Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef têkildarî bêdengiya Rûsya ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ev bêdengî nîşan dike ku Rûsya pê re hevkar e û dixwaze rê li pêşiya dewleta Tirk veke da ku herêmê dagir bike.”
POLÎTÎKA
'Di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de lihevkirin li dijî Rêveberiya Xweser hene'
Endamê Desteya Serokatî ya MSD’ê Xelîl Ebdo destnîşan kir kiryarên hikumeta Şamê û lihevkirinên wê yên bi dewleta Tirk re yên li dijî Rêveberiya Xweser bi ser nakevin. Xelîl Ebod got ku têgihiştina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tevahî komployan bi bin bixin.
Aldar Xelîl: Êrişên li ser Eyn Îsa û tevliheviyên li Qamişlo bi hev ve girêdayî ne
Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê ji bo êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirine û destnîşan kir ku hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Eyn Îsa, hêzên hikumeta Şamê jî li Qamişlo tevlîhevî derxist.
Aram Hena: Yekitiya gelên herêmê û piştgiriya QSD'ê dê planên Tirkiyê têk bibin
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena destnîşan kir ku vebijêrka wan berxwedan û parastina herêmê ye. Hena helwesta Rûsya ya li hember êrişên dewleta Tirk rexne kir û got: "Bêdengiya Rûsya, dewleta Tirk teşwîq dike ku êrişên xwe bidomîne."
'Rûsya şirîk e, ne garantor e'
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD'ê şaxê Reqayê Xelîl Xemîs têkildarî bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê got, Rûsya ne garantorê agirbestê ye, lê şirîkê dewleta Tirk e. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk rasterast sivîlan dike hedef da ku wan bide koçberkirin.
Partiya Sûriya Pêşerojê: Hikumeta Şamê berpirsê girtina rêyên çareseriyê ye
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê konê çalakiyê li taxa Şêxmeqsûd veda û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin.
Hikumeta Şamê bi zihniyeta xwe rê li pêş destwerdana derve û dagirkeriyê vedike
Hikumeta Şamê bi zihniyeta xwe ya dûrxistin û redkirina diyalogê bi hêzên nîştimanî yên Sûriyê re, rê li pêşiya destwerdanên derve, jihevxistina mûzaîka civakî û dagirkirina herêm vedike.
Îbrahîm Qeftan: Divê dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê were têkbirin
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan ku dewleta Tirk hewl dide împratoriya Osmanî vejîne û got: " Lê dîrok bi paş de venagere û ber bi pêşerojê ve diçe, divê dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê were têkbirin."
Lîna Berekat: Pêwîste civaka navneteweyî erka xwe ya mirovî pêk bîne
Lîna Berekat êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî pêk bîne û piştgiriyê bide mafên gelê Sûriyê, her wiha lezê bide çareserkirina aloziya Sûriyê ku bi rengekî siyasî hemû aliyan beşdarî dayîna biryarê bike.
'Êrişên li ser Eyn Îsayê komployeke navneteweyî ya bi pêşengtiya Rûsyayê ye'
Siyasetmedaran diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê planeke navnetewî ku Rûsya serkêşiya wê dike ye û gotin: "Armanca vê planê ew e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev qut bikin."
Siyasetmedarekî sûrî: Dewleta Tirk DAIŞ`ê li herêmên hikumeta Şamê bi tevger dike
Siyasetmedarê sûrî yê serbixwe Îsam Ezûz got: “Dewleta Tirk li pişt tevgerên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên serweriya hikumeta Şamê ye ku dixwaze bi rêya rêxistina navnetewî ya Îxwan Mislimîn împeratoriya Osmanî vejîne.”
Siyasetmedaran bang li PDK`ê kirin ku beşdarî komployên li dijî kurdan nebe
Siyasetmedarên Kurd gotin ku PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî li ser hesabê Kurdistanê û doza kurdî bazirganiyê dike û bang li PDK`ê kirin li xeta niştimaniyê vegere.