Êzidiyên Efrînê: Çira TV dengê civaka êzidî ye

Jinên civaka êzidî yên li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê, kiryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê yên qedexekirina weşana Çira TV li Şengalê bi rasthatina nêzbûna hecê re, şermezar kir û tekez kir Çira TV tenê çanda civaka êzidî belav dike.

Têkildarî qedexekirina hikumeta Başûrê Kurdistanê ya xebata Çira TV’yê li Şengalê ya weşandina çalakî û bûyerên li Şengalê pêk tên ya bi nêzbûna rasthatina heca êzidiyan re di 6’ê Cotmehê de, jinên êzidî bertek nîşan dan.

Gelek jinên êzidî yên ku kiryarên asayîşa Şêxan a girêdayî Dihokê ya Herêma Kurdistanê de ya qedexekirina xebata tîma Çira TV’yê a derbasbûna Şengalê û şopandina çalakiyên taybet ên civaka êzidî de red kirin, ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Şêniya bi navê Fila Şakiro, kiryarên asayîşa Şêxan a girêdayî Dihokê ya Herêma Kurdistanê yên qedexekirina weşana Çira TV’yê yên çalakiyên Laleşê ji 27’ê Tîrmehê ve, şermezar kirin.

Fila wiha got: "Kanala Çira TV tu têkiliya wê bi siyasetê re nîn e. Tenê kanaleke olî ya taybetmendiya weşandina ol, çand û pîroziyan e." û daxwaz kir bihêlin kanal çalakiyên êzidiyên li Şengalê biweşînin. Ew jî bi nêzbûna heca êzidiyan a ku dikeve 6’ê Cotmehê, pêk tê.

Zêneb Esmet ji gundê Feqîra yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê, wiha anî ziman: "Ji kevn de civaka êzidî azarên zilmê dikişîne ku ji olên herî kevnar li cîhanê ye. Her wiha jî piştî 73 fermanên ji hemleyên qirkirina civakê, hê jî civaka êzidî girêdayî baweriyên xwe ye."

Nûjîn Hemîko jî ji gundê Qestela Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê ye û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir Çira TV da ku çalakiyên li Şengalê biweşînin, vekin, ji ber ku kanala yekemîn e ku çalakî, bûyer û boneyên olî diweşîne. Zêneb wiha got: "Em çewisandina rastiyên ola êzidî qebûl nakin. Lê belê dixwazin bê aşkerakirin."

(fr)


Mijarên Din