Êzidî: Peyman, komployeke nû li dijî Şengalê ye

Êzidiyên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku peymana li dijî Şengalê ya di navbera hikumetên Bexda û herêma Kurdistanê de komployeke nû ye, her wiha da zanîn ku divê civaka Êzidî çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

Hikumeta Bexda û hikumeta herêma Kurdistanê di 9’ê vê Cotmehê de ragihand ku wan peymanek der barê rêvebirina Şengalê de îmze kiriye. Ew peyman jî bêyî nêrîna şêniyên Şengalê yên di hovanetirîn komkujî û sûcên bi destê DAIŞ’ê re derbas bûn, pêk hat.

Der barê peymana di navbera PDK’ê û hikumeta Bexda li ser Şengalê hatiye îmzekirin de bertekên gel derketin. Ew peyman piştî serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê hat îmzekirin.

Şêniyê bi navê Umer Kalo ji pêkhateya Êzidî ya navçeya Dirbêsiyê ye wiha got: "Peymana di navbera hikumeta Bexda û herêma Kurdistanê de pêk hatiye, komployeke nû ya li dijî Şengalê ye."

Kalo wiha domand: "Di 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi sedan kes ji civaka Êzidî qetil kirin û zêdetirî 5 hezar jin revandin, gelo hêzên pêşmerge û hêzên Bexdayê têkildarî şêniyên Şengalê çi kirin? Yê kirine, gel bi tenê li beramber hovîtiya DAIŞ’ê hişt."

Kalo da zanîn ku ger armanca vê peymanê berjewendiya civaka Êzidî bûya, diviyabû yek ji berdevkên bi navê şêniyên Şengalê di îmzekirinê de amade bibûya.

Di dawiyê de Umer Kalo ji hikumeta Bexda û hikumeta herêma Kurdistanê xwest ku beriya îmzekirina peymaneke nû,  jinên êzidî yên ku çeteyên DAIŞ’ê revandine, vegerînin.

Li aliyekî din jî êzidiyê bi navê Îsmaîl Delf wiha axivî: "Em êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê bûyerên li Şengalê dişopînin. Ev peyman li ser civaka Êzidî ne nû ye. Civaka Êzidî bi sal û serdeman di qetil û qirkirinê re derbas bû."

Delf destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Şengalê bi destê HPG’ê, civaka Êzidî saziyên sivîl û hêzên rizgarkirina Şengalê ava kir, da ku parastina parastina herêmên wan bikin û rê li ber komkujiyên nû bigirin.

Delf eşkere kir ku êzidiyên Rojava dibêjin ku bûyerên li Şengalê pêk tên nakevin xizmeta civaka Êzidî.

Îsmaîl Delf di dawiya axaftina xwe wiha bi lêv kir: "Em dizanin ku ev peyman bi beşdariya dewleta Tirk a dagirker pêk hat. Dewleta Tirk ji hikumetên Bexda û herêma Kurdistanê dixwaza ku YBŞ’ê vekişe. Ew jî bi hedefa qirkirina nû ya li dijî civaka Êzidî ye."

Girêdayî mijarê, êzidiyê bi navê Mehmûd Delf diyar kir ku civaka Êzidî ya li Rojava nehêle ev peyman pêk were û wiha bi dawî kir: "Ji ber dema pêşmerge serweriya li Şengalê dikir, me dît çi bi serê Şengalê de dihat. Heta niha jî jinên Şengalê li sûkan tên firotin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din