Êzidiyên Tirbespiyê ditirsin ku komkujiyên li ser wan dûbare bibin

Êzidiyên Tirbespiyê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ditirsin ku komkujiyên li ser wan dûbare bibin.

Ev du rojên artêşa Tirk a dagirker bi armanca qirkirinê gundên sivîlan ên li gundewarê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bê serûber topbaran dike. Di êrîşa li ser gundê Kêl Hesnakê de 4 sivîl birîndar bûn.

Şêniyên gundên êzidiyan, Til Xatûn, Otelcê û Alareş ên li ser sînor bi fikar in ku komkujiyên li ser wan dûbare bibin, nemaze piştî ku gundê Til Xatûn ê 9 km dikeve rojavayê navçeyê raste rast ji aliyê sekvanan ve tên hedefgirtin.

Artêşa dagirker roja yekem a êrîşan saet derdorî 00:43‘an de stasyona petrolê ya Seyîda ya li nêzî gundê Til Xatûn kirin hedef. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û li zêdeyî 15 gundan kehreb û peywendî qut bûne.

Şêniyê bi navê Silêman Kernûs ê ji gund got; "Ji şevê din ve artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovene û bê serûber gundên me topbaran dike, xeteriya me li ser wan nîne, em dixwazin li gundê xwe bi aştî bijîn."

Silêman îşaret pê kir ku di saetên derengî şevê de stasyona Seyîda ya nêzî gund topbaran kirin, di encamê de teqîneke mezin rû da, piştre jî sekvanan çekên xwe bi aliyê gundê ve vekirin.

Kernûs bûyerên ku çeteyên DAIŞ‘ê li Şengalê ji aliyê DAIŞ‘ê ve pêk hatin bi bîr anî û got: "Dixwazin wan komkujiyan dûbare bikin."

Şêniyên gund dibêjin ku dîroka gundên wan vedigere sedên salan û jê derneketine.

ANHA


Mijarên Din