Êzidiyên Rojava berê xwe da Lalişê

Îro şandeyek ji êzidiyên Rojava berê xwe da Lalişê da ku merasîma cejna ‘Cema’ pêk bînin.

Her sal meha Cotmehê, bi hezaran şêniyên civaka êzidî ji tevahî herêm, dewlet û 4 parçeyên Kurdistanê berê xwe didin Lalişê ya li Başûrê Kurdistanê, da ku beşdarî merasîma cejna Cema"Hec" bibin. Merasîm di 6’ê Cotmeha de pêk tê û heta 13’ê wê mehê didome.

Di merasîmê de gelek cure xwarinên taybet tên çêkirin. Li rexê jî hin pîrozbahiyên olî li dar dikevin. Serdana Kaniya Spî tê kirin. Ji hêla oldarên êzîdî ve qewlên olî tên xwendin.

Îro 45 kesên êzidî ji herêmên Efrîn û Cizîrê di Dergeha Sêmalka ya ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de berê xwe da Lalişê ya li bakur bajarê Eyn Sefnê li parêzgeha Şêxan a bi 40 km dûrî bajarê Dihokê. Buroya Karên Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser bi koordînakirina bi Mala Êzidiyan bergiriyên derbasbûnê pêk anîn.

Nesîm Şemo ji kesên berê xwe daye Lalişê, wiha got: "Baba Çawîş, ew jî berpirsiyariyeke olî li gel êzidiyan e, dê li Başûrê Kurdistanê li pêşwazîkirina şandeyê bisekine û piştre dê berê xwe bidin gorê da ku beşdarî merasîmê bibin."

Şêniyên civaka êzidî yên ji Efrînê di sala 2018’an de tenê pîrozbahiyên şahiya cejna Cema li kampa Serdemê piştî ku ji Heca Lalişê ya li Şengalê bi sedema girtina deriyên kantona Şehbayê ji hêla rejîm û dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê ve hatibûn mehrûmkirin, pêk anîn.

Asayîşa PDK’ê li parêzgeha Şêxan tîma kanala Çira TV ji derbasbûna gora Laliş û şopandina merasîma cejna Cema, qedexe kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din