyên leşkerî exlaqî û mirovî ye
Hevserokê KNKʹê anî ziman banga KCKʹê ya rawestandina çalakiyên leşkerî mirovî û exalqî bi nav kir û got, êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku siyasetên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê berdewam dikin.
Hiso: Dewleta Tirk şerê modela herî guncaw ji bo Sûriyeya paşerojê dike
Ekrmen Hiso destnîşan kir ku geşedanên li herêmê û bandorên wê, dê rê bidin ku projeya Rêveberiya Xweser rewa bê dîtin, nexasim piştî ku Konseya Ewlehiyê ya NY`ê li şûna biryara /2254/, biryara hejmar /2268/ esas girt.
Çiya Kurd: Divê deriyên sînorî ji bo alîkariyan bên vekirin
Bedran Çiya Kurd di hevdîtina li gel nûnerê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Nicholas Granger de got divê deriyên sînorî, nemaze deriyê Til Koçer, ji bo derbaskirina alîkariyan ji herêmên erdhejê re, bên vekirin.
Nêzîkbûna Şam û Enqereyê di çi qonaxê de ye?
Di çend rojên dawîn de axaftina li ser nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de bi temamî sar bû. Her wiha hevdîtina di navbera wezîrên karên derve yên Şam û Enqereyê de heta demeke nediyar hat derengxistin. Gelo nêzîkbûn gihaştiye ku derê?
Riyad Derar sala 2022`yan nirxand
Hevserokê MSD`ê Riyad Derar teqezî bi pêwîstiya dîtina çareseriyeke nû ji aloziya Sûriyê re kir, her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku helwesta xwe ya li hember aloziyê biguherîne û diyalogê bi Rêveberiya Xweser re dest pê bike da ku aloziya Sûriyê bi dawî dike.
Serokê partiyeke sûriyeyî: Çavê Erdogan li Helebê ye
Serokê Partiya Sûriye Ewlen Selman Şebîb got ku dewleta Tirk li gorî plana dagirkeriyê ya tevlêkirina axa Sûriyê ji Tirkiyê re tevidgere û destnîşan kir ku timayên dewleta Tirk ne tenê li hember bajarekî ne, lê belê li hember tevahî xaka Sûriyê ne. Şebîb bang li Sûriyeyiyan kir ku yekrêziya xwe xurt bikin.
Ferhan Hac Îsa: Belavbûna El Nusra planeke kevn-nû ya dewleta Tirk e
Siyasetmedar Ferhan Hac Îsa got ku dehfdana çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ber bo sçmprîm herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê dewleta Tirk ve, planeke kevn a dewleta Tirk e û di çarçoveya nêzîkbûna vê dawiyê ya bi hikumeta Şamê re pêk tê, ku armanca wê jî lawazkirina Rêveberiya Xweser e.