Mîhrîcana Orkêş dest pê dike

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan amadekariyan dikin ku  2`yemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Strana Gelan di 5'ê Gulanê de dest pê bike.

Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan

Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan bi çalakiyên werzîşî û pêşbirka pirsan li avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê hat destpêkirin. Festîval wê 3 rojan berdewam bike û dê 5`ê Gulanê de bi xelatkirina xwendekaran bi dawî bibe.

Hefteya Wêjeyî li Kobanê dest pê kir

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê 2`yemîn Hefteya Wêjeyî ya bi navnîşan  helbestvan Melayê Cizîrî dest pê kir..

Li Lozanê pêşangeha '2+2=KRDSTN'

Pêşangeha '2+2=KRDSTN' ya li bajarê Lozan ê Swîsreyê, berhemên hunermendên Kurd û yên ewropî tê de têne pêşandan û bandora Peymana Lozanê û dîroka berxwedana gelê Kurd derdixe pêş.

Li Kobanê Hefteya Wêjeyê

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê dike ku ‘Hefteya Wêjeyê’ li Kobanê li dar bixe.