Zirîk: Rêya navdewletî di bin serwerî û çavdêriya QSD`ê de ye

Fermandarê eniya Rêya Rodko ya di navbera kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê de Cegewara Zirîk diyar kir ku hêzên wan hemû hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û şaneyên veşartî ku rêya navdewletî dagir bikin û herêma Firatê ji herêma Cizîrê û herêmên din ên Sûriyê qut bikin, têk birin.

Ji ber QSD`ê êrîşên çeteyên dewleta Tirk û şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê li Serêkaniyê û Girê Spî têk birin, çeteyên dewleta Tirk bi destekdayîna şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê hewl didin bi awayekî veşartî derbasî gundên derdora navçeya Eyn Îsa û rêya navdwletî bibin.

QSD`ê hemû êrîş û hewldanên çeteyan ku dixwestin xwe bigihînin rêya navdewletî ya di navbera herêma Cizîrê, herêma Firat û herêmên Minbic, Reqa û Dêrazorê de bi hev ve girê dide, têk birin. Bi vê yekê çete hewl didin wan herêman dorpêç bikin.

Ajansa me xwe gihand xeta eniya rêya navdewletî li derdora bajarokê Silûk ê girêdayî kantona Girê Spî û bi fermandarê eniya Rêya Navdewletî Cegewara Zirîk re hevdîtin pêk anî û tevgera rê şopand.

Zirîk got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bi destekdaya çeteyên DAIŞ`ê ji 9`ê Cotmehê ve êrîşî herêmên Rojava dikin da ku serdema Osmanî di dagirkirina herêmên derdorê de vejîne.

Zirîk destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina herêmên şûnwarî û dîrokî mîna Serêkaniyê û Til Xelef, hewl dide dîrok û şarestaniya Rojava qir bike da ku şaristaniya kurdî veşêre û senaryoya Osmaniyan dubare bike.

Fermandar Zirîk tekez kir ku piştî binketin û zirarên mezin ku gihîştine çeteyan li Serêkaniyê û Girê Spî, çeteyên dewleta Tirk û bi destekdayîna şaneyên veşartî hewl didin xwe bigihînin rêya navdewletî ku xeta sereke di navbera herêmên Rojava de ye.

Zirîk diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tu carî nikare van herêmên ku pêkhateyên cuda ji Kurd, Ereb û Suryan tê de dijîn, ji hev qut bike wekî ku çawa çeteyên DAIŞ`ê di salên 2013 – 2014`an de kir.

Zirîk destnîşan kir ku piştî hewldanên çeteyan ku dixwestin xwe bigihînin rêya navdewletî û zirarên mezin gihîştin wan, niha rê di bin serwerî û çavdêriya QSD`ê de ye.

Di dawiyê de fermandarê xeta eniya rêya navdewletî Cegewara Zirîk got QSD`ê soza parastina sivîlan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, dê ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din