Ciwanên şoreşger civînek li Til Birakê li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava " Li dijî dagirkerî û xiyanetê verin cenga azadiyê'' de, civînek li navçeya Til Birak li dar xist.

Ciwanan Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan

Ciwanên kantona Qamişloyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Meşa dirêj gihaşt Dêrikê

Meşa dirêj a ku ciwanan li dar xistiye, piştî qutkirina 90 kîlo metre ji Qamişloyê de, gihaşt Dêrikê. Meş ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin.

Ji meşa dirêj a ciwanan, gelek ciwanên Ereb û Kurd tev li refên gerîla bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma "Li dijî îxanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" meşeke dirêj ji Qamişlo heta bi Dêrikê ve organîze kir û vê êvarê meş bi dawî bû, di meşê de komeke ciwanên Ereb û Kurd biryar da û tev li refên gerîlayan bûn.