Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê destnîşan kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna wan berdewam e.
CIWAN
Ciwanên Dêrazorê: Heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe em ê tê bikoşin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya rojhilatê Dêrazorê çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Tevgerê destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji destê dewleta Tirk, dê têkoşîna wan berdewam bike.
`Jinên ciwan fedaî Rêber APO ne` navnîşana panela jinên ciwan bû
Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Eyn Îsayê di paneleke diyalogê de bang li ciwan û gelên azadîxwaz kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.
Ciwanan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan ciwanên Qamişlo bi xwepêşandanekê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin û destnîşan kirin ku ew dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Ciwanên Dêrazorê nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê red kir
Ciwanên ji rojhilatê Dêrazorê nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de red kir û got hewldanên wiha xizmeta sûriyeyan nakin.
Navenda Pêşxistina Ciwanan 100 ciwanan perwerde dike
Bi rêbaz û sîstemeke nû ya xebatê, Navenda Pêşxistina Ciwnanan a girêdayî Desteya Ciwan û Werzîşê dewreyên pîşeyî û fikirî dan destpêkirin, bi wê yekê armanc dike ku behreyên ciwanan bi pêş bixe û rola wan di civakê de xurttir bike.
Ciwanên Kobanê ji bo bidawîkirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê bi dirûşma “Ciwan fedaî rêber Apo ne” panelek li dar xist û destnîşan kir ku ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin heta ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.
14 ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî gerîla bûn
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 ciwan dijî êrişên dagirkeriyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tevlî gerîla bûn.
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrzorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kongreya xwe ya salê bi dirûşma “Bi enerjiya ciwanan dê welatekî azad ava bikin” li dar xist.
Ciwanên Tebqayê: Em bi hev re li hember êrişên dewleta Tirk ên hovane bisekinin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî û çalakkirina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û piştrast kir ku ew dê bi hev re li kêlka tevahî hêzên ku azadiya gelan diparêzin, bisekinin.
Ciwanên Qamişlo êrişên kîmyewî şermezar kirin û soza tolhildanê da
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Tolhildan” xwepêşandanek ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dar xist.
Ciwanên Herêma Firatê hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn
Ciwanên Herêma Firat salvegera yekemîn a şehadeta 6 hevalên xwe ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê, bi bîr anîn û soza tolihldana xwîna şehîdan da.