Nîqaşên li ser normalîzekirina têkiliyên dewletên Ereban û hikumeta Şamê berdewam in. Behreyn yek ji wan dewletan bû, lê xuya ye ku gelek dewlet li benda dema guncaw in. Sûda ku wê dewlet ji vê yekê bigirin, çi ye?
POLÎTÎKA
Ehmed Xoce: Armanca girtina deriyên sînor tengavkirina Rêveberiya Xweser e
Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce piştrast kir ku girtina deriyên sînor planeke siyasî ya wan aliyan e ku naxwazin îstîqrar li herêmê çêbe.
Talal Mihemed: Şam ne amade ye ku bi Rêveberiya Xweser diyalog bike
Talal Mihemed got, Şam qebûl nake ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike, lê amade ye ku bi dewleta Tirk re diyalog bike ku ji sedî 12 ji axa Sûriyê dagir kiriye.
ꞌÊrişên Tirkiyê hemwextî girtina deriyên sînor lihevkirineke dijmin û xayînan eꞌ
Siyasetmedaran diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina deriyên sînor ji aliyê PDK`ê ve planeke dewletên "Garantorên Astanayê" ye, her wiha hevpeymanek di navbera "Xayîn û dijmin" de li dijî projeya Rêveberiya Xweser e.
Siyasetmedar û rewşenbîr: Misogeriya serkeftina şoreşê xweparastin e
Siyasetmedar û rewşenbîran pêwîstiya xurtkirina pergala xweparastinê li Bakur û Rojilatê Sûriyê destnîşan kir. Her wiha bang li xelkê herêmê kir ku pişta xwe nede hêzên derve "Ji ber ku dê rê li pêşiya tunekirina destkeftiyan veke ku ji destpêka şoreşê di 19`ê Tîrmehê 2012`an ve hatine bidestxistin."
Rûspiyekî eşîra Begara: Astana bûye platforma rewakirina êrişên dewleta Tirk
Rûspiyê eşîra Begara ya Ereb Hisên El-Kebiş destnîşan kir ku aliyên navneteweyî û herêmî hewl didin bi rêya civînên Astanayê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û dagirkirina axa Sûriyê rewa bikin.
Ezab El-Ebûd: Sîstema navendî ji krîzê re nebû çareserî
Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Minbicê Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku çareseriya krîza Sûriyê tenê bi rêyên siyasî û beşdariya hemû gelê Sûriyê di avakirina destûreke nû de ye û tekez kir piştî têkçûna sîstema navendî hat îspatkirin, pêwîstî bi sîstemeke nenavendî heye.
Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dikare bibe bingeha çareseriya siyasî
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku sala 2021'an di aliyê çalakiyên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser de saleke cuda bû û destnîşan kir ku diyalogên sûrî-sûrî çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyê ne. Çiya Kurd got “Ev sal ji bo Rêveberiya Xweser xwedî girîngiyeke siyasî bû. Her wiha hêza wê ya leşkerî di peydakirina ewlehiya herêmê de xwedî giraniyeke mezin e. Ev pêşketin dikarin bibin bingeha çareseriya siyasî li Sûriyê."
Lêkolînerekî siyasî banga lêkolîneke berfireh li ser sûcên dewleta Tirk kir
Lêkolînerê siyasî û pisporê karûbarên Tirkiyê got, divê sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bên lêkolînkirin.
Hesen Koçer: Armancên siyasî li pey girtina deriyan hene
Hesen Koçer got, armanc ji mijara girtina deriyên sînor û deriyê Til Koçerê bi taybet hilweşandina aboriya herêmên Rêveberiya Xweser e. Koçber got, bikaranîna deriyên mirovî weke kaxezeke zextê ya siyasî kiryarekî derexlaqî ye.
‛Ji bo ku gel bertekan nîşanî Rêveberiya Xweser bide deriyên sînor girtin’
Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku girtina deriyên Pêşxabûr û Welîd kartekî derexlaqî û dermirovî û piştrast kir ku ev biryar dikeve xizmeta dijminê gelê Kurd û bandoreke neyênî li têkiliyên Kurdistanê dike.
'Pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriyeke giştî heye ne bi lihevhatinan'
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma rojhilat a Dêrazorê Mihemed Zayîd got, hikumeta Şamê piştî ku di vegerandina herêmên bi rêbazên leşkerî de bi bin ket, hewl dide bi rêya şerê taybet û "Lihevhatinan" vîna gelê herêmê bişkîne.