Êzidiyên Efrînê: Rapora TRT World xapandin û derew e

Êzidiyên kantona Efrînê îdiayên dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê li ser rewşa êzidiyên Efrînê li derewê qelibandin û diyar kirin ku êzidiyên li wir mercên zehmet û bi êş dijîn û tên neçarkirin ku bibin Misliman.

Dezgehên çapemeniyên ên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve hewl didin dagirkirin û sûcên li bajarê Efrînê yê dagirkirî rewa bikin û Rêveberiya Xweser reş bikin.

Malpera TRT World ku bi zimanê înglîzî weşanê dike di 25`ê Sibatê de nivîsek tevî dîmen belav kir û tê de got ku êzidî berê gelek caran neçar man ku ji Efrînê derkevin û îdia kir ku “kêmnetewên li wir bi hebûna hêzên Tirkiyê di ewlehiyeke mezin de dijîn.”

Êzidiyên ku ji Efrînê koçber bûne ji ANHA`yê re axivîn û rapora ku dezgehên çapameniyê yên dagirkeriya Tirk li ser rewşa êzidiyan li Efrînê belav kiriye, şermezar kirin.

‘XAPANDIN Û DEREW IN’

Têkildarî mijarê, hevserokê Yekitya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nabo wiha got: “Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dibêjin ku êzidiyên li Efrînê beriya dagirkirina bajêr bindest bûn û niha jiyaneke bi rûmet dijîn. Ew dereweke mezin e.”

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 22`yê Çileya borî de gefa êrişkirina Şengalê xwaribû ku cihê sereke yê êzidiyan li cîhanê ye û gotibû: “Ez her tim dibêjim, em şevekê ji nişke ve bên.”

‘RASTIYAN BEROVAJ DIKIN’

Nabo diyar kir ku derewên çapemeniya Tirk ne tiştekî nû ye û tekez kir ku dema rastiyan bi vê rengî berovajî dikin, rastiya wan a tarî eşkere dibe.

Nabo di dewama axaftina xwe de got her kes dizane ku di dîrokê de gelek ferman li dijî civaka Êzidî hatine kirin û wiha lê zêde kir: “Lê piştî damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bendên taybet di hevpeymana wê ya civakê de hatine diyarkirin ku îtîrafê bi ola êzidiyan dike û mafên wan ên pêkanîna rêûresmên wê yên olî misoger dike."

KOÇBERKIRINA BI HEZARAN

Nabo destnîşan kir ku bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cara yekê li bajarê Efrînê navendên taybet bi êzidyan û dibistanên ji bo fêrkirina zarokan li ser ola êzidiyatiyê, hatin vekirin.

Nabo îşaret bi rûxandina perestgehên êzidiyên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê ve kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dagirkeran 14 cihên olî teqandin û şûnwarên êzidiyan talan kirin. Her wiha li dijî êzidiyan gelek binpêkirina pêk hatin. Koçberkirina bi hezaran êzidiyan mînaka ber bi çav a wê yekê ye.”

‘ÊZIDIYAN NEÇAR DIKIN KU BIBIN MISLIMAN’

Endama Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Orîvan Menan jî bal kişand ser sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî perestgeh û cihên pîroz ên êzidiyan.

Orîvan diyar kir ku Êzidî her tim rastî hewldanên tunekirinê hatiye û wiha lê zêde kir: “Perestgehên me yên li kantona Efrînê ya dagirkirî hatin kolandin û rûxandin. Ew jî dibêjin ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve Êzidî di îstiqrar û ewlehiyê de dijîn.”

Orîvan Menan diyar kir ku îdiayên wan hemû derew in û got: "Em hemû dizanin ku gelê me yê li Efrînê mercên zehmet û bi êş dijîn û neçar dibin ku fêrî zimanê tirkî bibin. Her wiha tên neçarkirin ku bibin Misliman, lixwekirina cilên reş li jinan ferz dikin.”

‘PERESTGEHÊN ÊZIDIYAN VEGUHERÎNIN MIZGEFT’

Endamê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Ebdulrehman Şêker jî got: “Dewleta Tirk xaka me dagir kir û dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike. Xelkê me neçar dike ku dev ji ola xwe berdin û bibin Misliman. Perestgehên me jî vediguherîne mizgeft.”

Şêkir da zanîn ku dewleta Tirk vê yekê ji xwe re dike bihane “Hemû welatî Misliman in û li Efrînê tu olên din tune ne.” Şêkir got ev yek bi tena sere xwe sûcekî li dijî êzidyan e.

‘HEBÛNA ME ÎNKAR DIKIN'

Şêkir diyar kir ku ew rêzê ji hemû olên din re digirin û got: “Em ne li dijî tu olan in, lê em dijî desthilatê ne û kesên ku erdê me helal dikin û hebûna me înkar dikin.”

Şêkir bang li civaka navneteweyî kir û wiha got: “Ez nizanim ku rêxistinên mirovî hîna hene li lê na, lê em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê û em bêjin bese ji we re. Bese ji înkarkirina ola me re.”

(cx)

ANHA                  

                                                                                               


Mijarên Din